Fermandar Êrsî: Gerîla dersekî mezin da hêzên dagirker

Ji Fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî berxwedana bi êrîşên şeva 16’ê Hezîranê ya dorfireh a li ser Heftanînê ji ANF’ê re vegot. Êrsî destnîşan kir ku pîlana dagirkeran bi berxwedana dîrokî ya li Heftanînê vala derket û got: “Gerîla dersek mezin da dagirkeran.”

Ji fermandarên HPG’ê Rizgar Êrsî Cenga Heftanînê, çalakî û berxwedana gerîla ya li dijî artê Tirk a dagirker ji ANF’ê re nirxand.

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êsir destpêkê di şexsê qehremanên şehîd ên Cenga Heftanînê û dîsa hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker da bibîr anî.

‘ARTÊŞA DAGIRKER LI HEFTANÎNÊ BI SERNEKET’

Êrsî qala berxwedana ku gerîlayên HPG’ Û YJA Starê ya li Heftanînê li dijî dagirkeran dide û bal kişand ser rastiya ku di vê cengê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker tê veşartin û kir got: “Di sala 2020’ê li Kurdistanê û bi taybet li Heftanînê şerekî pir dijwar tê meşandin, berxwedaniyekî bê hempa tê raber kirin. Di şeva 16’ Hezîranê dewleta Tirk a dagirker êrîşekî berfereh li ser herêma Heftanîn da despêkirin. Lê di roja îro de em lê dinêrin, artêşa dewleta Tirk li Heftanînê bi serneket. Di hesabê wan de hebû ku di demekî kurt de herêma Heftanîn dagirbikin û gav bi gav berve tevahî heremên Parastina Medya biçin û Başurê Kurdistanê bi giştî dagirbikin. Lê gerîlayên Azadiya Kurdistanê di şexsê berxwedana Heftanînê pêşî li pîlana dagirkirinê girtin. Bi xwîna xwe, canê xwe û fedekariya xwe pêşî li vê yekê girtin. Dibe ku dewleta faşîst a AKP-MHP bi rêya medyaya xwe raya giştî bi nûçeyên dûrî rastiyê bixapîne, lê di rastiyê de şerekî pîskolojîk a teybet bi awayekî cidî meşandin, lê ev bi awayekî eşkere binkeftina wan diyar dike. Li hemberî vê yekê tevgera me bi awayekî zelal roj bi roj, heta seat bi seat ji raya giştî re rastiya ku tê jiyîn ragihand û radigihîne.”

‘BAWER NE DIKIRIN GERÎLLA EWQAS LI BERXWEBIDE’

Fermandar Êrsî bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê û ev nirxandin kir: “Dewleta faşîst di vê operasyonê de hemû hebûn û derfetên xwe xiste dewrê. Ev pêlanekî wan a stratejîke ku armanc dikin tevahî Başurê Kurdistanê dagir bikin. Ji xwe ew ji operasyona li ser Heftanînê xwestin weke suprîzekî ango bi awayekî lezgîn heremê dagir bikin, hejmarekî mezin ya gerîla şehîd bixin. Li hemî cihên ku pêş hatin bi dehan balafirên bê mirov, belafirên şer, helîkopteran parastina wan dikir, lê bi saya berxwedaniya ku fedayiyên Kurdistanê raber kirin û bi saya taktîka nûjen a gerîlayên pispor ev pêlanê wan derbekî mezin xwer. Li gelek cihên ku êrîşî wir kirin û dagirkirin ji ber çalakiyên gerîla jê derketin, nikarîbûn biparêzin. A rast ev e ku ew texmîn nedikirin ku gerîla berxwedaniyekî bi vî awayî raber bike. Lê weke ku gerîla soz daye gelê Kurdistanê ku çi bedel werin dayîn jî erke xwe pêk bînê li Heftanîn dîsa gerîla li ser soza xwe bi erka xwe ya dîrokî rabû. Bi ruhekî fedayî ya nayê wesfandin rabir dikin. Em li heval Rustem Cûdî yê ku piştî birîndar dibe xwe ji latên Xanturê davêje meyze dikin, tam ruhekî mîna Bêrîtanane. Di hemû eniyên Heftanîn de ev ruh hate jiyîn. Ev ruh di dilê her gerîlayekî heye û wê gotina dawî ya gerîla re be.”

‘WÊ TAMA BINKEFTINÊ JI BÎR NEKIN’

Rizgar Êrsî anî ziman ku rola gerîla ya di vê pêvajoyê de gelekî girîng e û got: “Ji ber eger gerîla nebûya pêwîst nedikir ku bi sedan caran bombardûmanan bike, pêwîst nedikir ku ewqas çete û hêza wan a bi pereyan şer dike, bixê dewrê. Ji ber vê yekê pêwîste her kes rola gerîla ya di vê berxwedaniyê de baş fêm bike. Di rojên despêkê de fermandarê artêşa dagirker hatin û li ser sînor xwestin bikin mijara propaganda, lê dîtin ku weke ew difikirin ne wisa ye, gerîlaa vê yeke nîşanî dijminan jî da. Yanî rola gerîla di astengkirina vê dagirkeriyê pir diyarker e. Di vî warî de xwezaya Kurdistanê rê dide ku gerîla vê berxwedaniyê hîn bilintir bike. Her çiqas dewleta Tirk binkeftina plana xwe ji raya giştî vedişêre jî, lê ew tama binkeftinê wê ji bîra wan neçe.

