Fermandarên HPG'ê: Em ê hêviya dijmin têk bişikînin!

Fermandarên HPG'ê Orhan Jêhat û Fîraz Serhad diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî tevahiya cîhanê têdikoşe û got, "Em ê hêviya dijmin pûç bikin."

Ji fermandarên HPG'ê Orhan Jêhat û Fîraz Serhad, hest û fikrên xwe yên dema komploya 15'ê Sibatê û radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Fermandar Jêhat anî ziman ku di dema dîlgirtina Ocalan de, sala 1999'an ew li eyaleta Erzîromê bû û got, "Ji ber ku pêvajoya zivistanê bû em di kampa binê erdê de bûn. Ji ber ku wê demê hejmara kampan zêde bû li kampa me 40-50 heval hebûn. Mîna her zivistanê me perwedeya xwe dewam dikir. Ji ber ku li eyaleta Erzîromê berf zêde dibare, dema ku em diketin kampa binê erdê derfet nebû ku heta biharê em jê derkevin. Derfetên televîzyonê jî nebû, tenê bi rêya radyoyê me ji derve agahî werdigirtin. Wê demê radyoyeyeke me ya biçûk hebû, min heta êvarê timî li nûçeyan guhdarî dikir. Sibehekê di navbera perwerdeyê de min radyo vekir. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît bû. Nûçeyek li ser girtina Rêbertî derbas bû. Em ecêbmayî bûn, me radyo careke din vekir, em li benda nûçeyan e. Serê her saetê rayedarên TC daxuyanî didan ku Rêbertî hatiye girtin û ew anîne Tirkiyeyê. Tiştekî welê bû ku em qet ne li bendê bûn, em li ser nefikirîn."

'RÊBERTÎ HATIBE GIRTIN JÎ BERHEMA WÎ WÊ BIDOME'

Jêhat anî ziman ku bi girtina Ocalan re hêzên komploger wê negihêjin armanca xwe û got, "Ya ku ji Rêbertî hat kir, têkoşîneke mezin meşand, li hemberî tevahiya cîhanê têkoşiya. Heta wê demê ewqas êriş çêbûn, hewldan çêbûn, ew bi tena serê xwe têkoşiya û hîn jî li Îmraliyê bi tenê têdikoşe. Atmosfera wê rojê hîn jî ji bo me gelekî tirsnak û bi fikar bû. Her çend min nîşanî derve neda jî difikirîm ku gelo em ê heta biharê çi bikin, yanî kî wê bi çi rengî bi rê ve bibe; gelek tişt diket hişê me. Lewma fikareke mezin hebû. Her kes matmayî mabûn, kesî tiştek nedigot, her kes bêdeng bû. Di nava çend saetan de min hewl da xwe komî ser hev bikim. Ji ber wezîfeya xwe diviyabû min hin tişt ji hevalan re bigota. Lê belê dest û lingên me nedigirt, me nizanîbû çi bêje. Ji ber ku li gorî me, Rêbertî ti carî nedihat girtin, tiştekî bi vî rengî qet nedibû. Ev yek jî kêmasiya me bû. Piştre min hinekî xwe komî ser hev kir, rewş vegot. Li ser êrişên sîstemê, rewşa Rêbertî me bi hevalan re sohbet kirin. Bi vî rengî me hewl dan xwe hinekî komî ser hev bikin. Bêguman rojeke gelekî giran bû, ji bo min bi xwe mîna ku her tişt qediya bû, jiyan qediya bû."

Fermandar Jêhat got, "Ez di wê baweriyê de bûm ku Rêbertî hatibe girtin jî ev tevger wê dewam bikira, ji ber ku tevgera ku Rêbertî ava kir ne tevgereke welê ye ku di demeke kurt de biqede. Rêbertî dibe ku hatibe girtin, lê belê berhema Rêbertî wê bidome."

'NIKARIN PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'

Fermandar Fîraz Serhad jî destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn bidomînin û got, "Nerazîbûna gel a piştî girtina Rêbertî, çalakiyên berxwedêrên li zindanan, psîkolojiya 15'ê Sibatê kêm jî be ji holê rakirin. Mîrateyeke berxwedanê ya Rêbertî heye, ku çi dikin bila bikin wê nikaribin wê roja reş weke çarenûsekê ferz bikin. Çalakiyên gel ku em jî ne li bendê bûn, nîşan dan ku bi ti awayî nikarin pêşî li şoreşa Rêbertî bigirin, nikarin tarî bikin. Dema ku mirov wê rojê dinirxînin, ji aliyekî ve xemgîniya mezin a ji ber girtina Rêbertî hebû, ji aliyê din ve jî berxwedana gel û ya li zindanan nîşan da ku çi dibe bila bibe wê berxwedan dewam bike."

Fermandar Serhad anî ziman ku esareta Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo wan timî bû dert û got, "Me kêmasiyên xwe jî dîtin. Bû tecrûbeyeke giran. Wê rojê me sedema xwe ya hebûn û têkoşînê ji nû ve nirxand. Ya rast em bi xemsariya xwe hesiyan."

Fermandar Fîraz Serhad diyar kir ku Ocalan ji bo wan ne tenê rêberê siyasî û leşkerî ye, di heman demê de sedema hebûna wan e û got, "Rêber Apo rêbereke ku bi ruh, canê xwe bi gel û milîtanên xwe re bû yek."

Di dawiya axaftina xwe de jî got, "Di salvegera vê rojê de em careke din dibêjin; çi dibe bila bibe em ê hêviya dijmin têk bibin. Em ê serketinê biafirînin ku bendewariya Rêberê me ye, gelê me û gelên pêşverû ye."