Fermandarê YRK'ê: Bila ciwan bi ruhê Simkoyan tevlî şoreşê bibin

"Ji bo ku şerê azadiyê bi ser bikeve   divê artêş hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo ku  li dijî dagirkerî, faşîzm û koletiyê em bi ser bikevin pêwîste ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê bi ruh û  hestên Simkoyan beşdarî nava refên gerîla bibin."

Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Simko Serhildan di salvegera 8'an a şehadeta xwe de li çiyayên Kurdistanê bi merasîmekê hate bîranîn.

Ji fermandarên YRK'ê Şoreş Alan, Şêro Demhat, Adar Gever, Aryen Arî, Azad Maku û bi dehan gerîlayên YRK'ê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de fermandarê YRK Şoreş Alan xîtabê gerîlayan kir û fermandar Simko Serhildan û tevahî gerîlayên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, bibîr anî.

'KESAYETEKÎ NETEWEYÎ BÛ, LEWMA LI HER DEVERA KURDISTANÊ TÊKOŞIYA'

Şoreş Alan diyar kir, ku ew gerîlayên YRK'ê di şopa Sîmko Serhildan de dimeşin û tekoşînê mezin dikin. 

Şoreş Alan behsa kesayeta Simko Serhildan kir: "Heval Simko di temenek biçûk de bi hestên welatparêzî, şoreşgerî ve beşdarî refên tekoşîna azadiya Kurdistanê bû. Bi têgihiştina xebatên tevgera Apoyî ve di demeke nêz de bû fermandarek pêşeng ê azadiya Kurdistanê. Şoreşê li ku derê pêwîst kir heval Simko li wê derê kar kir, xebatên azadî û şoreşgerî bi rê ve bir. Wek kesayetekê neteweyî li her cihên Kurdistanê, li Qendîl, Bradost, Dersîm, Behra Reş têkoşiya û bû efsaneyê gerîlayê azadiya Kurdistanê."

Şoreş Alan di  bal kişand ser şerê Qendilê û got, di pêşengtiya fermandar Simko de, şerê Qendîlê li dijî dagirkeriyê  bi serket.

'BI BERXWEDANEKE DÎROKÎ ÊRÎŞÊN DAGIRKERAN HATIN TÊKBIRIN'

Her wiha diyar kir, " Şerê Qendîlê de li dijî dagirkeriyê bi tektîkên nû ve berxwedan hate kirin. Helwest û têkoşîna heval Simko ya di berxwedana Qendîlê de nûmûneyek bû. Berxwedana Qendîlê, ne tenê li dijî sipahî dagirkeriyê Îranê bû. Di heman demê de berxwedana Qendîl li dijî plangerî û êrîşên sala 2011 ên  li ser tevgera Apoyî bû. Sala 2011 li Rojhilata Navîn bihara gelan destpêkiribû. Ji bo ku li Kurdistanê bihara Apoyî çênebe êrîşên dagirkeriyê li ser Kurdistanê zêde bibû. Li ser tevahiya Kurdistanê êrîşek topyekun çêbibû. Wê demê bi daxwaza dewleta faşîst a Tirk, rejîma dagirkeriya Îranê û sipayên  dagirkerên wî êrîş li ser gerîlayên Qendîlê kir. Lê gerîlayên Kurdistanê bi fermandariya Heval Simko Serhildan ji bo ku planên li ser tevgera Apoyî têk bibin bi berxwedayîneke dîrokî ve hemû êrîşên dagirkerên Îranê têk birin." Her wiha Şoreş Alan  wiha behsa girîngiya pêşxistina xebatên parastina cewherî kir; “Ji bo  ku gelê Kurdistanê li ser lingên xwe bisekine û li dijî dagirkeriyê tekoşîneke bi encam bide,  pêwîste parastina xwe ya cewherî xurt bike.  Ji bo wê jî erka herî mezin dikeve ser milê ciwanan.  Pêwîste ciwan bi rihê yekîtiya netewî ve tekoşîna azadiyêde rola xwe baş bilîzin.”

Endamê fermandariya YRK Şoreş Alan got, bi sedan ciwanên Kurdistanê li ser şopa Ş. Simko Serhildan meşiyan û tevlî nava refên gerîla bûn.

Her wiha bangawazî li tevahî ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê kir; "Ji bo ku şerê azadiyê bi ser bikeve   divê artêş hîn bêhtir bê xurtkirin. Ji bo ku  li dijî dagirkerî, faşîzm û koletiyê em bi ser bikevin pêwîste ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê bi ruh û  hestên Simkoyan beşdarî nava refên gerîla bibin."