Fermandarê QSD'ê Serêkaniyê: Mizgîna azadiya Reqayê nêz e

Ji fermandarên QSD'ê Dijwar Serekaniyê destnîşan kir, ku hêzên wan gav bi gav nêzî Reqayê dibin û got, ew ê di demeke nêz de mizgîniya rizgariya Reqayê bidin gelan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku YPG û YPJ pêşengiyê jê re dikin, ji bo rizgarkirina Reqayê gav bi gav bi pêş ve diçin. Yek ji fermandarên QSD'ê Dijwar Serêkaniyê, rewşa heyî ya Pêngava Xezeba Firatê nirxand.

Serêkaniyê diyar kir, gava duyemîn a qonaxa sêyemîn a pêngavê, ev meheke bi operasyonên serketî dewam dike û anî ziman, di nava vê demê de rêya navbera Dêra Zor û Reqayê hatiye birîn.

Serêkaniyê anî ziman, hêzên QSD'ê xwe gihandine Çemê Firatê û bi operasyonên ji du aliyan ve gelek cih hatine rizgarkirin. Serêkaniyê got, "Em bi du baskan tevdigerin. Baskekî hêzên me ji nêzî Merxe Şerqî, Keramî kete nava tevgerê. Baskê din jî ji Mekmenê dest bi operasyonê kir. Baskê Mekmenê herêmek ji 55 kîlometreyan, ku ji dehan gund û gundikan pêk tê, rizgar kir. Ev herêma me bi dest xistine, stratejîk e. Rêya navbera Dêra Zor û Reqayê ev der e. Wekî din bi 30 kîlometreyan li qiraxa Çemê Firatê Mefel Newa heye, xeta Cezra heye. Xeta Cezra bi sê awayî tê binavkirin û ev gelekî girîng in. Cezred Şems, Cezred Mîlan û Cezred Ebû Hemî. Me ev gund hemû û Kasha rizgar kirin. Ev gund hemû stratejîk in û gundên mezin in. Îro jî me xwe gihand gundê Kashîbalê. Operasyonên me yên li vî gundî dewam dikin."

'CIWANÊN EREB DI VÊ PÊNGAVÊ DE TEVLÎ NAVA REFÊN HÊZÊN ME BÛN'

Fermandar Serêkaniyê, nêzîkatiya gel a ji bo wan nirxand û anî ziman, heta niha bi dehan ciwanên Ereb tevlî nava refên QSD'ê bûne. Serêkaniyê ragihand, nêzîkatiya gel a ji bo wan gelekî erênî ye û wiha dewam kir: "Li van gundên hatine rizgarkirin gelek ciwanên Ereb tevlî dibin. Tevlîbûn dewam dike. Gel çiqasî me dibîne, me nas dike, hê bêhtir dibe xwedî moral. Ji me re vê dibêjin; 'Tişta ku der heqê we de dihat gotin û ya ku me bi xwe dît, ji hev gelekî cuda ne. Bi nebaşî qala we dikirin. Lê me we dît û nas kir. Me dît ku tiştên der heqê we de dihatin gotin şaş in û derew in'. Wekî din gelê Dêra Zor jî ji wî alî ve tê û derbasî herêmên rizgarkirî dibe. Li vê derê jî rêxistinên me yên sivîl alîkariyê didin gel. Alîkariya xwarinê didin gel û ji bo çaresekirina pirsgirêkên gel çi ji destê wan tê dikin."

Fermandarê QSD'ê got, wan heta niha dest danîne ser cebilxaneyeke mezin a DAIŞ'ê û wiha dewam kir: "Gelek çekên kleş, B7, BKC bi destê me ketin. Doçkayên wan bi destê me ketin. Çar wesayîtên bombebarkirî hatin bidestxistin. 5 wesayîtan xwe teqandin. 6 çete tevî çekên wan dîl hatin girtin. Me gelek tunel bi dest xistin. Hemû jî hatin bê bandorkirin. Me gelek mayîn bi dest xistin. Hin herêm kiribûn zeviyê mayînan. Me piraniya wan îmha kirin. Hinek jî bê bandor kirin. Operasyonên me bi vî rengî dewam dikin."

'MIZGÎNIYA AZADIYÊ NÊZ E'

Dijwar Serêkaniyê diyar kir, xeta ji 40 kîlometreyî ya navbera Dêra Zor û Reqayê bi temamî hatiye paqijkirin û ew niha ji aliyê rojhilat ve ber bi Reqayê ve diçin. Serêkaniyê anî ziman, bajar ji aliyê başûrrojava û bakur ve hatiye dorpêçkirin û got, "Em bi vî rengî ber bi Reqayê ve diçin û heta rizgariya Reqayê wê operasyonên me nesekinin. Di mehên pêş de em ê mizgîniya Reqayê bidin."

Ji fermandarên QSD'ê Dijwar Serêkaniyê herî dawî Newroz li gelan pîroz kir û destnîşan kir, ku weke şopdarên Kawayê Hemdem, ew ê li dijî DAIŞ'ê têkoşîna xwe bidomînin û li ber zilm û zordariyê rabin.