Fermandarê YBŞ'ê: Divê li Şengalê referandûma xweseriyê bê kirin
Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, ku nabe kes li ber daxwaza serxwebûnê, ya jî mafê referandûmê yê gel rabe û got, divê li Şengalê referandûmeke xweseriyê bê kirin.
Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, ku nabe kes li ber daxwaza serxwebûnê, ya jî mafê referandûmê yê gel rabe û got, divê li Şengalê referandûmeke xweseriyê bê kirin.
Yek ji Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Dijwar Feqîr, referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê û paşeroja Şengalê ji ANF'ê re nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de Feqîr hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi minetdarî bi bîr anî û işaret bi keda şehîdan a di nava têkoşîna azadiyê ya gel de kir.
Feqîr got, "Daxwaza xweseriyê, weke îfadeya azadiyê ya vê têkoşînê derket holê. Projeya xweseriyê ya Şengalê, wê pêşî li komkujî û fermanên nû bigire. Em dixwazin bi kevneşopî û dîroka xwe bijîn. Ev jî projeyeke bi vî rengî ye. Li ser bingeha çand, dîrokî û baweriya xwe, em ê xwe birêxistin bikin û biparêzin. 23 xalên di nava projeyê de cih digirin, dijminatiyê li kesî nake. Nîqaş li ser dikare bê kirin. Ji xwe ev yek proje ye, dikare bê sererastkirin ya jî dewlemendkirin. Projeyeke ku ne tenê civaka Êzidî esas digire. Projeyeke xweserî û azadiyê ye ku hemû gelên li vê derê esas digire. Lewma, ev yek ji bo me gaveke gelekî watedar û hêja ye. Bi vî rengî em dikarin bersivê bidin êşên ku gelê me kişandiye û ji têkoşîn û şehîdên xwe re bibin bersiv."
'XWESERIYA DEMOKRATÎK, RIZGARIYA JI KOLEDARIYÊ YE'
Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, ku daxwaz û hesreta civata Êzidî ji bo wan esas e û ragihand, ku ew tenê vîna gelê xwe ji xwe re esas digirin.
Feqîr anî ziman, projeya xweseriyê rizgariya ji koledariyê, xwegihandina azadiyê û çareseriya herî hêja ya pirsgirêkan e. Feqîr got, "Li ser vê bingehê em dixwazin bibin xizmetkarê gelê xwe, ne xizmetkarê xelkê. Eger îradeyek derkeve holê, em ê ji sedî sed tevlî bibin. Di nava vê îradeyê de wê nêrîn û pêşniyarên me jî hebin. Ji ber vê yekê, em amade ne heta dawiyê têbikoşin."
'NABE KU ÊDÎ XIYANET Û KOLEDARÎ BÊN FERZKIRIN'
Feqîr bi bîr xist, ku fermanên heta niha li Êzidiyan rabûne, ne tenê ji aliyê hêzekê ve hatiye kirin, ji aliyê gelek hêzan ve di demên cuda de hatine kirin û wiha dewam kir: "Civaka Êzidî kengî xwest xwe bi rê ve bibe, fermanek lê rabû. Rast e, ferman ji aliyê gelek dijminan ve hatin kirin, lê belê pirsgirêka bingehîn em bi xwe ne. Civaka Êzidî heta roja îro hêza xwe nekarî biafirîne. Hêzeke mayinde ya Êzidiyan heta roja îro qet nebû. Bi derewan, talan û koledariyê xwestin timî Êzidiyan kontrol bikin. Êdî Êzidî amade ne xwe bi xwe biparêzin."
Feqîr got, "Em neçar in êdî dîroka fermanê ji ser xwe biavêjin. Êdî hêzeke me heye. Eger berdêlek wê bê dayin, em ji vê re amade ne. Êdî îradeyek heye. Em deyndarê gelê xwe ne û em ê ti carî ji dayina vî deynî xwe venegirin. Em ê tawîzê nedin. Me dersên pêwîst ji dîrok û şaştiyên xwe derxist. Êdî xiyanet û koledarî ne alternatîfek e. Nabe ku ev li ser me bê ferzkirin."
“MÎNA BERÊ KES NIKARE FERMANÊ LI ME RAKE”
Dijwar Feqîr bi bîr anî, ku piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an hêzên YBŞ û YJŞ ava bûn û got, "Ev yek hêza Êzidiyan bi xwe ye. Heta ku hêzên YBŞ û YJŞ, Apoyî û vîna ji pola ya civaka Êzidî hebe, wê kes nikaribe fermanê li me rake. Hin hewldan dibe ku bibin. Mîna gefên destwerdanê yên dewleta Tirk. Dibe ku êrîş jî bên kirin. Dibe ku hesaban li ser Şengalê jî bikin. Lê belê ne pêkane ku êdî mîna berê karibin fermanê rakin. Kes nema dikare bi hêsanî bi ser me ve bê. Kes nikare bi rehetî bikeve Şengalê. Ev gel êdî vê qebûl nake."
'REFERANDÛM MAFEKÎ REWA YE Û NABE NÎQAŞ LI SER BÊ KIRIN'
Têkildarî referandûma ku di 25'ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê hate kirin, Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr anî ziman, ku beriya pêkhatina referandûmê kesî nêrîna Êzidiyan negirtine û got, "Lê belê me ev yek ragihand; daxwazên gelekî ku serxwebûnê dixwaze, rewa ye. Em ne li dijî vê ne. Me ji destpêkê ve destnîşan kir, ku em ne li dijî referandûmê ne. Lê belê eger bi rengekî hê demokratîk ev pêvajo bihata birêvebirin, bi nêrîneke hevgirtî ya hemû parçeyan bihata meşandin, wê hê bêhtir encam bigirta. Civaka Êzidî jî wê hê bi xurtî destek bida. Beşek ji axa Iraqê hê jî di destê DAIŞ'ê de ye. Di nava krîzeke cidî de ye û hînê çareser nebûye. Beriya sala 2014'an jî dikarîbûn referandûm bikira. Şert û mercên Iraqê wê wextê ji bo vê guncaw bûn. Bi qasî ku em dibînin, ji bo referandûmê rewşa ku civaka Êzidî di navê de ye li ber çavan nehatiye girtin. Ji ber ku gelek Êzidî hê jî li ser rêyên koçberiyê ne. Daxwaz, çand û baweriya civaka Êzidî li ber çavan nehatin girtin. Mijareke ku yekser civaka Êzidî eleqedar dike, di referandûmê de nehate destnîşankirin. Dibe ku bi rêya şexsan hate ziman. Lewma, eger ev pêvajoya navborî di demeke hê guncaw de bihate meşandin, wê zemîneke xurtir û encameke xurtir derxista holê."
'JI BO ŞENGALÊ DIVÊ REFERANDÛMA XWESERIYÊ BÊ KIRIN'
Me ragihand, ku referandûm mafekî gelekî demokratîk e û nabe nîqaş li ser bê kirin. Meşrûiyeta vê, cihê nîqaşê nîne. Ya ku tê nîqaşkirin, rêbaz, pêvajo û nêzîkatiya lê ye. Lê em dixwazin, heman hestiyarî di mijara Şengalê de jî bê nîşandan. Em li bendê ne ku heman nêzîkatiya rêzdarî ji vîn û daxwaza vî gelî re jî bê nîşandan. Em jî dibêjin, pêwîste ji bo şengalê jî referandûmeke xweseriyê bê kirin. Ev yek nîşaneya şênber a daxwaz û vîna demokratîk a gel e. Yên destekê nedin vê yekê, neçar in li pêşberî dîrokê mehkûm bibin."