'Ez ê heta dawiyê xizmetê ji hevrêyên xwe yên şehîd re bikim'

Gerîla Simko ji bo karê dibêje; "Erk û berpirsiyartiya herî pîroz û mezin ew e ku mirov xizmetê ji hevrêyên xwe yên şehîd re bike."

Gerîlayê bi navê Simko Rojhilat ku ji paşnavê wê jî diyar dibe bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di nava gerîla de jî berpirsiyarê şehîdgehê ye û çar sal e vî karî dike. Gerîla Simko ji bo karê dibêje; "Erk û berpirsiyartiya herî pîroz û mezin ew e ku mirov xizmetê ji hevrêyên xwe yên şehîd re bike."

JI BO ME PÎROZMENDIYA HERÎ MEZIN HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD IN

Gerîla Simko di destpêka axaftina xwe de dibêje, "Di nava jiyana PKK'ê de erkê herî mezin ew e ku mirov xizmetê ji hevrêyên xwe re bikin. Bi taybetî ji hevrêyên xwe yên şehîd re. Gava heval berpirsiyartiyekê bi vî awayî dan min ez gelek bextewar bûm. Heya ku ez hebim di nava PKK'ê de çi erk û berpisiyartî bikeve ser milê min ez ê pêk bînim. Ez vî karî ji dil û can dikim. Ez bi karê xwe jî gelekî kêfxweş dibim. Di vê zanabûyînê de me ku keda ez didim vala naçe. Ji bo me pîrozmendiya herî mezin jî hevrêyên me yên şehîd in. Ji ber vê jî mirov çiqasî xizmetê bike û westandin jî hebe lê gava mirov tê li ser mezelên hevalên xwe mirov dilrehet dibe." 

Simko balê dikişîne li ser mijara ewlehiyê jî û dibêje; "Her wiha di hêla ewlehiyê de zehmetiyên xwe hene. Ji bo vê yekê jî em nikarin qandî ku tê xwestin xizmet bikin û xweyîtî lê bikin. Lê tevî wê jî em cardin tên karê xwe dikin. Ya rast neyar ji goristanên me jî ditirse, tehemûlê wan nîne. Hin mezelê hevala hene zerar dîtine ji ber êrîşên hewayî. Goristana Xakurkê sala 2009'an bi awayekî fermî li ser navê hevrê Bêrîtan Hêvî ango Gulnaz Karataş hatiye avakirin."

ŞEHÎDGEHÊN ME NIRXÊN ME YÊN HERÎ GIRANBUHA NE

Simko di nava gotinên xwe de dibêje hevrêyên wan ên şehîd ji bo wan nirxê herî giranbiha ne û wiha dewam dike; "Ji sala 2014'an heya ku pêvajo xera bû em çend heval bi hev re bûn. Lê piştî ku pêvajo xira bû ez niha tena xwe me. Dibe ku yekser ez berpirsiyar bim, lê tevahî heval jî xwe li hember goristanê berpirsiyar dibîne. Gava pêwîstî çêdibe jî tevahî heval tên em bi hevre kar dikin. Ji ber şehîdgehên me nirxên me yên herî giranbuha ne."

Di dawiyê gotinên xwe de gerîla Simko hest û nêzîkatiyê xwe yê li hember goristanê bi van gotinan tîne ziman; "Em hevrêyên xwe yên şehîd bi serbilindiyekê mezin defin dikin. Rêya wan dişopînin û jiyana wan dijîn. Ez bi xwe ji erka xwe gelekî hez dikim. Ji xizmetkirina hevalan jî xweşhal dibim. Ez dikarim bibêjim ku heya temenê xwe yê dawî kar û xebat ji hevalên xwe yên şehîd re bikim, ez ê nikaribim kedekê weke keda hevrêyên şehîd bidim. Ji bo vê yekê ez ê heya dawî xizmetê ji hevrêyên xwe yên şehîd û partiyê re bikim."