Eren: Erdogan rastiya dîn berovajî dike

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren mijarên di rojevê de nirxand. Eren rastiya dîn, deshilatdariya hikumeta AKP-MHP’ê, dagirkirina axa Kurdistanê, qirkirina li ser gelên heremê û gefên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren tevlê bernama Rojeva Welat bû û mijarên di rojevê de nirxand. Eren rastiya dîn, deshilatdariya hikumeta AKP-MHP’ê, dagirkirina axa Kurdistanê, qirkirina li ser gelên heremê û gefên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê nirxand ji  Rojnamevan Enes Yildiz re nirxand.

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren di despêka axaftina got, Erdogan rastiya dîn û islamê berovaji dike û wiha berdewam kir, ‘‘ Berxwedanek bi pêşengiya çalakiyên grevên birçîbûnê hebû ku 200 rojî dom kir. Vê jî rojevek balkêş çêkiribû. Him li raya giştî ya Bakurê Kurdistan û Tirkiyê him jî li raya giştî ya demokrat ya cîhanê rojevek balkêş çêkir. Di vê pêvajoyê de hilbijartinê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ketin rojevê. Di  wê pêvajoya de parêzer û malbatan serdanî Îmraliyê kirin. Zindan dixwest textîkên şerê taybet bi kar bîne. Ev jî ji bo ku em bizanibin di bingeha xwe de şerê li himberî Kurd, di bingeha xwe de li Îmralî tê kirin. Berxwedana girîng û stratêjîk ya bingehin jî li Îmralî tê kirin. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk êrîşkariya ku li dijî gelê Kurd bi rêve dibe, bi çi konsptê, bi çi armancê,  operasyonê qirkirinê li himberî gel dike. Bi kîjan taktîk an jî bi kîjan rêbazî bi rêve dibe, ew jî tecrîda ku li Îmralî bi rêve diçe li wir xwe dide pêş. Xwiya bû ku AKP’ê û MHP’ê li beramberî gelê Kurd şerekî taybet ku tê de milê wî yê leşkerî li pêş, aliyê wî yê girtin û qirkirina siyasî li pêş dike. Ev tecrîda ku li Îmraliyê  tê danîn, dema ku parêzer çûn Îmraliyê û daxuyanî hatin dayîn û ji aliyê gel û rêxistina me ve hate ziman ku tecrîd bi tevahî ne hatiye şikandin. Ispat bû ku dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP’ê û MHP’ê ev operasyonê xwe yê qirkirinê bi çarçoveya şerê taybet jî  dimeşînin.  Ji bo wê jî AKP’ê MHP’ê ji bo ku Stenbol di hilbijartinê de bi ser xin ji ber ku Stenbol cihekî stratêjîk bû,  gotina wan ew bû: “Kî li Stenbolê bi ser bikeve, li Tirkiyê bi ser dikeve û kî li Stenbol bi bin keve li Tirkiye jî li bin dikeve.” Ji bo jî, ji bo ku li Stenbol bi serkevin xwestin HDP’ê bigrin û piraniyê wan jî Kurd in, wê demê xwestin mesajekî bidin û Kurdan bixapînin. Ji bo vê yekê pêvajoya hevdîtinê parêzer û malbatan, li gel Serokatî û li gel hevalên din li Îmralî xwestin di vê çarçovê de bi kar bînin, lê di hilbijartinê de bi ser ne ketin. Raya giştî ya Kurd û dengdêrên HDP’ê ne hatin leyîstokên wan yê şerê taybet. Hedefa xwe negirtin, ji bo vê yekê piştî hilbijartinan carek din hevdîtinên parêzeran û malbatan bi Serokatî re qut kirin. Ev yek dihate zanîn, ji ber ku me got şerê bingehîn yê dewleta Tirk li Îmralîyê dimeşe. Taktîkên wan çi bin esas di Îmraliyê de dimeşin. Bi xwe Îmralî merkezê şer e. Ji bo vê yekê jî her êrîşekî ku