Esnafên Sûrê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin

Esnafên Sûrê diyar kirin ku ji ber krîza aborî bandora neyîni li wan dike, nikarin deynê xwe bidin û hatine sinorê ku dikanên xwe bigirin. 

Krîza aborî ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe derbên mezin li esnafên Sûr a Amedê dixe. Komek ji esnafên Sûrê ji ber îflasê derebe daxistin û dikanên xwe girtin. Ên mane jî diyar dikin ku ew nikarin kirya dikan bidin. Esnafan anîn ziman ku êdî bazar rawestiya ye û nikarin heqê fatoreyên xwe bidin. Esnafan destnîşan kirin ku ji ber her diçe deynê wan zêde dibe zerar dikin û vekirina dikanê li ser wan dibe barekî giran û ji ber vê yekê hatine sînorê deriyê dikanan bigirin. 

Esnaf Huseyîn Amarat anî ziman ku ew esnafê 45 salane û tişta wî di 4 salê dawî de dîtiye qet di demeke din de nedîtiye.  Amarat diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmetên yên şer krîza aboriyê her ku diçe kûr dibe û wiha axivî: “Li bazarê pere tuneye, hikûmet her tiştê xwe daye şer û pişta esnafan şikandiye. Di dema Rêveberiyên Xweser de hikûmetê navçe xira kir û tu alîkarî bi gel re nekir. Sê dikanên min hebû min du ji wan girtin. Niha ez vê dikanê jî difiroşim kes nastine. Ez nikarim kira û deynên xwe bidim. Ez êdî nikarim heqê kîra, ceyran, înternetê bidim. Çerxa kar tevahî rawestiya ye. Sedema sereke ya krîzê hikûmete, hikûmet nikare welat birêve bibe. Me îflas nekir, polîtîkayên şer ên hikûmetê em îflas kirin. Em serdema herî xirab dijîn.” 

Omer Canbey jî anî ziman, 4 sal in esnaf bi tengasiyên pir mezin re rû bi rû ne û ev tişt got: “Ez li Sûrê esnafê 35 salî me, heta niha min krîzek wiha kûr neditiye. Em wek esnaf di haleke reben û perîşan de ne. Em hemû hatine asta daxistina derebeyan. Min dikan sibê vekir, seet bû 13.00 lê min hê sifteh jî nekiriye.”

‘DIVÊ ŞER BI DAWÎ BE’
 
Azîz Dayan jî da zanîn ku feqîrî li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor û wiha pê de çû: “Krîza aboriyê zêdetirî sê sal e heye û her ku diçe kûr dibe. Li Kurdistanê bi salane şerekî qirêj tê birêvebirin. Ji bo ku li ser vê axê aştî û demokrasî neyê pêkanîn, hêzên tarî di dewrê de ne. Di pêvajoyeke ku ewqas xizanî heye, ew qas dirêjkirina şer bê wate ye. Em têra xwe jiyan, lê wê nifşên pişt me çi bikin. Divê şer bi dawî be.”

‘MIN ÎFALS KIR’

Dayan destnîşa kir ku meha duyemîne ku ew nikare heqê kîra, ceyran, av û kirêdî qerta xwe bide û got: “Ez hatime rewşa îflasê, weke hun dibînin tiştek di dikanê de nemaye û ez nikarim tiştek bistînim. Ez ê heta meha were de dikana xwe bigrim.” 

‘DIVÊ HIKÛMET BÊ GUHERTIN’

Hasan Bayram jî anî ziman ku karê wan qet nebaşe û wiha got: “Rayedar dibêjin, kriz tuneye. Lê belê bazar xwe baş dide nîşan dan. Li Tirkiyeyê hêza kirinê ketiye. Mirov ne keyfxweşin. Pêşeroja aboriya Tirkiyeyê ne pir başe. Em hêvî dikin ku di aborî bê baş kirin. Em xwe aciz bikin jî, ne kin tiştek naguhere. Ji bo krîza aborî derbas bibe, divê hikûmet bê guhertin. Divê ne tenê rêveberî bê guhertin, divê rêveberiyê bixin destê gel de. Polîtîkayên wan ne rastin. Ji ber vê krîza Tirkiyeyê mezintir dibe.”