‘Em ê nehêlin dosyeya qetlîamê were veşartin’

Malbatên Roboskiyê di hefteya 352’an de lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Malbatan diyar kirin ku dewlet dixwaze dosyeya qetlîamê veşêre û bal kişandin ser vî tiştî ku ew ê destûrê nedin vî tiştî.

Li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê ji ber bomberdûmana balefirên şer 34 kes hatibûn qetilkirin. Malbatên kesên ku hatine qetilkirin, di hefteya 352’emîn de lêgerîna xwe ya azadiyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Dosyeya dozê yên ku li dadgehên sivîl û leşkerî, Dadgeha Destûra Bingehîn û herî dawîn jî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê hatibû vekirin, hewl tê dayîn ku di tariyê de were hiştin. Dadgeh hewl didin dosyeya dozê li Goristana Roboskiyê were veşartin. Em ê destûrê nedin vî tiştî. Ew ê ev tişt deqeke reş be li ser eniya Tirkiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê. Ew ê ev qetlîam tu carî ji bîra me neçe.”