Eren: Kurdan dewleta TC'ê baş nas kirin

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bal kişand ser kiryarên rejîma Erdogan û got, "Erdogan bi kiryarên xwe kir ku Kurd dewleta TC'ê baştir nas bikin."

Eren tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir, li dijî tecrîda heyşt salan zêdeyî du sed rojî greva birçîbûnê hate kirin.

Eren cangoriyên vê berxwedanê bi bîr anî û destnîşan kir, rojeva ku bi vê berxwedanê afirî û bandora li raya giştî ya navneteweyî kir, bû sedem ku rejîma Erdogan-Bahçelî tengav bibe.

Eren anî ziman ku rejîma AKP-MHP hem ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bike, hem jî di hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê de dengên Kurdan werbigirin û bi ser bikevin hişt ku hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û got, "Bi pêkanîna hevdîtinan re xwestin dengê Kurdan werbigirin, nebe jî bikin ku Kurd hilbijartinê boykot bikin. Lê belê bi vî rengî nebû. Zêde bilêv nekin jî Erdogan tiştek bi Kurdan da qezençkirin. Bû sedem ku Kurd dewleta TC'ê baştir nas bikin. Bi bandora polîtîkayên Erdogan û Bahçelî Kurdan TC baştir nas kirin.

Ji ber ku piştî hilbijartinê ne malbatê ne jî parêzeran nekarîn biçin Îmraliyê pirs û fikar ketin mejiyê mirovan ku destûra ji bo hevdîtinan ji bo hilbijartinê bûye. Careke din hate dîtin ku AKP-MHP weke amûreke ji bo serketina di hilbijartinê de li pirsgirêka Kurd dinerin ku pirsgirêka herî mezin a Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Careke din eşkere bû ku kî alîgirê aştî, biratiya gelan û demokratîkbûnê ye û kî alîgirê faşîzm, qirkirin, xwîn û kuştinê ye."

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN JI BO DAGIRKERIYÊ

Eren êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina sê parçeyên Kurdistanê, gefên dagirkeriyê, di çarçoveya derba ku bloka AKP-MHP'ê di hilbijartinê de xwar wiha nirxand:

"Di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê de dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike. Naxwaze ku Kurd weke civakekê, weke gelekî bimîne. Dixwaze Kurdistanê bike xaka Tirk. Bi vî rengî dixwaze beşa Kurdistanê ya di dema hilweşîna Osmanî de winda kir ji nû ve bi dest bixe. Bi sûdwergirtina ji konjonkturê dixwaze vê bike. Ji bo vê jî xwe pêşkêşî bazarê dike. Ji bo armancên xwe yên mêtingeriyê dixwaze destê xwe xurt bike. Meseleya S-400'î heye. Bi vê yekê dixwaze di nava hêzên rojavayî de ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê destekê werbigire. Dijminatiya xwe ya li Kurdan gihandiye asta polîtîkayeke navneteweyî ya dagirkirina Kurdistanê. Lewma gefeke mezin li gelê Kurd tê xwarin. Ev gef jî bi têkoşîneke xurt dikare ji holê bê rakirin. Dema ku bi têkoşîna gelê Kurd hate têkbirin wê hingî bê ser hişê xwe. Ji ber ku bi vê zane êrîşî hêzên gerîla dike, êrîşî dînamîkên têkoşînê yên gelê Kurd dike."

Eren destnîşan kir ku divê ev armancên TC'ê ti carî neyên jibîrkirin û got, "Lewma gelê me yê li Bakur, Rojava û Başûr divê bi rengekî hevgirtî û yekîtî têbikoşin. Gerîla ji xwe li ber xwe dide. Eger têkoşîna li Başûr û Rojava li gel berxwedana gerîla bi rengekî paralel bi rêxistinî û xurt bê meşandin, hingî wê di nava çend mehan de ev dijmin têk biçe. Ji ber vê yekê rêxistiniya xweparastinê ya ciwanên Başûrî, çalakiyên mertalên zindî watedar in. Lê belê divê hîn xurtir bibe û girseyî bibe."