Embarên genim ên li gundê Hemed Esafê hatin paqijkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, embarên genim ên li gundê Hemed Esaf ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, embarên genim ên li gundê Hemed Esaf ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî şervanên QSD'ê yên herêma navbera gundê Xes Icêl û Hemed Esaf ên li başûrrojhilatê Reqayê kirin. Di vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin.
Di encama şer de embarên genim ên li gundê Hemed Esaf ji çeteyan hatin paqijkirin.
Lêgerîn û paqijkirina gundê Xes Icêlê jî dewam dike.