Endamê Komîteya Saziya Kurdistan a Êrîvanê Riza Kotîkyan, di temenê 68’yê de jiyana xwe ji dest da.
Komîteya Saziya Kurdistanê, li ser navê Şêwirmendên Kurdên Ermenîstanê, saziyên Nivîskarên Kurd, Rojnamevanên Zagros û Rojnameya Ryataze, Radyoya Kurdî ya Dengê Erîvanê, Rewşenbîr û nvîskarên Kurd sersaxiyê ji malbat, dost û gelê Kurd re xwest.
RIZA KOTÎKYAN KIYE?
Riza Kotîkyan di sala 1949’an de li gundê Rêya Teze ya navçeya Akbaranê hatiye dinê. Kotîkyan kesekî welatparêz bû. Ji sala 1990’an û vir ve nasîbûna wî bi Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê re çêbû, ji wê rojê û şûnve heta temenê xwe yê dawî weke endam di karê Komîteya Kurdistanê de erkgirt û xebat da meşandin. Kurê Kotîkyan Mazlûm Şengalî yê biçûk tevlî tevgera PKK’ê bûye û heta niha jî di nav de ye. Riza Kotîkyan di 14’ê Adara 2017’an de ji ber derbaskirina kirîza dil jiyana xwe ji dest dide.