Esnafên Sûrê: Deyn li ser deynan zêde bû, me top avêtiye

Esnafên Sûrê diyar kirin ku krîza aboriyê û tevdîrên têkildarî şewbê hatine girtin pişta esnafan şikandiye û gotin: "Ji ber kirîn û firotin tineye deyn li ser deynan zêde bûye û wiha bidome em ê top biavêjin."

Krîza aborî ya ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê rû daye her diçe kûrtir dibe. Li gel krîza aboriyê tevdîrên ku di çarçoveya şewba Covîd-19’ê hatine girtin herî zêde bandorê li esnafan dikin. Esnafên navçeya Sûrê ya Amedê destnîşan kirin ku ji krîza aboriyê û şewbê rewşa karê wan pir xirab bûye û gava tevdîr hatine girtin rewşa esnafan hatiye paşguhkirin û diyar kirin ku ji ber vê yekê perîşan bûne û gelek esnafan jî îflas kirine.

'HETA NIHA MIN KRÎZEK WIHA NEDÎTIYE'

Emîn Aydin ku 20 sal in esnaftiyê dike, anî ziman ku heta niha cara ewil e krîzeke wiha kûr dibîne û got: "Niha saet 12:30 heta vê gavê min tiştek ne firotiye. Di wextên normal de ev meh meha kirîn û firotinê ye. Esnaf di vê mehê de dikarin bixebitin, lê ji ber krîzê û pere bi welatiyan re tineye rewşa me esnafên biçûk gelek xirabe. Sibehê heta êvarî ez vala li dikanê rûdinim. Ji xwe ev 3 sale krîza aboriyê heye û bi vê ve girêdayî tevdirên dewletê yên ji bo şewbê pişta esnafan şikandiye. Şewb bandorê dike, lê ev 3 sale em di vê rewşê de ne. Li tevahiya cihanê hemû welat, di dema şewbê de ji bo welatî û esnafên xwe alîkarî kir. Lê hikûmeta me çi kir? Ji me dixwe û ji me dixwaze. Hikûmet alîkariya welatî û esnafên xwe nake û ji wan alîkariyê dixwaze."

'JI BER HESABÊN CUDA YÊN HIKÛMETÊ KRÎZ KÛR DIBE'

Aydin destnîşan kir ku ew zêdetirî 20 sale li Sûrê esnaftiyê dike û dibêje: "Heta niha min ti krîzên wiha kûr neditiye. Belê berî niha krîz çêdibûn û derbas dibûn. Lê ev bi salane berdewam dike û her diçe kûr dibe. Vê krîzê birînek kûr li gel me esnafên biçûk vekir. 3 sal e bi awayek veşartî tiştên cuda diqewimin û dewlet ji bo xwe hesaban dike. Sereke sedemê vê krîzê hikûmet e. Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê her roj dolar û zêr biha dibe û ev ji dibe sedema îflasa esnafan. Di nava 3 salan de gelek esnafan li vê bazarê dikanên xwe girtin. Wile bileh wiha biçe esnafên mane jî wê topê bavêjin."

'WELATÎ ÊDÎ NIKARIN ZEXÎRE JÎ BISTÎNIN'

Esnafê bi navê Muhammet Ateş ku zexîre difiroşe dibêje, li vê bazarê birîna hemû esnafan girane û got: "Pere bi welatiyan re nîne ku kirînê bikin û her diçe welatî xizan dibin. Ez li vir zexîre diforim rojê tenê kîloyek savar yan jî birinc difiroşim. Tenekeya ron ji 90 TL hatiye 220- 230 TL. Her diçe ji zexîre biha dibe. Berê welatî dihatin 5 yan jî 10 kîlo zexîre digirt, lê belê niha herî zêde 2 kîlo dikarin bistînin. Salên berê kirîn û firotin pir baş bû û me jî dikarî em mala xwe xwedî bikin. Çiqas dolar zêde dibe bihayê tiştan jî zêde dibe. Dibêjin dolar ketiye û dikeve, lê dikeve jî ti guhertin di bihayê tiştan de çênabe. Berî 5 salan ez 15 salî bûm min dikarî ez debariya xwe bikim, lê niha ez 20 salî me bi ti awayî nikarim debariya xwe bikim."

'ROJ BI ROJ HER TIŞT BIHA DIBE'

Esnafê bi navê Abdurahîm Aknar jî anî ziman ku ti salan bi qasî îsal zehmetî nekişandine û wiha axivî: "Roj bi roj her tişt biha dibe. Li gel aloziya aborî şewba koronayê jî li welat belav bû. Ji xwe li gel vê nexweşiyê karê me zehmetir bû. Salên bihurî me dikarî em bi çekan ji bo dikanê tiştan bistînin. Lê îsal êdî ti kes bi çekan jî tiştan nafiroşe. Ew jî li gorî xwe mafdaran ji ber ku ew jî nikarin wê çekê bi kar bînin. Pere di destê me de jî tineye. Ji ber vê yekê esnafên biçûk jî îflas dikin. Ji xwe li gel krîzê, tevdîrên ji bo şewbê jî tên girtin pişta me şikandiye. Heftiyê du rojan em girtine. Carna jî 5-10 rojan ji ber tevdîran dikanên xwe digirin. Ev jî bandorek mezin li me dike û rewşa me gelek xirabe. Lê binêre ewqas esnaf li vê bazarê hene hemû jî di dawiya mehê de li pere digrin. Berîka her kesî vala ye. Em timî deyn dikin, deyn jî heta kû derê. Êdî em nikarin deyn jî bikin. Ji ber ku dema em deyn jî dikin nikarin wî deynî bidin. Lê binêre torbeya çîmentoyê ji 5 TL hatiye 25 TL, ma ev jî rewş e? Xwedê alîkarê me be."

'EZ NIKARIM KIRAYA XWE BIDIM'

Esnafê bi navê Şefik Keskin jî da zanîn ku ew nikarin kirayên xwe bidin û wiha got: "Rewşa tevahiya esnafên Amedê ne baş e. Ji xwe heftiyê 2 rojan em dikanên xwe digrin û di nava heftiyê de jî ti firotinê nakin. Ez cil û bergên zivistanê difiroşim, divê min heta niha hemû tiştên di destê xwe de ne bifirotiba, lê hemû jî destê min de maye û ez jî nizanim ez ê niha çibikim. Ji bo ku ez van tiştan bînim dikanê jî min deyn li ser deynan kir û niha jî di nav de ma me. Wiha biçe ez ê topê biavêjim."