BI DÎMEN

Êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava ji aliyê gelê Qedîlê ve bi mîtîngek û daxuyaniya çapameniyê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember êrîşan cihekî ya şermê ye.

Li Qendîlê di mîtîng û daxuyaniya çapmeniyê ya rêveberên Tevgera Azadî, hevşerdarên Binarê Qendîl jî amadebûn de, êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava hatin şermezarkirin.

Di belavoka li ser navê gelê Binarê Qendîlê hate xwendin de, van cure êrîşan qebûl nakin, ev êrîş êrîşên topyekûn ên li dijî destkeftiyên gelê Kurd in.

Welatiyên Qendîlê yên ku ji ajanasa me re axivîn, li hember êrîşan nerazîbûnên xwe diyarkirin.