'Em ê nehêlin ku dagirker bi rehetî bimînin û bi rehetî vekişin!'

Gerîlayên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bûn diyar kirin ku ew ê nehêlin bêhn bê ber leşkerên Tirk, her wiha wê destûr nedin ku dagirker xwe bi rehetî vekişînin.

Yekîneyên gerîla yên bi tevger ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li dijî dagirkeran şer dikin, ji bo girên ku artêşa Tirk bi piştgiriya PDK'ê hewl dide lê bi cih bibe ji dagirkeriyê paqij bikin, operasyoneke şoreşgerî pêk anîn.

Gerîlayên tevlî operasyona şoreşgerî bûn, amadekarî û nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.

Ji gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengî ji çalakiyên li qadên berxwedanê yên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl re dikin Têkoşîn Bilikî diyar kir ku rizgarî wê bi têkoşîna çekdarî bibe. Têkoşîn Bilikî got, "Ne bi têkoşîna çekdarî be rizgarî û azadî pêk nayê. Em ji Zîlan hînî fedaîbûnê, ji Sara hînî partîbûnê, ji Bêrîtan jî hînî şerkirinê bûn. Îro di tunelên şer û qadan de gelek hevrêyên me hene ku mîna wan bûne pêşeng. Bi îlhama ku me ji wan girtiye, îro em xwe ji vê operasyona şoreşgerî re amade dikin. Pêvajoya herî girîng a şer, amadekarî ye. Me keşif, îstixbarat û planên xwe temam kir. Serweriya me li ser çekên me heye û ya herî girîng jî moral û motîvasyon di asta herî bilind de ye. Em bi îkna ne ku em ê teqez vê operasyonê bi ser bixînin, em ji serketinê bawer dikin."

'ÇI DIKIN BILA BIKIN, EM Ê WAN JI WIR DERXÎNIN'

Ji gerîlayên HPG’ê Çetîn Serhat jî wiha got: "Em destûr nadin ku leşkerên Tirk li ser Girê Amediyê bi rehetî bimînin. Her wiha em ê nehêlin ku xwe bi rehetî vekişînin. Par jî hevalên ku li vê qadê şer kirine, ev yek bi şênberî nîşan dan. Lê îsal em dixwazin derseke hîn mezintir bidin artêşa Tirk. Em vê yekê bi xeyalî nabêjin, em ê teqez vê yekê pêk bînin. Artêşa Tirk jî di nava amadekariyeke mezin de ye, lê em timî tevgerên wan dişopînin. Ew çi amadekariyê dikin bila bikin, li dijî wan hemûyan taktîkên gerîla hene. Em bi armanca ku artêşa Tirk ji wir derxînin, dikevin rê."

'EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN'

Gerîlayê HPG’ê Hewrê Bêkes ku tevlî operasyona şoreşgerî bûye, têkildarî pêvajoya amadekariyên çalakiyê ev tişt gotin: "Artêşa Tirk mîna par, îsal jî li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl operasyon pêk anîn. Lê ev nayê wê wateyê ku dagirkerî gihiştiye armanca xwe. Ew bi alîkariya malbata Barzanî dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir dikin û bigihijîn sînorên ku xeyala wan dikin. Em jî weke tîmên gerîlayên bi tevger dixwazin li dijî vê hewldana dagirkeriyê bersiva pêwîst bidin. Di vê çarçoveyê de em amadekariyên xwe dikin. Em bi ruhê êrîşê yê hevalê Baran xwe amade dikin ku par di çalakiya Girê Hekarî de şehîd bû."