Fermandarê YBŞ'ê Feqîr: Em ê bersiva pêwîst bidin deweleta Tirk

Fermandarê YBŞ'ê Feqîr li dijî êrîşên dewleta Tirk peyama berxwedanê da û li dijî hevkariya PDK'ê bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Feqîr got: “Navê dijminê me çi dibe bila bibe, tenê yek rêya me heye ew jî berxwedane. Ji bo me ya herî destpêkê parastina civaka Êzidiye.”

 Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr têkildarî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê ji ajansa nûçeyan a RojNewsê re axivî û êrîş nirxand.

Dijwar Feqîr destnîşan kir ku hedefa êrîşan ne PKK ye û got: “Gelê Êzidî û hemû Kurd hatin hedefkirin.

Feqîr, têkildarî daxuyaniya ‘Agahiya hikûmeta PDK’ê ji êrîşê hebû’ jî wiha got: “Li şûna ku me sûçdar bikin bila siyaseta xwe ya di vê mijarê de zelal bikin û li ber çavan re derbas bie. Ji ber ku ev siyaseta PDK’ê nayê qebûlkirin. Her kêliyê yên ku bi Tirkiyeyê re di nava lihevkirinê de PDK ye.”

Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr di dewama nirxandinên xwe de ev tişt anî ziman:

“Tirkiye û PDK çi bikin bila bikin, wê li Şengalê negihijin armanca xwe. Destpêkê xwêstin di 2014'an de bi çeteyên DAIŞ'ê bidin kirin lê, negihiştin armanca xwe. Dîsa xwestin bi çeteyên ku ji aliyê PDK'ê ve hatin rêxistin kirin bi êrîşên li Xanesorê ku di 3'ê Adara 2017'an de pêk hatin encam bigirin. Lê dîsa bi ser neketin. Erdogan û AKP'ê dîtin ku bi vî awayî nikarin bi êrîşan îradeya gelê Êzidî bişkînin vê carê xwestin bi êrîşên hewayî darbeyekê lê bixin. Lê ev jî bê encam ma.

Dîkdatoriya faşîst ya Erdogan ti carî naxwazin gel bibin xwedî îrade û astengiyê li pêşiya berxwedana wan ya ji bo azadiyê saz dikin. Ji ber îro êrîşî her kesên ku li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin, dikin. Ji ber bi çeteyên DAIŞ'ê re xwedî heman hişmendiyêne. Ji ber vê hişmendiyê dijî di heman demê de binketina DAIŞ'ê weke binketina xwe dibînin. Ji ber ku ev wiya har dike û ji bo wê jî êrîşî Rojava, Şengal û hêzên QSD'ê dike. Kî êrîşî DAIŞ'ê bike, bila ev PKK be, bila YBŞ be û bila QSD be weke dijminê xwe dibîne. Ji bo ku berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê lewaz bike, tişta ji destê wê tê dike. Ew hemû êrîşên li dijî hêzên Êzidî, Kakayî, Sûryanî, Ereb û Kurd yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin, meşrû dibinînin. Dewleta Faşîst ya Tirk terora herî mezin li ser gelan dimeşîne. Êdî hovîtiya ku Erdogan dike nayê hêjmartin. Ew jî dixwaze wek Ebubekîr Bagdadî her derê dagir bike. Hişmendiya wî bi DAIŞ'ê re hemane. Her çiqas bi rengek cûda be jî Erdogan di encam de DAIŞ'e. Îro di mêtîngerî û dagikeriyê de sînor nas nake. Bi awayek fermî axa Iraqê dagir dike. Tişta ku Ebubekîr Begdadî li ser civakan pêk ne aniye Erdogan dixwaze bike.

Heta ku li ser vê axê Êzidiyek jî bimine wê bi ser nekevin. Li dijî van êrîşan civaka me li berxwe daye û wê berxwedana xwe bidomînin. Ji dîrokê heta roja me gelê Êzidî li dijî hemû komkujiyan bi dayîna berdêlan xwe parastiye û ji vê saetê û pêde jî nayê guhertin."

Feqîr destnîşan kir ku dibêjin dewleta Tirk di êrîşê de PKK kiriye hedef, ti rastiya wê nîne û got: “Bi awayekî giştî ev êrîş gelê Êzidî kiriye hedef.”

Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr ê ku anî ziman ku ti êrîşên li ser Êzidiyan encam nagire û wiha pê de çû: "Wê Erdogan bi ti şêweyan bi ser nekeve û bila hevkarên wê partiya PDK'ê jî xwe nexapîne. Bila vêya bizanin ku li kuderê Kurdek hebe wê Erdogan dijminahiyê bike. Şerm nake û dibêje agahiya YBŞ'ê ji van êrîşan hebû. Lê Erdogan bi xwe daxuyanî da û got; 'Agahiya PDK'ê ji êrîşan hebû'. Ev rewş ji gelê Êzidî verşartin û jiyana gelê Êzidî xistin metirsiyê. Li şûna hesabê vê îxanetê bidin ku dîsa ew bi xwe di nava van êrîşande ne, me sûcdar dikin. Li şûna ku me sûcdar bikin, divê siyaseta xwe ya di vê derbarê de zelal biki. Ev siyaseta PDK'ê ne rewşeke ku bê qebûl kirine. Ji ber yê herdem bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de PDK bi xweye. Ew çiqas bi pîlanên cuda bi ser gelê Êzîdî de bên jî bila vêya baş bizanin ku wê her dem winda bikin. Ev gel di 74 fermanan re derbaz bûye û herdem li berxwe daye. Her dem yên ku êrîşî gelê Êzidî kirine pûşman bûne."

BERSIVA PÊWÎST EMÊ BIDIN, DIVÊ GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÊDENG NEMÎNE’

Fermandarê YBŞ’ê Dijwar Feqîr, ev peyam da:

 “Ki dibe bila bibe çi êrîş li ser gelê me, bawerî û xaka me bê kirin em ê li dijî wê li ber xwe bidin û bersiva pêwîst bidin. Li Çiyayê Şengalê yek Êzidî tenê jî bimîne, wê YBŞ jî hebe.

Tişta em ji gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin ew e ku rûyê rast yê PDK'ê bibînin û li dijî kiryarên wê bê deng nemînin. Ne razîbûna xwe ya li dijî vê anîn ziman lê, divê hê mezintir bikin. Li dijî van êrîşan îro roja yekbûnê ye. Banga me ya ji hemû gelê me re ew e ku li dijî van êrîşan bexwedana xwe bilind bikin."