Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyama pîrozbahiyê weşand

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji ber çalakiyên serketî yên gerîla peyameke pîrozbahiyê weşand û got, "Em Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê li hevrêyên xwe yên fermandar û şervanan hemûyan pîroz dikin."

Fermandariya Biryargeha NPG'ê ji ber çalakiyên serketî yên gerîla peyameke pîrozbahiyê ji Fermandariya Sewq-Îdareyê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê re şand. Peyama fermandariyê wiha ye:

"Dema ku mirov bala xwe didin ser çalakiyên vê dema dawî li herêma Avaşînê ji aliyê tîmên bi tevger ve têne lidarxistin, dibînin ku çalakiyên encamgir ên bi rêbaza taktîkê ya demê têne kirin. Bi taybetî tê dîtin ku taktîkên sedegirtin, êrîş, çekên giran û sabotajê yên şerê tîmên bi tevger, bi rêbazên afirîner têne lidarxistin. Bêyî windahî bê dayin, bi ruhê fedaî yê Apoyî, bi wêrekiya bilind ev çalakî hatin lidarxistin;

- 14'ê Hezîranê li qada Mervanosê di çalakiya gerîla ya koordîneyî de 5 dagirker hatin cezakirin û gelek malzemeyên leşkerî yê dijmin hatin îmhakirin.

- 15'ê Hezîranê li herêma Şûkê wesayiteke zirxî ya bi tîpa Amarok bi temamî hate îmhakirin û 5 dagirker hatin cezakirin.

- 20, 21, 24, 25 û 26'ê Hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Werxelê di çalakiyan de derbên giran li dagirkeran hatin xistin.

- 27'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Werxelê, 28 dagirker hatin cezakirin ku dixwestin bi pêş ve biçin. Li qada Avaşînê çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin ku derseke dîrokî hate dayin.

Bi heman rengî li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tîmên me yên bi tevger 17, 20, 21, 24 û 25'ê Hezîranê bi rêbazên sûîqest, sabotaj, serdegirtin û çekên giran çalakiyên serketîn lidar xistin. Pêkhatina çalakiyên encamgir ên li gorî ruh û rêbaza taktîkê ya serdemê nîşan dide, ku ast û performanseke bilind hatiye bidestxistin.

Di serî de hevrêyên me Serhed, Sarya, Botan, Zinarîn, Cûmalî û Çavrê ala têkoşînê ya şehîdên me yên leheng hemûyan li Avaşînê li ba ye. Sekna lehengiyê ya lehengên Zendûrayê li Girê Hakkarî dewam dike. Ev yek jî nîşaneya bicihanîna soza me ye ku me dane şehîdan. Bêguman gelekî hêja ye ku tola şehîdan tê hilanîn, armancên wan bicih têne anîn, li gorî vê yekê jî bêyî windahî bê dayin derbên giran lid ijmin tê xistin û ev hemû jî li ser xeta fedaîtiyê têne kirin.

Di şexsê fermandariya we de li hemû hevalên li tîmên bi tevger û tunelên şer bi îradeyeke mezin şer dikin, li hemû şervan û fermandarên keda xwe di van çalakiyan de hene Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê pîroz dikin. Di heman demê de ji ber bicihanîna taktîkên gerîla û rêbazên lêdanê yên encamgir û bi ruhê êrîşê yê bilind, ji ser hostatî û çalakiyên serketî jî we pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hevalên me yên fermandar û şervan wê meşa xwe ya li ser xeta fedaîtiyê û çalakiyên serketî bênavber dewam bikin. Li ser vê bingehê hevrêyan hemûyan bi hezkirin û hurmet silav dikin, serketinê ji wan re dixwazin."