Asayîşa PDK’ê berdevk û endamên nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Başûrê Kurdistanê ji Hewlêrê dersînorkirin. Nûnertiya HDP’ê li Parka Azadî ya Silêmaniyê civîneke çapemeniyê lidarxist û der barê mijarê de agahî parve kirin.
Di civîna çapemeniyê de destpêkê Endamê Nûnertiya HDP’ê Newzad Coşkun axivî û got: “PDK’ê carek din xiyaneta xwe dubare kir û îspat kir. Mixabin du roj beriya niha çar endamên nûnertiya HDP’ê ya Başûr ji Hewlêrê derxist. Em li vêderê hişyariyê didin PDK’ê ku carek din mirovên welatparêz, têkoşer û xwedî keramet ji Hewlêrê dernexe. Di demekî de PDK li ser xaka Kurdistanê bi gulan pêşwaziyê li dijminên Kurdan dike, lê Kurdên welatparêz bi awayek dirindane û ne hiqûqî ji Hewlêrê derdixe.”
Newzad Coşkun da zanîn ku ew van pêkanînên PDK’ê qebûl nakin û got: “Em serê xwe li ber van pêkanînên PDK’ê natewînin. Em dubare dikin Kurdistan welatê Kurdan e û hemû Kurdek xwedî vê xakê ye, kesek nikare Kurdek ji bajarekî Kurdan derbixe.”
Piştre Endamê Nûnertiya HDP’ê Hikmet Hatîb ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye dersînor kirin jî axivî û got: “Em wek çar endamên HDP’a Başûrê Kurdistanê roja 6’ê Mijdarê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatîn bangkirin. Dosyayên me wergirtin û piştre ji aliyê 26 çekdaran ve me xistin nava du wesayîtan. Em kirin du kom û komek me li Simaqolê û komek jî li Dêgele anîn xwarê. Ji mere gotin, ‘Herin, cihê we li Hewlêrê nîne. Herin Silêmaniyê’. Me gelek car ji wan pirsî sedem çiye? Lê ti bersivek nedan me.”
Hikmet Hatib diyar kir ku Nûnertiya HDP’ê bi awayek fermî li Başûr e û ev tişt got: “Beriya niha jî em li gel berpirsên PDK’ê runiştine û axivîn. Em daxwaz dikin ku ev pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin û em carek din vegerin Hewlêrê. Malbatên me hene, kar û jiyana me li Hewlêrê ye. Têkildarî vê mijarê wê şandeyeke HDP’ê were Başûrê Kurdistanê û li gel berpirsên PDK’ê bicive.”