Li Girê Amediyê operasyona şoreşgerî ya gerîla: 49 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di çalakiyên gerîla de herî kêm 49 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi wesîleya salvegera 45'emîn a damezrandina PKK'ê hêzên gerîla operasyonên şoreşgerî lidar xistine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salvegrea 45'emîn a damezrandina partiya me PKK'ê bi dilsoziyeke mezin a bi Rêber Apo, li ser şopa şehîdan û bi ruhê serketinê yê Egîd û Zîlanan pêşwazî dikin. Gerîlayên azadiyê ku dengê gur ê destana azadiyê ya 45 salan e, vê têkoşînê û meşa serketinê bi baweriyeke mezin bênavber dewam dikin. Hêzên me bi operasyoneke şoreşgerî ya berfireh dest bi sala 46'an a têkoşînê kirin, di 20'ê Mijdarê de derbeke giran li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin. Ev operasyona şoreşgerî ji bo silavkirina pêngava azadî ji Rêber Apo re û destpêkirina sala 46'an a PKK'ê hate lidarxistin."

Di daxuyaniya HPG'ê de li ser operasyona şoreşgerî agahî hatin dayin. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Hêzên me li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 20'ê Mijdarê saet di 07:20'î de li hemberî dagirkeran operasyoneke şoreşgerî ya berfireh kirin. Di çarçoveya operasyonê de li hêzên dagirker ên li ser Girê Şehîd Cesûr, Şehîd Cemre û Girê Şehîd Pîrdogan ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev operasyona şoreşgerî ya berfireh li sê deverên cuda bi gelek baskên operasyonê, bi taktîkên cuda bi hevdemî hate lidarxistin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wêrekiyeke bilind, bi ruhê fedaî yê Apoyî yê Rojhat Zîlan û Erdal Şahînan bi ser dijmin ve çûn û derba eciqandinê lê xistin. Di vê operasyona şoreşgerî de 49 dagirker hatin cezakirin. Her wiha 21 kon û 12 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyên me yên ku pêşengî ji baskên operasyonê re kirin Ciwan û Andok bi fedaî şer kirin û şehîd bûn.

Têkildarî operasyona li dijî dagirkeran a li Şehîd Cesûr;

Baskên operasyonê yên li vê derê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrîşê lê dan. Hêzên me bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran xistin, 3 çeper û 8 kon îmha kirin, 9 dagirker ceza kirin. Dagirkerên li Şehîd Cesûr piştî derbên hêzên me dest ji çeperên xwe berdan û reviyan. Her wiha bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkerên mayî hate xistin, 2 çeper hatin îmhakirin. Hevrêyê me Cwian ku fermandarî ji vî baskê êrîşê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin ve çû, şer kir û şehîd bû.

Operasyona li Şehîd Cemre ya li dijî dagirkeran;

Baskên yekemîn û duyemîn ên operasyonê xwe berdan nava dagirkeran û bi taktîka êrîşê lê dan. Baskê duyemîn bi çekên ferdî û nîv otomatîk li konên dagirkeran xist. Hêzên me ketin nava kon û çeperên dagirkeran û li vê derê 25 dagirker ceza kirin, 8 kon û 5 çeper îmha kirin. Her wiha derb li 5 konan xistin. Hevrêyê me Andok ku fermandarî ji vî baskê êrîşê yê operasyona şoreşgerî re kir, bi wêrekiya bilind û ruhê fedaî bi ser dijmin ve meşiya, şer kir û şehîd bû.

Operasyona li Şehîd Pîrdogan a li dijî dagirkeran;

Hêzên me ji sê baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li Şehîd Pîrdogan û bi taktîka êrîşê lê dan. Baskê destpêkê yê êrîşê ji nêz ve li dagirkeran xist ku xwe li qadê veşartibûn. Bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran hate xistin, 4 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin îmhakirin. Baskên duyemîn û sêyemîn ên êrîşê jî ji nêz ve bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran xistin. Di şerê giran de ku 20 deqeyan dewam kir 11 dagirker hatin cezakirin û dagirker neçar man ku bi astekê xwe vekişînin.

Di heman demê de li Qada Komando û Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin."