Endamê Meclîsa HDP’ê Acar hate girtin

Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mûhsîn Acar ku beriya hefteyekê di serdegirtina malê de hatibû destgîrkirin, li dadgehê hate girtin.

Li Amedê roja 1’ê Sibatê polîsan bi ser mala Endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûhsîn Acar de girtîbûn û ew destgîrkiribûn. Acar ê ku derxistin dadgehê hate girtin.

Piştî karê li Miduryeta Emniyetê ya Amedê Acar sewqî Dadgeha Amedê hate kirin. Li dozgeriyê piştî îfadeya Acar bi îdîaya “xirakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Acar li dadgehê hate girtin.