bidin despêkirin, pêvajoya dagirkeriya ku despê dikin gavên despêkê li îmraliyê despê dikin. Heman rêbazî dimeşînin. Mînak em behsa tecrîda li ser Îmralî dikin, lê di roja me ya îro de li Tirkiyê ji bilî AKP’ê MHP’ê yê ku di bin tecrîdê de nîne kî ne? Kî dikare mafê xwe biparêze? Kî dikare fikir û ramanên xwe bîne ser ziman? Kî dikare li beramberî vê hikûmeta faşîst bi çarçoveya mafên demokratîk çalakiyekê li dar bixe? Kî dikare bi rengekî azad di çapemeniyê de biaxive? Kesên ku berê di Tirkiyê de Serokkomar bûn, kesê ku di Tirkiyê de Serok wezîrtî kiribû û dewlet bi rê ve bir jî, di roja me ya îro de jî di çapemeniya dewetê de nikare biaxive. Ji vê yekê zêdetir mirov çawa dikare tecrîdê bîne ser ziman. Ji bo vê yekê jî sîstema ku li Îmraliyê dimeşe, dagirkeriya ku li Kurdistanê dimeşe heman reng e. Êrîşên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de dimeşin, tiştê ku li Îmraliyê dimeşin ew e. Lê belê Îmralî merkez e. Ji bo wê jî heya ku tecrîda li Îmralî neyê şikandin. Êrîşên ku li Îmralî tên kirin li hember Serok û hevalên me yên li wir, heya ku neyên têk birin ne gengaz e ku tecrîda ku Tirkiye bi xwe jî tê de ye û tecrîda li Bakurê Kurdistan ya ku li ser gelê Kurd dimeşe ne gengaze ku rabe. Ji ber ku tecrîd di roja me ya îro de gihiştiye asta ku siyaseta faşîst ya dagirker AKP’ê MHP’ê hişt ku dewleta Turkiyê di dunyayê de xwe tecrîd bike. Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Sîstema Erdoxgn û Bahçelî tenê armancek wê heye, dixwaze Kurdan qir bike. İnsanê çepgir yê demokrat, heya insanê lîberal yê ku di Tirkiyê de li gor pîvanê yekîtiya Ewrûpa behsa mafan dikin jî di nav de. Dixwaze van hemiyan tune bike û tesfiye bike. Ji bo ku wan tesfiye jî bike hêz, destek û alîkarî ji wan re pêwîst e. Ev destek û alîkarî jî ji derve pêwîste ku were. Ji ber ku dewleta Tirk tenê bi hêza xwe ya hundirîn nikare Kurdan qir bike an jî tesfiye bike. Ji bo vê yekê pêwistiya wan bi têkiliyên din yên navneteweyî heye, ji bo vê têkiliyan çêdike. Têkilî jî ji ber ku li dijî mirovahiyê ne, li dijî demokrasiyê ne, dibe sedem ku di raya giştî ya dunya yê de, tecrîdekî giran li ser xwe jî bide çêkirin. Ji bo vê yekê ev bi hev ve girêdayî ne. Siyaseta hundir merkeza xwe di Îmralî de diyar e. Dewleta Tirk dixwaze çi bike, çi siyasetê dimeşîne di vê pêvajoyê de li himberî hêzên azadî xwaz, demokratîxwaz jî di Îmralî de diyare . Di hindir û derve de jî tecrîdek giran hatiye çêkirin û yê diaxive tenê Erdogan e. 24 seatan êdî milet jê nefret dike, heya alîgirên wî jê nefret dikin. Çima di pêvajioya şaredariyan de derneket? Ji ber ku dît her kes ji Erdogan nefret dike. Ji ber ku her roj derdikeve. Çîrokeke Sedam heye, Sedam demekê şev di nav gel de digere, ziyaretan dike. Diçe kîjan malê di Tv’yê de tenê dîmenên wî hene. Bi xwe aciz dibe û dibêje saziya çapemeniya xwe: “Min kêm bikin, karton filmek heye wê bidin ser”. Êdî Tikiye jî ketiye vî halî ji bo vê yekê jî ji bilî Receb Tayib Erdogan û Dewlet Bahçelî tecrîd li ser her kesî heye. Ew jî d dinyayê de tecrîd bûne. Rewşek bi vî rengî li Tirkiyê de tê jiyîn.’’

LI IMRALIYÊ DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Eren aloziya li Tirkiyê bi xalên girîng dest nişan dike û armanca tecride wiha tîne ziman;‘‘Dewleta Tirk demek hişt ev çareser bibe, durist nêzî mijara Kurd nebûye. Pêvajoya ku di nav tecrîda Îmralî de dihate kirin ji 2009’an û şûn ve heya 2013- 2014’an di wê pêvajoyê de jî eşkere bû ku derdora siyasî nerm bike û qir bike. Bi hişkatî ne dikarî ji bo vê jî bi nermahî xwest bike. Xwest Serokê me jî bîne leyîstokekê,lı gor xwe tevgerên siyasî, çi tevgera azadî ya Kurd çi jî tevgerên demokrasî û welatparêzên Kurd hemû bi rengekî bîne xefkê û bikaribe bi rengekî nerim tesfiye bike. Sedema ku AKP’ê Kurdan bi kar tanî ev e. Sedema ku AKP’ê Tirkiya kire dewletjî ew e Nermbûna Tirkan li ser Kurdan ji bo vê yekê ye, ji ber ku ya din laîkgir û netewperest bûn û hişk bûn û bi vî rengî dihate xwiya kirin. Bi şêwazekî islamî û nerm ometa islamê bi navê biratiya islamê xwest ku nerim bike û ji tekkoşînê dûr bixe. Kurdan bîne leyîstokê û tesfiye bike. Ji bo vê yekê jî gotinên Serok mebdeya Serokatî ye. Serokatiya me dema ku li Rojhilata Navîn jî bû ku şahidên wê hene, rojnamevanê Tirkiyê yên ku çûn gel Serok di demên 89’an û 90’î de jî Serokatiya me her dem xwestiya ku pirsgirêka Kurd bi rêbazekî aşîtyane, demokratîk çareser bike, ne bi şer. Ji xwe di dîroka PKK’ê de pir hatiye ziman. Eger wehşeta Amedê nebûya wê demê berxwedaniya PKK’ê di nav Kurdan de xwe bi rêxistin kiriye, bi rêbazekî siyasî û nerm nêzîk biba û wê şerê gêrîla jî dest pê nedikir, ji xwe çend rojên din em dikevin sal vegera 15’ê Tebaxê bi munasebeta cejna vejînê ya gelê Kurd û dostên gelê Kurd ez dixwazim pîroz bikim. Ji bo wê ew mebdeyên Serok û tevgera me ne, çi pirsgirêk bibe bila bibe em dixwazin bi mejiyekî saxlem, bi hêza çareserî, û îdolojî û siyaset di heman demê de bi hêza demokrasî çareser bikin. Ji despêkê de bi vî rengî ye, ne tenê sala dawî bi vî rengiye, lê belê ji ber ku di vir de qekterê dewleta Tirk di Kurdistanê de bi rêve dibe ji vê re nade. Dewleta Tirk gereke em wek Kurd hemû wek navê xwe bizanibin ku dixwaze Kurdan bike Tirk, Kurdistanê jî bike welatê Tirkan. Ji 1995’an û şûn ve bi rêkeke stratêjîk dimeşe.

Ji xwe dewleta Tirk Başûr û Bakur û Rojava yê Kurdistanê, ku Erdogan çend caran jî ev yek ber çav jî aniye ziman wek herema Mîsaqî Milî anî ziman. Dewleta Tirk bi rengekî stratêjîk di qonaxê şerê cîhanê yê 3’emîn de dixwaze parçeyên Kurdistanê tevahî dagir bike. Kurdê ku li vê derê bike Tirk û axa wan jî bike axa Tirkan. Dibe ku hinek vê yekê fam nekin, hinek di şerê cîhanê yê yekemîn de jî ev yek fam nekirin. Ji malbata Barzanî hineka fam nekirin û hatin daliqandin. Şêx Mehmûdê Berzencî fam nekir hate lîstokan. Diyab Hesen Axa yê Bakurê Kurdistanê ev fam nekir hatin kuştin. Ev heman leyîstok e. Gereke insan vê yekê bizanibe. Ji bo wê jî çawa ku di qonaxa şerê cîhanê de hinek kes Tirk baş nas nekirin, desthilatdariya Tirkan baş nas nekirin konsêpta ku dihate meşandin fam ne kirin. Erdogan ji rojeva partiya nû ya ku wê Abdûlah Gul û Alî Babacan wê çê bikin, pir ditirse ji ber ku rastiyê dibîne. Madem ku derfetek bi vî rengî heye, çima hêzên demokratîk danagirin. Ji xwe AKP’e ji vê valatiyê hat.’’

