Ete yê HPG'yî piştî 9 mehan bi lîlandinan hate veşartin

Gerîlayê HPG'ê Alî Ete (Zagros Bahoz) ku 6'ê Tebaxa 2018'an bi êrîşeke hewayî li Dersimê şehîd bûyî, li Mêrdînê li gel zext û zordariya polîsan jî bi lîlandinan hate veşartin.

Gerîlayê HPG'ê Alî Ete (Zagros Bahoz) ku 6'ê Tebaxa 2018'an li gel 6 hevalên xwe li Dersimê şehîd bûyî, piştî 9 mehan li navçeya Pulur a Dersimê, bi fikra ku HPG'yiyek dî ye veşartî hate dîtin.

Malbata Ete ku çûyî Pulurê bi destûra Dozgeriya Komarê ji cihê ku hatî veşartin hate derxistin û derengiya şevê anîn taxa Stesyonê ya navçeya Artûkluyê ya Mêrdînê.

Cenazeyê Ete ku bi wesayiteke taybet a ku kirê kirin anîn Mêrdînê, li ber malê bi lîlandinan hate pêşwazîkirin. Cenaze ji hêla gelek kesan ve, ku di nav wan de Parlamentera Mêrdînê ya HDP'ê Ebrû Gunay hebû hate pêşwazîkirin û piştre cenaze birin Goristana Stasyonê.

Goristan ji hêla bi dehan wesayitên zirxî ve û hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hate dorpêçkirin, nehiştin ku ji bilî xizmên Ete kes bikeve nav goristanê. Endamên malbatê bi duayan cenaze birin cihê ku wê cenaze lê were veşartin. Cenaze bi lîlandinan hate veşartin, li ber malê konê sersaxiyê hate danîn.