'Ev der xaka me ye, em ji vir naçin, wê dagirker biçin'

Dayikek ku li gundê Evlehe dimîne û mala wê hate bombekirin, bi vê gotinê nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk da: "Dewleta Tirk bi salan e vê derê bombe dike, ev der xaka me ye. Ne em, lê ew wê ji vê xakê biçin."

Gelê Başûr aliyekî din ê Cenga Heftanînê ye. Dibe ku rûyê herî mesûm ê vê cengê ye. Ne karekî hêsane ku rûyê vê cengê bê pênasekirin. Bi salan e bi her rengî êş dîtiye, kişandiye. Çend roj berê çûm gundê Evleheyê. Gundekî li qada Pîrbûla ya Heftanînê ye. Li binê girê Koordîne ye. Girê Koordîne ji bo herêma Heftanînê gelekî girîng û stratejîk e. Ji ber ku li navenda herêmê ye. Ji ber ku yê herî bilind e li ser ketin û derketina herêmê bi temamî serer e. Bi taybetî jî li ser gundên li derdorê. Dagirker dixwazin girê Koordîne dagir bikin. Hîn jî li herêmê di navbera gerîla û hêzên dagirker de şer diqewime.

Dagirker nêzî du hefte ne her şevê bi helîkopterên Kobra bombeyan li Girê Koordîne dibarînin û piştre leşkeran datînin ser. Her ku dagirker xwe tev didin, gerîla derbê li wan dide. Ji ber vê yekê nikarin bi pêş ve biçin. Lewma jî her roj bombeyan li gundekî dibarînin. Çend roj berê jî bombe li gundê Evlehe barandin. Dema ku çûm gund jî hawan avêtibûn malên li gund. Gel ji ber ku dest ji gund û mala xwe bernade dibe hedefa êrişên bombeyî. Dijmin ji ber ku nikare bi gerîla êrişî gundiyan dike.

Bi salane rewş bi vî rengî ye. Bînin bîra xwe bê çawa Dersim a bedew vala kirin. Yên ku Dersim neterikandin çawa kuştin. Hat bîra we? Komkujiya Dersimê ya 38'an. Ew qirkirina mezin. Gund her tim devera parastina çand, ziman, jiyan û cewhera jiyanê ye. Dijminên cewherê her tim êrişî deverên wiha dikin.

'BI SALANE ÇIYAYÊN ME TÊN BOMBEKIRIN'

Li gundê Evleheyê min çaya dayikekê vexwar ku mala wê hate bombekirin. Wê dayikê got, "Ev çiya ne yê wan e, wê çawa li van çiyayan bimînin? Her roj ava wan jî bi helîkopteran tînin kozikên wan. Bi zorê li van çiyayan dimînin. Gerîla avê dide ser milê û bi wî rengî dibe. Me dît, me şahidî jê re kir. Ev çiya çiyayê me ye. Em nikarin ji gundê xwe derkevin. Çend roj berê hinek ji hikumeta Başûr hatin. Dibêjin, 'sibehê biçin, bexçeyên xwe paqij bikin, av bidin, lê êvarê biçin devereke din'. Tirkan ev yek ji wan re gotiye. Em bexçeyên xwe, malên xwe çêdikin, ew jî êvarê bombeyan lê dibarînin.

Bi salane vê derê bombe dikin, bi salane helîkopterên Kobra her şevê li ser serê me digerin. Dewleta Tirk rojekê jî aramî neda me. Hîn jî vê dike. Gelo dinya vê nabîne, gelê Tirk vê nabîne? Kurd di demên herî zor û zehmet de li cem gelên din cih girtin, lê niha çima ewqasî bêdeng in? Ew ê ji van çiyayan biçin, ji ber ku ev çiya çiyayên me ne. Yên biçin ew in, ne em in."