Fermandariya Biryargeha NPG: Derket holê ku Bazancir ne sîxûr e

Fermandariya Biryargeha Navenda Parstina Gel, ragihand ku Mahmût Bazancir ê li gundê Dugernan ê girêdayî navenda Çewlik ê 27’yê Îlona 2017’an hatibû kuştin, derket holê ku ne sîxûr e.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Me diyarkiribû ku 31’ê Tebaxa 2017’an li gundê Dugernan ê girêdayî navenda Çewlikê di navbera cerdevan û gerîlayên me de şer qewimî bû û hevrêyê me yê bi navê Şervan Sîverek şehîd bibû û di heman bûyerê de cerdevanek hatibû kutin, Mahmût Bazancir ê wisa hate diyarkirin ku bi dijminan re hevkarî kiriye 27’ê Îlona 2017’an hatibû kuştin, bi raya giştî re hatibû parvekirin. Di lêkolîn û lêgerînên nava salekê de hate kirin, me pêwîst dît ku encamên wê bi raya giştî re parve bikin.

Di encama lêkolîna têkildarî bûyera 27’ê Îlona 2017’an a cezakirina Mahmût Bazarci de ev tişt derket holê; ev çalakî ji aliyê hêzên me ve di encama şaştiyekê de derketiye holê. Mahmût Bazancir ji ber bûyerên desadufî yên li ser hev qewimîn û wisa hate zanîn ku li gel dijmin hevkariyê dike, lê di encama lêkolîn û lêgerînên hatin kirin derket holê ku Mahmût Bazancir ji derdorekî welatparêz e û ne sîxûr e. Ji ber vê yekê di serî de ji malbatê, xizmên malbat û hemû gelê xwe lêborînê dixwazin, ser saxiyê dixwazin.”