Dibe ku ev erîşên xwe bi awayekî dijwartir dewam bikin, ji ber ku Erdogan dixweze ku komarekî Tirkiyê ye nû çêbike û ev komar modelekî herî faşîst di dîroka Tirkiyê de heta di cîhanê de rol bilîze, di Rojhilata Navîn de serwer bibin û di cîhanê de weke împaratoriyeke nû derkevin ser dikê û dîktatoriya xwe ferz bikin. Armanc dikin ku projeya xwe heya 2023 temam bikin. Ji ber vê di salên dawî de artêşa xwe ya çete avakirin û bi rêya wan gavan davêjin, ji xwe ev ji bo artêşa dewleta Tirk mîna derbeyekî mezine.”

‘WÊ TEKNÎKA VÊ SERDEMÊ NIKARIBE LI PÊŞIYA ŞOREŞÊ BISEKINE’

Fermandarê HPG’ê Rizgar Êrsî bi domdarî ev nirxandin kir: “Niha gelê me jî raya giştî jî mereq dike ku çawa gerîla li hember ewqas teknîk, balafir, tang û top dikare xwe biparêze û derbe li dijmin bide. Gerîla ne weke mirovên asayî ne. Çima ji ber gerîla li ser hîmên felsefe û bîrdoziya Rêber Apo weke mirovên azad bi vîn û îradeyekî mezin biryar dane ji bo gelê herêmê azad bikin, di nav civakekî demokrat û wekhev bijîn, xwe feda bikin. Ji ber vê yekê ev serdema ku têda teknîk pêşketiye û bi hêz e, nabe sedem ku gerîla gav paşda bavêje. Bê guman wê gerîla ji bo pêkanîna vê armanca mezin xwe biparêzê. Ji bo vê gerîla dizane wê xwe bi çi awayî li hember teknîka vê serdemê biparêzê. Ango wê ev serdem bi tevahî teknîka xwe ya pêşketî nikaribe gerîla bide rawestandin, wê gerîla her biherike û li gorî pêwîstiyan xwe ava bike. Gerîla biryara vê yekê ji zû ve daye û wê li ser biryara xwe be.

‘YÊN ALA SERKETINÊ LI MEYDANA CENGÊ RAKIRIN HER GÊRÎLA YE’

Berê jî me anî bû ziman, dibe ku dijmin hin deveran bigre û gerîla derbas bike, lê qabîliyeta û menawraya gerîla di astekî jor de ye ku di nav dijmin de xwe bi cih bike û jêra bibe weke tirsekî mezin di nav pêkhateya wan de. Ango gerîla gihîştiya wê astê ku di nav dijmin de bikaribe xwe biparêze, bi cih bike, derbe lêxe û rêya serkeftinê diyar bike. Me gelek pêvajoyên ji vê girantir derbas kir, lê di dawiyê de yê ku mohra xwe li serkeftinê da, yê ku ala serkeftinê di meydana cengê de rakir dîsa gerîla bû.

‘HEGER DEWLETA TIRK WERE ŞIKANDIN WÊ JIYANEKÎ AZAD,DEMOKRAT Û DADWER AVA BIBE’

Heger li Kurdistanê artêşa dewleta Tirk a dagirker bin bikeve wê li Rojhilata Navîn taybet jî li Kurdistanê jiyanekî azad û demokrat were ava kirin. Dibe ku ev bandora xwe jî li cîhanê bike û pêşî li vî şerî qirêj were girtin. Ji ber binkeftina artêşa çete ya Tirk tê wateyê serkeftina civakê û bidestxistina azadiya heremê bi tevahî ye. Bi taybet jî serkeftina tekoşîna gelê Kurd a ku bi sedan salan di nav tekoşînekî bê navber de dijî. Dîsa heger ev dewlet li Kurdistanê bin bikeve wê di dada civakî hesabên cidî ji wan bê xwestin û wê her mirovekî Kurd li ser axa xwe rehet bijî û gelê Tirk jî wê ji zilma Erdogan rizgar bibe.

‘GERÎLAYÊ XWE NÛ KIRÎ WÊ BI MISOGERÎ BI SERBIKEVE’

Di sedsala 21’ de gerîla edî weke berê nêzî şer nabe. Bi guhertin û veguhetinê bi şiklekî pispor xwe kûr kirî û ji kevneşopiyên berê xwe rizgar kirî ji bo vê dikare encama dawî di nava cengên giran de diyar bike. Ji ber êdî gerîla profesyonal bûye. Kare ku sed kes bikaribe bike tîmekî gerîla ya 4 kesî dikare di vê serdemê de bi wî karî rabe. Ango kêrhatiya gerîla di hemû waran de billind bûye. Li gor demên bihurî hîn bêhtir bi displîn û rêxistinkirî bûne. Tevahî hêzên me di mijara ji nû ve avabûnê bi israr in û wê ev israr bighê encamê, dagirkeran werin têk şikandin û welatekî azad avan bibe.”