Farisogûllarî: Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin

Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari anî ziman, çalakiyên provokatîf ên li pêşiya avahiya HDP'ê ya Amedê beşek ji şerê taybet ê AKP'ê ye û bang li malbatan kir ku nekevin xefika AKP'ê.

Hin kesên ku îdia dikin ‘HDP’ê zarokên wan birine çiyê’ û tê gotin ku ji hêla polîsan ve hatine birêxistinkirin, li ber avahiya HDP’ê çalakiyê li dar dixin. Her wiha malbatên leşker û polîsên ku gerîlayên HPG’ê girtin jî tev li vê çalakiyê bûn.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllarî rûniştina hin malbatan bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan biriye çiyê” û êrîşên li dijî avahiya wan nirxand. Farisogûllarî da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê ji bo HDP’ê di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin dest bi lîstikek nû ya siyasî kirin e. Farisogûllarî anî ziman ku bûyera provokatîf a li ber avahiya wan hatiye destpêkirin parçeyek ji şerê taybet ê AKP'ê ye û wiha axivî: “Bi salan e li ser partî, siyasetmedar, xebatkar û siyaseta demokratîk polîtîkayên çonk danînê di dewrê de ne û bi van polîtîkayan dixwazin HDP’ê bêîtibar bikin. Polîtîkayên AKP’ê yên qeyûm û malbatên îdia dikin ku zarokên wan birine çiya hemane. Raste dema zarokên mirov winda bibe mirov bi fikare. Lê belê cihê lêgerînê ne HDP, cihê lêgerînên buroyên şer ên AKP’ê ne. Divê hemû ev malbat berê xwe bidin avahiyên AKP’ê û pirsa zarokên xwe ji AKP’ê bikin. Bila tu malbat neyê lîstika AKP’ê. Berî çend rojan malbatek ji Gêlê hat û li ber avahiya me dest bi rûniştinê kir. Zarokê wê yê îdia dikir, bi xwe ji çapemeniyê re axivî û got, 'ez ji ber zordestiya malbata xwe revîme. Malbata min dixwaze min bide zewicandin ez naxwazim. Ji bo vê yekê ez ji malbata xwe dur ketim'. Ev bûyer gelek aşkera bû ku polîsan ev dayik şandin li ber avahiya me. Piştî ciwan ji çapemeniyê re axivî û ciwan ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.”

‘ARMANCA WAN EW E HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’

Farisogûllarî destnîşan kir ku malbatên hatine li ber derê avahiya wan rûnîştîne ji aliyê polîsan ve hatine şandin û ev tişt got: “Ji bo partiya me di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin dest bi lîstikek nû ya siyasî hatiye kirin. Ev pir aşkera tê zanîn, avahiya partiya me 24 demjimêran di bin çavdêriya kamerayên polîsan, maşîneyên zirxî de ye. Heke hêzên emniyetê vê yekê dîtibin û mudaxele nekiribin, ev yek sûc e. Her wiha ev arastekirina malbatan a piştî tayînkirina qeyûman em pir baş dizanin ku ev arastekirinek taybet e. Berî çend roj berê malbat hatin ber deriyê me, lê zarokê malbatê li mûdiryeta polîsan derket. Mûdiryeta polîsan malbatek me dinê arasteyî avahiyek din a partiya me kirine û agahiyên ku zarokên wan şandine Sûriyeyê dane wan. Di daxuyaniya malbatê de aşkera bû ku mûdiryeta polîsan malbatê şandiye ber avahiya me. Li ber kamerayên nûçe pêşkêşî wan tê kirin û li ber çavên polîsan malbat êrîşî partiya me dikin û camên me şikandine. Ancak tevî ku ev êrîş sûc in jî lê polîsan mudaxele nekiriye û bûne şîrîkê vî sûcî. Em bi israr vê dibêjin; yek aliyê van tewanbarkirin û derewan heye. Dixwazin berxwedana li dijî qeyûman bilind dibe bişkînin û partiya me HDP krîmînalîze bikin. Ji xwe piştî bi rêya Suleyman Soylu malatên bi Erdogan re axivî ev rastî derxist holê.”  

POLÎSAN BI WESAYÎTÊN XWE MALBAT ANÎN LI BER AVAHIYA HDP’Ê

Hêjayî gotinê ye ku leşkerê bi navê Muslum Altintaş dema ku di 2’yê Cotmeha 2015’an de li Pulumur a Dêrsimê leşkerî dikir, ji hêla gerîlayên HPG’ê ve hate girtin. Kesê bi navê Vedat Kaya di 24’ê tîrmeha 2015’an de li Licê û Sedat Yabalik jî di 28’ê Tîrmeha sala 2015’an de ji hêla gerîlayên HPG’ê ve hatin girtin. Malbatên van leşker û polîsan jî tev li çalakiya li ber avahiya HDP’ê bûn. Hat gotin ku polîsan di danê sibehê de ev malbate li malên wan hilgirtine û bi wesayîtên xwe anîne ber avahiya HDP’ê. Di dema çalakiyê de hat dîtin ku xwarin û vexwarina van malbatan jî ji hêla polîsan ve tê pêşwazîkirin.