'Em yek bûna wê Tirkiyeyê nekarîbû destê xwe dirêj bikira'

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş diyar kir ku dewleta Tirk ji neyekbûna Kurdan cesaretê werdigire û êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 roj li pey xwe hiştin. Berxwedana gelên Rojava jî bênavber didome. Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş rewşa heyî ya ciwanên Kurd, rola wan a di pêvajoya heyî de û girîngiya yekîtiya neteweyî nirxand.

Tîmûrtaş anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê polîtîkayê wesayta leşkerî hene û ji ber vê yekê dînamîzma ciwanan hatiye tepisandin. Tîmûrtaş destnîşan kir ku partiyên Kurd bi têrkerî nekarîn ji ciwanan re pêşengiyê bikin û got, "Mînak Şoreşa Rojava bi pêşengiya ciwanan pêk hat. Piraniya şervanên YPG'ê ciwan bûn. Ciwan çavkaniya zindî ya gelekî ne. Ciwan paşeroj in. Dema ku mirov bala xwe bidin ser şervanên li Rojava û pêşmergeyan hingî dibînin ku yên destketiyên gelê Kurd diparêzin ciwan in. Bi taybetî nifşê dawî êdî ji ciwanan pêk tê."

HIŞMENDIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Tîmûrtaş pirsgirêka yekîtiya neteweyî ya Kurdan bi bîr xist û anî ziman ku dewleta Tirk ji parçebûyîn û neyekbûna Kurdan sûdê werdigire û bi vî rengî êrîşî Kurdistanê dike. Tîmûrtaş got, "Eger Kurdan siyaseteke bi vî rengî ya parçebûyî nemaşendibûna wê dewleta Tirk nikarîbûya bi vî rengî bi hêsanî destê xwe dirêjî Kurdistanê bikarîbûya. Çavê dewleta Tirk li destketiyên Kurdan hemûyane. Ne tenê Bakur an jî Rojava ev yek ji bo Başûr jî derbas dibe. Em referandûma serxwebûnê ya Başûr bînin bîra xwe, dewleta Tirk dest li wê jî werdabû. Ji Kurdan re dibêjin, 'nabe ku hûn xwe bi xwe bi rê ve bibin'. Divê partiyên me yên Kurd bi vê têgihiştinê yekîtiya xwe pêk bînin. Yekîtiya neteweyî divê bi meclîs an jî kongreya neteweyî bê pêkanîn."

'DIVÊ ENKS BERSIVÊ BIDE BANGA QSD'Ê

Tîmûrtaş destnîşan kir ku divê ENKS bersivê bide banga Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û got, "Lê belê divê bê şert û merc xwe ji pozîsyona mûxalefeta Ereb rizgar bikin. Ji ber ku di nava wê mûxalefetê de OSO heye. OSO jî Kurdan qetil dike. Divê her kes li gorî dirûşma 'jiyana hevpar' tevbigerin. Divê partiyên Kurd bi perspektîfa yekîtiya neteweyî nêzî vê rewşê bibin."

BANGA YEKÎTIYÊ LI CIWANÊN KURD KIR

Tîmûrtaş bang li ciwanên Kurd kir û got, "Dema ku mirov bala xwe bidin salên 1970'î dibînin ku ciwanên Kurd xwe di fraksiyonên cuda de bi rêxistin kiribûn. Civaknasiya vê rewşê girînge. Divê ciwanên Kurd wezîfeya xwe pêk bînin û bi hişmendiya yekîtiya neteweyî tevbigerin. Divê qadeke bi vî rengî ya têkoşîna hevpar bê afirandin û paşeroja xwe ewle bikin."