'Ez ji bo zarokên xwe li ber xwe didim'

Hayriye Demîr ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku emrê wê i ber deriyê zindanan derbas bûye. Demîr got, "Em naxwazin mirov li zindanan bimirin, lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe."

Berxwedana grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin, meh û demsal li pey xwe hiştin. Greva birçîbûnê 1'ê Adarê li girtîgehan hemûyan belav bû. 15 girtî jî 30'ê Nîsanê dest bi rojiya mirinê kirin.

Dayika bi navê Hayriye Demîr ku 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û yek jê 67 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê axivî û xwest, demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

'JIYANA MIN LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHAN DERBAS BÛYE'

Demîr diyar kir ku hemû jiyana wê li ber deriyên girtîgehan derbas bûye û wiha axivî: "Min bav û hevjînê xwe di êşkenceyê de winda kir. Ji ber zarokên xwe bi fikar im. Keça min 15 sal ceza girt û ev 10 sal e girtiye. Kurê min 36 sal ceza girt û 26 sal e girtiye. Kurê min ê din 6 sal û nîv ceza girt û 2 sal şûnde wê bê berdan. Ez niha tevî her tiştî ji bo zarokên xwe li ber xwe didim. Kurê min Dînar Demîr li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û 67 roj e li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Çend roj berê çûye girtîgehê û girtî pir zihîf bûne û nikarin li ser pêyan bisekinin. Rûyê wan spî, destê wî dilerize û rûyê wî bûye birîn. Rewşa hevalên wan ê koma yekem girane û rewşa wan her ku diçe xirab dibe. Dema ez diçim girtîgehê û ez kurê xwe û hevalê wî di wê rewşê de dibînim kezeba min dişewite."

'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Demîr bilêv kir ku wexta ew diçin girtîgehê jî ji dêvla ew moralê kurê xwe baş bikin kurê wê moralê wan baş dike û ev tişt got: "Di dema hevdîtinê de em tim behsa derve dikin û li hemberî bêdengiya li derve bi hêrs in. Divê em bibin dengê girtiyan. Dixwazin em dayik bibin dengê wan. Em jî nasekinin û em ê qet jî nesekinin. Bila ne dayikên Kurd ne jî yên Tirk negirîn. Em aştiyê dixwazin. Wexta zarokên me bimirin tu wateyeke jiyanê jî namîne."

'BILA DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'

Dayik Demîr di axaftina xwe de bang li rayaderên dewletê kir ku demildest dawî li tecrîdê bînin û got: "Çi ji destê me bê em ê bikin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî darbest ji girtîgehan derkevin. Bila kezeba dayikan neşewite. Em bang li Wezareta Dadê û Welatên Ewropa dikin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Bila zarokên me nemirin. Bila her kes xwe bixe şûna me. Lê em şûnde gavê navêjin. Encam çi dibe bila bibe wê zarokên me bi ser bikevin. Bila Leyla Guven bijî, Leyla gul e bila gul neçilmise. Weke her demê û tim tim dibêjin, dîsa dibêjin; Berxwedan jiyan e."