'Ferhat Tepe bi wêrekî bû dengê gelê xwe'

Nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, beriya bi 26 salan hate qetilkirin.

Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlisê Ferhat Tepe 26 sal berê hat revandin û kuştin. 26 sal borîn, lê heta nhia kujer nehatin darizandin. Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe, diyar kir ku ji ber birayê wê bi wêrekî û bi eşk nûçe çêkirin, bû hedef û wiha got: “Wêrekî û serî netewandina Ferhat û Apê Mûsayan ya bi eşq nûçe çêkirin û rojnamegerî kirin îfadeya sekna Çapemeniya Kurd nîşan dide." 

Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Bêdlîsê Ferhat Tepe 26 sal berê hate revandin û hate kuştin. Di 28'ê Tîrmeha 1993'an de dema Ferhat Tepe ji mala xwe ya Bedlîsê derket, ji aliyê 3 kesên çekdar ve hat revandin. Cenazeyê Tepe 10 roj şûnde li ser rêya Xarpêtê nêzî Gola Hazarê hat dîtin. Di rapora otopsiyê de sedema mirina Tepe wekî ku "Bi avjeniyê nizane û di avê de fetisî ye" derbasî qeydan kirin. Maşîneya ku Tepe pê revandin piştre li pêş Qereqola Navçeya Navendî ya Bêdlisê hat dîtin. Tevî hemû serlêdanen malbatê rayedarên dewletê qebûl nekirin ku Tepe di bin çavan de ye. 
 
GEF LI MALBATÊ XWARIN
 
Wê demê bavê Tepe Îshak Tepe Serokê Rêxistina Partiya Demokrasiyê (DEP) ya Bedlisê bû. Beriya ku Ferhat Tepe bê revandin, Fermandarê Tugaya 6’emîn Zirxî ya Tetwanê Tuggeneral Korkmaz Tagma bang li Îshak Tepe kir û jêre got 'Hûn çima karê dewletê nakin û alîkariyê bi teroristan re dikin. Çima hûn dewletê wekî tawanbar nîşan didin. Dewlet sûc nake. Dewlet cînayetan nake. Kurê te di rojnameyê de van tiştan dinivîse. Tiştekî wisa tune ye' û gef xwarin. Piştî vê gefa Tagma Tepe hat revandin û kutin. Li gel vê gefa Tagma tu lêpirsîn nehat kirin û heta niha aqûbeta kujerên Tepe ne diyar e û hêj kujer nehatine darizandin. 
  
DMME TIRKIYE MAHKÛM KIR
 
Malbata Tepe ku li Tirkiye ji hiqûqa navxweyî encam negirtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME bi sedema ku Tirkiye yêpirsînek çalak nekiriye, Tirkiye bi 28 hezar avroya Tirkiye ceza kir. Disa hewldanên malbatê yên li Tirkiye bê encam man. 14 kesên ku li Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Amedê bûn şahid ku Tepe rastî îşkenceyê hatiye, tu carî îfadeya wan nehat girtin û dadgehê li wan guhdar nekir. Ji bo ku Parêzerê malbatê Şevket Epozdemir dest ji dozê berde gelek caran rastî gefan hat. Welatî Taner Şarlak ku bû şahidê kuştina tepe piştre ji ber "Wîcdanê wî qebûl nekir" axivî û got: "Tepe li girtîgehê bi boriya avê ve girê dabûn. Kekên di ber wî re derbas dibûn digotin 'ev rojnameger e' û li wî didan." Şarlak, diyar kiribû ku ji ber di doza DMME'ê de îfadeya şaş daye 13 sal in ezabê wîcdan dijî. Şarlak piştre ji rojnameyê re axivî bû û diyar kiribû ku pir poşman e.
 
'KORKMAZ TAGMA KUJERÊ KURÊ MIN E' 
 
Dayika Tepe Zubeyde Tepe,  ji MA'yê re axivî û diyar kir  li gel kujerê Tepe diyar e jî hêj kujer nehatine darizandin û wiha got: "Wê demê me serî li hemû deriyên dareyadan da. Fermandar Korkmaz Tagma kujerê kurê min e. Dewlet wî  mahkeme û ceza neke. Midûrê Polîsan ê Bêdlisê got 'Ev yek nayê qebûlkirin. Çawa dibe ku hatibe revandin'. Ez çûm Qereqola Garnizonê ya Tetwanê. Min got 'Kurê win winda ye. Ger ku tiliya Korkmaz Tagma di nav d hebe jêre bêjin bila kurê min berdin. Min got bi revandinê pirsgirêk çareser nabe. Wan jî got 'Rojê 10 esker tên kuştin' min jî got 'Ger ku bi kuştina kurê min wê kuştina eskeran û mirovan raweste ezê bi kuştina kurê xwe razî bim.' Min aqûbeta kurê xwe ji Suleyman Demirel, Mehmet Agar û Tansu Çiller jî pirsî. Min daxwaznameya winda da hemû rayedaran. Lê hemû daxwaznameyên min bê bersîv man. Piştî kurê min revandin çend roj şûnde kesên xwe wekî “Tugaya Tolhildana Tirk" pênase kirin, bi telefonê li Îshak geriyan û gotin:  “Kurê we di destê me de ye. Agahî nedin tu kesî. Hûnê turîstên ku PKK’ê revandine bînin' Tu yê avahiya DEP'ê bigire. Tuyê fidye bide me.' û gef li bavê Ferhat Îshak xwarin." 
 
BI EŞQ ROJNAMEGERÎ DIKIR' 
 
Dayik Tepe, anî ziman ku kurê wê Ferhat Tepe bi eşqek mezin karê rojnamegeriyê dikir û wiha bi dawî kir: "Dema li Bedlisê rojnamegerî dikir her dem diçû nûçeyên gundên hatin şewitantin çêdikir. Her dem nûçeyên siyasetmedarên Kurd ên dihatin revandin û kuştin dikir nûçe. Ji ber ve yekê hat qetilkirin. Qatilê Kurê min Korkmaz Tagma ye. Tevê kujerê kurê min diyar e nayê darizandin. Hemû alem vê yekê zane. Ew qatilê gelek kesên li herêmê hatin kuştin e. Em dixwazin kujer bên darizandin û edalet cihê xwe bibîne. Ji bo vê yekê wekî dayik em diçin Qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam dikin."