Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser gora xwe hatin bîranîn

Yek ji sê şoreşgerên li Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan li Elbistanê li ser gora xwe hate bîranîn.

Ji şoreşgerên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin Fîdan Dogan li navçeya Elbistanê ya Mereşê li ser gora xwe hate bîranîn.

Merasîma bîranîn li goristana li taxa Xoponê pêk hat û parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, endamên Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP'ê û xizmên Dogan tevlî bûn.

Beriya bîranînê goristan ji aliyê polîsan û jendermeyan ve hate dorpêçkirin. 

Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu li merasîma bıranînê axivî û xwest, komkujî bê ronîkirin, berpirsyarî bi cih bê anîn.

Surucu got, "Sakîne, Leyla û Fîdan bi sekn û têkoşîna xwe hêz dan têkoşîna gelê Kurd. Em ê li ser şopa wan têbikoşin."

Piştî axaftinan beşdarên merasîmê qurnefîl danîn ser gora Dogan. Merasîma bîranînê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîranîn. Leyla Şaylemez li ser gora xwe ya li Goristana Guneykent a Tosûnlarê hate bibîranîn. Di çalakiyê de wêneyên jinên siyasetmedar ên li Parîs û Silopyayê hatin qetilkirin hatin hildan. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, rêveberên HDP’ê yên Mêrsîn, Edene û navçeyên wê li gel gelek kesan tevlî bîraînê bû.

Hatîmogûllari anî ziman ku di demekê de li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsa Kurd bi aştî û demokratîk bê çareserkirin gav dihatin avêtin, 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li Parîsê hatin qetilkirin.

Bîranîn bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.