Erzîncan: Pêngava me piralî ye

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, wê çalakiyan, dîplomasî û karê siyasî bi hev re bimeşînin û destnîşan kir, ku ji bo şikandina tecrîdê wê hê radîkal bin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, li ser "Pêngava Rizgarkirina Rêbertî" ji ANF'ê re axivî, ku biryara vê pêngavê di 8. Civata Giştî ya KJK'ê de hate dayin.

Erzîncan diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava sîstema Îmraliyê de tê wateya tecrîdkirina jinan û got, "Şikandina tecrîdê û afirandina şert û mercên azad ji bo Rêberê me, herî zêde wezîfeya me ye, erka tevgera azadiyê ya jinê ye."

'BI AZADIYA OCALAN RE EM Ê AZAD BIBIN'

Erzîncan anî ziman, ku bi azadiya Ocalan re jin û gel wê azad bibin û destnîşan kir, ku ev her du bi hev ve girêdayî ne. Erzîncan wiha dewam kir: "Jin çiqasî ji bo azadiyê bixebitin û civakê ji nû ve ava bikin, wê ewqasî nêzî azadiya Rêbertî bibin. Ev ji hev cuda nîne. Bi hev ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, me ji bo civata xwe dirûşma 'Em sîstema Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi awayekî azad bijîn' destnîşan kir."

'EM Ê BILEZÎNIN'

Besê Erzîncan ragihand, ku ji bo parçekirina vê sîstemê, Tevgera Azadiya Jinê wê ji her alî ve bilezînin, bi xurtî bixebitin û got, "Di heman demê de, ji bo nêrînên Rêbertî hê bêhtir belav bibin û bên vegotin, ji bo jiyana azad bê xurtkirin, em ê bi xurtî bixebitin."

QONAXA YEKEMÎN HETA 25'Ê MIJDARÊ YE

Erzîncan diyar kir, ku heta 25'ê Mijdarê wê di qonaxa yekemîn de çalakiyan li dar bixin, dîplomasiyê û karê siyasî bimeşînin. Erzîncan destnîşan kir, ku ji bo şikandina tecrîdê wan biryar dane hê bi radîkal tevbigerin. Besê Erzîncan bi bîr xist, ku çalakiyên li hemû parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Ocalan tên lidarxistin bi pêşengiya jinan pêk tên û got, "Bi vê biryara xwe ya pêngavê re em dixwazin çalakiyan xurtir bikin. Di vê mijarê de em bi biryar in."