DI NAV KURDAN DE RÊBAZÊN YEKÎTÎ Û HEVGIRTINÊ HEWCE YE

Endamê Komiteya Gel û Bawriyan a KCK’ê Cîhan Eren li serhevgirtin û yekitîya Kurdan ya vê pêvajoyê wiha vedibêje; ‘‘Dagirkeriya Tirk li ser çand rêbazan dimeşe. Yek bi rengê leşkerî dixwaze her dem zorê bide ser Kurdan û tirsekê ava bike.Mînak li başûrê Kurdistanê her deh rojan carek li gundiyan dide mirovên sivîl qetil dike. Li Bakurê Kurdistanê bi rêbazênn cûda cûda mirovan qetil dike. Beriya çend rojan li Melazgira Mûşê 4 zarok di avê de fetisandin bi navê avjeniyê. Ev tişt pir bi zanebûn têne kirin, ev komkujî ye. Zorê dîtir jî hêza xwe ya dewletî têkiliyên xwe yên dîplomatîk xistiye mijara bazarê. Mesela di navbera Rûsiya û NATO de çûne û hatinê. Xwe avêtiye erdê ji bo ku derfeta kuştina Kurdan bistîne. Xala dîtir jî dixwaze fikirandinên xwe û bi hêza xwe Kurdan perçe bike. Mînak kî nayê yekîtiye Kurdan. Berê jî hin xebat hatin meşandin. Piranî an jî beşek ji PDK’ê naxwaze yekîtiya Kurdan û ev jî eşkere bû. Li Rojavayê Kurdistanê ENKS nayê yakîtiya Kurdan. Ev tev jî li Stembolê ne.  Kî niha li gel dewleta Tirk têkiliyên xwe xurt in, PDK’e ye. Di Kurdistanê de yê ku layengirî yekîtiya Kurdan bû di serî de PKK’ê bû, KCK’e bû, û Goran û YNK’ê bû. Ev jî destek bûn dihatin beşa islamî. Di Rojavayê Kurdistanê de li Efrînê êrîş çêbûn, di bin navê ENKS’ê. Gelo ENKS li Efrînê çi bi dest xist. Bila dest daynin li ser wijdana xwe û ger piçek namûs di wan de heye bila biaxivin. Li Efrînê Tirkiye çi da we. Pêşmergêyên Roj çêkirin. Armanca wan Şengal bû, wana jî hevalên ku Şengal diparastin şehîd xistin. Li Başûrê Kurdistanê em meyze dikin, êrîşên Tirkiye rê ji çi re vekiriye. Goran dema ku nû derket di pêvajoya 2000’î de ji bo gelê Başûrê Kurdistan yê welatparêz, yê demokratîk hêviyekî mezin çêkir û bû partiya yekem. Lê di van 5 salên dawî de çi ji Goran hatiye. Em ji miletê Başûrê Kurdistanê pirs bikin milet çi dibêje. Milet dibêje Goran nema ew jî bû PDK’e. Dibêjin ew jî fişe derketin (vala derketin). YNK partiye sereke ya Başûr bû ji 75’an û vir ve. Partiya yekem bû, di tevahî Başûrê Kurdistan de, Başûrê Kurdistan dû perçe ye; yek li ser hikûmeta merkezî ye, yek jî herema Başûrê Kurdistanê. Dema ku hikumet merkezî mirov tene li gel hev YNK’e partiya yekem bû. Tenê ne di hikumeta Başûr de sereke bû. Di pêvajoya çar pênc sal berê di Îraqê de jî hêzeke sereke bû. Hinekî têkiliyê xwe li gel PDK’e nerim kir û xwe nêzî Tirkiye kir gelo çi jê hat. Rastiya yekem ev e Kerkûk çû, herêmê pir ji destê YNK’e derket. Di Başûr de jî Yekîtî rewşa wê li ber çave. Di hilbijartina dawî de bû partiya çendan gelo. Nêzî 20 parlamanteran derxistin û di hikûmetê de wekî ku dibêjin bi tobizî tê de cîh girt. Mijara Kerkûkê neba PDK’e nedixist hikûmetê jî. Êrîşên Tirkiye li Kurdistanê li ser gelê Kurd zorekê didin ava kirin, qetil dike. Hêza xwe ya dewletî, dîblomasî, têkiliyê xwe yê eskerî, siyasî û ekonomî li beramberî hêzên ku di Rojhilata Navîn dixwazin bi Kurdan re bidin û bistînin zext dide ava kirin û yekîtiya Kurdan jî perçe dike. Pêwîste em gelê Kurd bizanibin ku kî xwe nêzî Tirkan bike ewqas ji Kurdbûnê dûr dikeve. Kîjan hêza siyasî ya Kurd xwe nêzî dewleta Tirk bike ewqas ji xeta netewî xeta welat parêzî dûr dikeve. Ser mebdeyê xwe yê siyasî dema ku bixwaze kar bike lewaz dibe. Başûrê Kurdistanê ketiye çi rewşê diyare. Yên ku li beramberî vê dagirkeriyê vê êrîşê bi me Kurdan bide qezenc kirin çêkirina yekîtiya netewî ye. Rêxistina me beriya çend rojan daxwiyaniyek da. Got xebatek bi navê yekîtiya netewî bê destpêkirin, çi bar bikeve ser milê me, em ê jê re bibin bersiv û em hemû fedekarî dikarin bikin. Fermo gav bê avêtin. Em vê lazime nas bikin, qonaxa ku em tê de derbas dibin mîna ya şerê cîhanê yê yekemin e. Di şerê cîhanê yê yekemîn de hin Kurdan xwe xapand, Tirkan piştre ew qetil kirin û tişt di dest wan de nehişt. Çi şêx Mehmûdê Berzencî be ku wê demê têkiliyê xwe bi Osmaniyan re hebû û bi tevgera Kemalîst re hebû. Malbata Barzanî hatin qetil kirin, Şêx Mihemedê Barzanî hat qetilkirin, ew bi dar vekirin. Kurdên Bakur jî wekî Diyab Axa wekî Hesen Besrî têne zanîn li gel Tirkan bi navê biratiya Tirkan d hereket dikirin piştre Tirkan ew qetil kirin. Ev qonax jî mîna wê qonaxê ye. Eger di roja me ya îroj de Tirk xwe ji hinek Kurdan re şêrîn nîşan bidin. Ji ber ku Kurdên welat parêz hene berxwedana PKK’ê heye, her çar perçên Kurdistanê Kurdên ku dixwazin yekîtiya Kurdan çêbibe hebe vî tiştî dibêje. Eger vana têk bibe tam bêhêz bike di Kurdistanê de çawa ku me li Sûr û Cizîr dît wê kevir li ser kevir nehêlin. Wekî ku me di jêrzemînên Cizîrê de dît Kurdên welatparêz hemû qetil dikir, bila kes xwe nexapîne.’’

QIRKIRIN LI SER ELEWÎ Û ÊZÎDIYAN NEQEDIYA

Endamê Komiteya Gel û Bawriya a KCK’ê Cîhan Eren qirkirina li ser gelan wisa dinirxîne: ‘‘Yekîtiya siyasî ya Kurd pêwîste beriya her tiştî çê bibe ji ber ku ew wek banekî yekîtiya Kurd e. Ji ber ku civaka Kurd civakeke çanda xwe ya demokratîk pir xwirt e. Kurd tev bi çend rêxistinên siyasî îfade nabin. Di civaka Kurd de, di milê baweriyan de di aliyê eşîretiyan de, di milê çanda jinê de û ya ciwanan de jî çandeke demokratîkî xurt heye. Ji bo wê jî em çiqas behsa yekîtiya siyasî bikin lê di heman demê de di nav civaka me ya Kurd de bi hemû baweriyên xwe bi hemû beşên civaka xwe lazim e yekîtiyekî xurt çêbibe. Ji bo wê jî Kurd, mîna Êzîdî, Elewî, Misilman çi derdorên xwe bi rêxistin kiriye xebat bi rêve dibin, çi jî wekî di jêr de civakekî. Yekîtiyekî pir balkêş çêbibe. Êrîşên dewleta Tirk ya li ser Kurdan  dimeşe bereiya her tiştî wekî ku me li Şengal jî dît. Wekî komkujiyên ku berê jî hatine çêkirin ji milê dewleta Tirk de li Koçgirî li Dersimê despêkê Kurdên Elewî qetil kirine. Di vê pêvajoyê de jî desptpêkê Kurdên Êzîdî qetil kirine. Mînak li Efrînê komkujî pêk anîne. Efîrn ne tenê Kurdên Mûsluman in, Kurdên Êzîdî û Elewî jî li wir hebûn. Ji bo wê jî di nava Kurdan de Elewî û Êzîdî bizanibin ku ev komkujî di dereceya yekê de wekî beşa civaka Kurd wan hedef digre. Derdorên ku faşîzim ji bo xwe xeter dibînin, di hindirê yekîtiyekê de pêwîste tekoşîna xwe bimeşînin. Faşîzim herî zêde ji yekîtiya Kurdan ditrse. Ji yekîtiya hêzên demokratîk ditirse. Civak pêwîst e vê bizanibe dewletekî faşist e, qirkere, dijî gela ye, li dijî baweriya ye li beramberî wê tu xwe bi rêxistin bike, jiyana alternatîf çêke, rêxistin çêke û tekoşîn bimeşîne. Lê di hindirê hiquqa ku Tirkiyê diyar kiriye tu nikare di hindirê wê hiquqê de tiştekî bi dest bixe. Ew pêvajo di pêvajoya Tirkiyê de xilas bûye. Beriya çend rojan me fermana 73’yan bi bîr anî me şehîdên Şengal bi bîr anîn. Sedemê vê fermanê ew bû ku Êzîdiyan xwe bi rêxistin nekiribû. 300 hezar Êzîdî li Şengal hebûn, ger 50 hezar çekdar di nav xwe de derxistana ew tiştana dernediket. Lê Êzîdiyan pir zêde nakokiyên xwe bi Erebên wê derê re kûr nedidît. Wekî din jî baweriya xwe bi hikumeta başûr anîbûn, bi pêşmergeyan anî bûn. Ew herem jî dibin destê PDK’ê de bûn baweriya xwe bi wan anî bûn. Lê lazim e Kurd zanibin van tiştan. Ji ber ku Partî Demokratî Kurdistane nayê wê watê ku mafê Kurdan diparêze, nayê wê watê ku ji bo berjewendiyên Kurdan kar dike. Pêşmerge di mejiyê me Kurdan de bi cî bûne ew pêşmergê kevin bûn. Ne ev pêşmergê sedsala 21’ê ye ku telefon di destê wan de, seyarên wan li bin wan, qesir û qonaxên wan çêbûne her yek çend milyon dînar fon digre. Ew pêşmerge yên dema Şaxê bûn. Ev ne ew pêşmerge ne ku ji bo Kurdîtiyê tiştekî bike. Ew pêşmerge Xalê Şihab bû, Elî Esker bû, Diktor Xlid, Hemza, Seyid bû Mam Rişa bû. Ew pêşmerge bûn, ew çûn di Başûr de ew nemane, mirov xwe nexapîne. Lazim e xwe rêxistin bikin nifşekî nû xetekî nû ew jî di gêrîlayên PKK’ê de di roja me ya îroj de dimeşe. Ev ne tewane rastî ev e. Pêşmerge bi xwe vê dibêjin, pêşmergetiya kevin nema ye. Îroj ger pere nede kes nabe pêşmerge. Ev axaftinên wan in. Hin têgîn tên bikar anîn pir şaş in yanî herema bi ewle çiye. Wê kî kê biparêze. Eger îroj heremek bi ewle pêwîst e çar perçên Kurdistanê heremek bi ewle bê ragihandin. Kurd ji qirkirina Tirkan bên parastin. Dewleta Tirk çawa dikare herêma bi ewle ava bike.  Ji bo wê jî ev gotin tev şaş in ev dagirkeriya dewleta Tirk e. Dewleta ku li dijî zimanê me be wê çawa me biparêze. Bê guman eger ev qirkirina dewleta Tirk bi rêve dibe egere valatiyên siyasî navnetewî nebin alîkariyên navnetew nebe nikare bimeşe. Mînak yê ku Sûriya kontrol dikir Rûsiya û Amêrka qontrol dikin. Dagirkeriya ku li Sûriya dimeşe eger izna Emerîka û Rûsiya nîn be, ew nameşe. Mînak hêzên hewayî bê destûra Emerîka û Rûsiya nafirin. Eger balafirên Tirkan rabin naxwe wana destûr daye. Pêwîste di vir de em vê bizanibin. Ta ku inkara Kurdan ya ku di Lozanê de hatiye imzakirin ku bi destê dewleta Tirk tê meşandin ranebe wê her dem Kurd di bin xeteriya qirkirina dewleta Tirk de bin. Ji bo wê jî li Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriye  pêvajoyekî qiritîk heye. Mînak hêzên QSD’ê û rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriye, hêzeke sereke ye. Rejîm heye û yek jî ew heye, wekî hêzên Sûriyê. Lê ta îroj jî di merhelekî Siyasî de di meyzekirinekî siysî de temsîl nebûne. Wê demê derdorên ku li gel rêveberiya xweseriya demokratîk didin û distînin çi soza didinê.’’

