Endamê Tevgera Azadî yê girtî 32 roj in di greva birçîbûnê de ye

Endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed ê 118 roj beriya niha ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate girtin, li dijî bêhiqûqiya lê tê kirin 32 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed di 8'ê Gulanê de dema ku ji Mexmûrê diçû Hewlêrê li benda kontrolê ya li Hewlêrê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate girtin.

Mihemed 118 roj in li girtîgehê ye. Rewşa tenduristiyê ya Îdrîs Selîm Mihemed nebaş e û 32 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Rêveberên Tevgera Azadî diyar kirin ku Îdrîs Selîm tenê ji ber ku endamê Tevgera Azadî ye hatiye girtin.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed ji Rojnewsê re axivî û got, "Der barê rewşa girtina Îdrîs Selîm de me gelek caran pêwendî bi Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Herêma Kurdistanê re danîn."

Mihemed got, "Lê belê tiştek nehate kirin. Me serdana Heyeta Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor kir. Wan jî gotin ku wê mijarê lêkolîn bikin, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin."