‘Ev gel bi çekên kîmyewî jî naqede’

Bi boneya salvegera komkujiya Helepçeyê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Ev gel bi çekên kîmyewî jî naqede.”

Bi boneya salvegera komkujiya Helepçeyê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de ev tişt hate diyarkirin:

“Em jinên Êzidî komkujiya Helepçeyê şermezar dikin û cangoriyên vê qetlîamê bi bîr tînin. Ji dîrokê heta îro her li ser gelê azadîxwaz, gele ku mafê xwe yî mirovahiye dixwaze qetlîam, ferman û komkujî pêk hatine. Helepçe jî yek ji van cihan e ku di ve komkujiye de bi çeken kîmyewî bi hêzaran jin, zarok û hatin qetilkirin. Her çiqas çeken kîmyewî hatibin qedexekirin jî , ev şerê bêexlaq heya roja me ya îro didome. Ji geliyê Zîlan heya Helepçe û îro jî li Efrîn, Serekaniyê li ber çavê cîhanê ev şer hatiye meşandin. Ev jî ve dide xuyakirin ku rûye dijmin were guhertin jî di encamê de ev êrîş mirovahiyê dike hedef û armanca wê tunekirina gele azadîxwaz e. Ev gel bi çekêm kîmyewî be jî naqede.

Beramberî van êrîşên ku li ser gelê Kurd, Êzidî û Ermen û mirovahiyê hatiye kirin, gelê berxwedêr jî her dem li ber xwe dane. Ev komkujî li ber çavê cîhanê hatiye kirin lê dîsa jî cîhan bêdeng maye.

Me jinên Êzidî ev tişt dît ku heta gel xwe birêxistin û perwerde neke û yekîtiya xwe ava neke, wê nikaribe li hemberî van komkujiyan têkoşîneke bêhempa bimeşîne.

Li ser van esasen em jinên Êzidî em tu carî Enfal û qetlîama li Helepçeyê ji bîr nakin. Her wiha bi rêxistin û perwerdekirina xwe em ê tu carî nehêlin ku ne komkujiya Helepçeyê, ne ya Şengalê û ne jî Serêkaniyê were jibîrkirin. Bi têkoşîn û rêxistinkirina xwe, em ê faşîzmê hilweşînin.”