ERDOGAN LI SÛRIYÊ ÎSLAMÊ BI KAR TÎNE

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Eren di bin navê islama nerm de dagirkirina Surî û gefên dewleta Tirk bi berfirehi nirxand û wiha pêde çû: ‘‘Yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin dibêjin em amade ne. Bê guman herêmên ku Tirk dixwazin îroj dagir bikin, wê neşibihin cîhên din. Cerablos çetên wan bûn, Ezaz çetên wan bûn bixwe çûn ketinê. Li Babê bi DAIŞ’ê re peyman imza kirin û ketinê. Li Efrînê jî wekî komployek navnetewî bû. Berxwedaniya ku Efrîn rû bi rû lê ma. Ji bo wê jî bê guman şerê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriye rû bide wê neşibihe tu şerî. Dibe ku ev şer li Enqere xilas bibe. Erdogan dibêje herema bi ewle 30 kîlo  metre  bi hindirê Sûriye dibe ku herema bi ewle 30 mitre ber bi bakurê Kurdistanê çê bibe. Derfetên wisa jî dibe ku rû bidin. Ew jî ji berxwedaniya hêzên QSD’ê  dimîne. Li ser berxwedaniya gelên wê derê dimîne. Pêwîst e gelê Sûriyê vê zanibe gelê Ereb vê zanibe ku cihê ku Tirkiyê dagir kirye alên xwe dibistanên xwe hemû tiştên xwe daniye kiriye ya Tirkiyê. Bab, Cerablus, Ezaz kiriye Tirkiyê. Pêwîste em bizanibin ku ger Grê Spî bigre wê wir jî bike ya Tirkiyê. Ev konsepteke dewleta Tirk e. Kurdan ji bo xwe dike hêncet, gelên li Kurdistanê dijîn, gelên ku bi gelên Kurd re dijîn, dixwazin teva bikin Tirk. Ew dagirkeriye, dagirkeriyekî ku gelan tune dike. Lazim e her kes di vê mijarê de şiyar bibe. Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e. Dewleta Tirk jî ji vê ji xwe re fayde dibîne. Hemû derfetên xwe dide ji bo ku di vir de ji bo xwe armanc bigre û xwe bigîne armanca xwe. Di vê çarçovê de cihê ku esas dixwaze lê gav bavêje di halê hazir de. Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Lê eger li wê derê berxwedaniyekî şerekî li beramberî dagirkeriya Tirkiye çê bibe, wê wê demê jî gelê Rojhilata navîn bi giştî û gelê Kurd bi taybetî. Dijminekî xwînxwar dagirker yê ku dervî exlaq dervî mirovahî jê rizgarbûnekî ji xwere bibîne. Dibe ku ev ji bo tiştên baş re jî bibe wesîleyek. Li dijî faşîzmê li dijî dagirkeriyê û qirkirinê çalakî pêwîste. Çawa gêrîla li ber xwe dide çawa girevên birçîbûnê ku 200 rojî berxwe da çalakî bû. Çawa dayikên laçik sipî li kolanan berxweda. Li dijî faşîzim çalakî pêwîste. Lê ji ber ku faşîzim her tiştî qedexe dike li dijî faşîzmê çalakiyên pir dewlemend dikarin çêbibin. Kurd li Bakurê Kurdistanê çima Kurdî na axivin. Piştî çend heftiyan dibistan vedibin, çima Kurd diçin Tirkî dixwînin, çima Kurd zaokên xwe rêdikin dibistanên Tirkan. Madamê ku dagirker dixwazin me Tune bikin zarokên xwe rênekin.’’

ÇALAKIYÊN CIVAKÎ LI HEMBER KONSEPTA ÎNKARKIRINÊ YE

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren li hemeber nijadperesti înkara Kurdan wisa bi lêv kir: ‘‘Ger Kurdên Bakur salekê zarokên xwe rênekin dibistanên Tirkiye wê pisgirêka Kurd çareser bibe. Tiştê ku zarokên Kurdan ji dibistanên Tirkan digrin çiye. Te ji Kurdbûna te derdixe. Wekî ku me li Melazgirtê dît zarokên we di nav avê de difetisînin. Hûn ji Tirkan çi dibînin, têkiliyên xwe ji wan qut bikin. Li Gêrdiya ciwanekî 14’e salî beriya çend rojan qetil kirin. Tev qorocî ne li gel Tirkan. Apê wî daxive dibêje li me dan û piştre bi me keniyan. Ji bo ku tu dijminatiya Tirkan li ser xwe bibîne tê ji wisa hîn bihtir çi bibîne. Ji bo gelê Bakurê Kurdistanê. Xwe ji Tirkan qut bikin ji her alî de di serî de ji ziman de. Dest bi çalakiyan bikin. Ew jî çend meh zêde na. Mînaka wê Stembol Kurdan deng neda AKP’e çi lê hat. Çend meh xwe ji Tirkan qut bikin, TV’yên wan seyr nekin, rojnamên wan negirin, bi Tirkan re ne axivin, bi Tirkî ne axivin. Dibistanên wan vedibin zarokên xwe rê nekin dibistanê wan xilas dibin. Bila balafirên xwe rake û çep û rast bombe baran bike. li dijî dewleta faşîst di serî de ciwan miro lazime xwedî çalakî be. Çalakiyên pir dewlemend dikarin çêbibin. Du ciwan dikarin xwe bidin hev û çalakiyekê li dar bixin. Dema ku em dibêjin çalakî, ne ew e ku biçin yekî bikujin. Çalakiya ku tu wekî Kurd hebûna xwe diyarî wan bikî, nîşanî wan bide. Eger bi vê rengî pêvajoyekî pir xurt deha rêxistin kirî bimeşe, ev faşîzm ne mûmkin e salek bimîne wê di çend mehan de birûxe. Ji ber ku fetisiye, di dîplomasî de, eskerî de tecrîd bûye. Di ekonomî de ketiye. Dewleteke çete ye, mirovan digre, mirovan dikuje ditrsîne û tehdîd dike û wisa xwe bi rêve dibe. Bahçelî beşekî ku jê qut bûye tehdîd dike. Erdogan kesê ku serokkomartî ji wî welatî re kiriye tehdît dike. Tiştê ku di dest wan de maye ev e. Ev jî karê çetan û mafya ye. Ji bo wê jî Kurd pêwîst e xwedî çalakî bin û çalakiyên bi rêxistin kirî bin ku bibînin. Wê demê dewleta Tirk Kurdan jî bibînin. Mînak Kurdan hêza xwe di hilbijartinan de nîşan dan. Ema bi çalakiyên deha bi bandor eger Kurd hêz xwe nîşan bikin. Ev rêjîm wê encax çend mehan li ber xwe bide.’’

EM CEJNA CIVAKÊN ÎSLAMÎ Û BAWERIYAN PÎROZ DIKIN

Endamê Komiteya Gel û Baweriyan a KCK’ê Cîhan Eren; di dawiya axaftina xwe de cejna tevahî civak û alema islamê piroz kir û got,‘’Bi minasebeta cejna qurbanê dixwazim cejna tevahi alema îslamê û li civaka Kurd piroz dikim. Divê li gorê mebdeya îslamê, xêr u zekatên Kurdan bila ji dewleta Tirk re neçin û bi taybet dewleta ku Kurdan dikuje. Ji ber ku ew xêr hemî ji weqfa mehmetçikan re diçe.  Ev xêr û zekat hemî ji cemaetên faşîstt yên AKP’ê re diçe. Kurdên misilman yên ku xêran dikin li ser vê meseleyê, divê hişyar tevbigerin.’’