Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ragihand, Dr. Ferzende (Îbrahîm Xelîl Hudo) di 14'ê Adarê de ji ber krîza dil li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em hevrrê Dr. Ferzende ku tevlî karwanê nemiran bû, bi rêzdarî bibîr tînin" û soza bi ser xistina têkoşîna wî hat dayîn.
Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de li ser têkoşîna fermandarê gerîla Dr. Ferzende wiha hat gotin, "Dîroka me ya bi şeref a ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ew derxistiye holê, berhem û keda fedakarî û têkoşînên mezin e. Gelê me bi fedakarî û kedeke mezin ev têkoşîn aniye vê astê û di serî de çiyayên bi heybet ên welatê me, jin û mêrên di her şert û mercan de jiyana xwe dane vê şoreşê, bûne afîrînerên mezin ên vê berhema qehremaniyê. Ev salên derbas bûne, tijî qehremanî, egîdî û fedakarî ye. Ji nav van jiyanên ku di her deqîqeya wê de ked, di her deqîqeya wê de fedakarî û egîdî heye, jiyana heval Doktor Ferzende ye, yê ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ye.
DI EMRÊ XWE YÊ CIWANTIYÊ DE LI EFRÎNÊ TEVLÎ NAVA TÊKOŞÎNÊ BÛ
Hevrê Ferzende, di temenekî ciwan de hişyariya neteweyî nas kiriye ya ku bi keda mezin a Rêber Apo derketiye holê û ji Efrînê beşdarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Hevrê Ferzende yê ku di Newroa sala 1992’an de berê xwe da çiyayan, di salên dijwar de yên ku têkoşîneke mezin jê re dixwest li Botanê gerîllatî kiriye, di her demên têkoşînê de rêhevalên wî pêwistî bi wî dîtine. Hevrê Dr. Ferzende bi keda xwe, xwe kiriye kesayetiyeke mezin ê têkoşînê, bi karakterê xwe yê xweser û helwesta hevgir a ku li gorî nirxên kedê yên welatparêziyê ava kiriye, li ku derê mabe bandora xwe li wê derê kiriye, di jiyana hemû hevalên ku têkilî pê daniye jî, şopên kûr hiştiye. Hema bibêje hemû hevalên me yên gerîlla yên ku li her dera welat şer dikin, bûne şahidên eleqeya hevrê Doktor Ferzende. Hevrê Ferzende yê ku bi salan bêyî aciz bibe, bi kedeke mezin û sebreke bilind bi tendirustiya hevalan eleqedar bûye, di asta evînê de vî karê we pêk aniye.
JI BER KRÎZA DIL JIYANA XWE JI DEST DA
Hevrê Ferzende yê ku bi kesayetî, ked û têkoşîna xwe; bi hestên xwe yên welatparêziyê yên mezin ketiye dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, di 4’ê Adarê de di dema xebatên pîroz ên şoreşgeriyê de, di encama krîza dil de gihiştiye şehadetê, beşdarî karwanên nemiran bûye.
Hevrê Dr. Ferzende yê ku ne bi şehadeta xwe, di dema dijiya de jî soz dabû ku bibe hevrêyê şehîdan, jiyana xwe li gorî wesiyeta şehîdan ava kiribû. Bi arşîvkirina hemû şehîdên şoreşê re qada xwe ya xebatê kiribû muzeyeke şehîdan û warekî şehîdan ava kiribû ku çi hevalên ku diçûn ba wî, bi roj û saetan nikaribûn ji bandorê derkevin. Hevrê Ferzende, bi têkoşîna xwe ya mezin; bi keda xwe ya ku wateyên mezin li jiyanê zêde dikir; bi evîna gerîlla, çiya û welat; wekî mîlîtanekî evîndarî Çiyayê Gebarê ya ku di têkoşîna me de xwediyê cihekî mezin e, bi girêdana wî ya mezin a bi hevrêyên xwe û fedakariya bêyî bêrjewendî ya li hemberî şehîdan, wê her dem were bi bîr anîn û riya wî wê ji hemû hevrêyan re bibe rêber.
Dr. Ferzende bi evîneke mezin girêdayî welat û têkoşîna xwe bû. Di şexsê malbata Xudo ya welatparêz a ku hevrê Dr. Ferzende bi kedeke mezin gihandine, em ji hemû gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin û em sozê didin ku em ê bîranîna Ferzendeyan bigihînin serfaziyê yê ku bi şehadeta wî re em gelekî xemgîn bûne.
Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Ferzende
Nav paşnav: Îbrahîm Xelîl Hudo
Cihê jidayikbûnê: Lazkiye
Dayik-Bav: Fehîme-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Adara 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê"