‘Em ê hesretên rêheval Rûbar, Xelîl û Mûrat pêk bînin’

KCK’ê Huseyîn Poyraz, Nîhat Ayaz û Ahmet Kiliç bi hurmet bi bîr anî yên ku şehîd bûne. KCK’ê got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta wan û ya hemû şehîdan, Kurdistana Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Huseyîn Poyraz, Nîhat Ayaz û Ahmet Kiliç bi hurmet bi bîr anî yên ku di 6’ê Çileyê de şehîd bûne.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Rêheval Rûbar ê ku tevî malbata xwe ji sala 1976’an û vir ve di nav têkoşînê de ye, di sala 1979’an de bi awayekî profesyonel tevlî nav refên şoreşê bûye. Rêheval Rûbar di dîroka têkoşînê de bûye parêzvanê xeta Rêber Apo û xeta PKK’ê û li hemberî hemû tasfiyeyan têkoşiyaye.

Rêheval Rûbar jî di pêngava amadekariya gerîlayan a di 15’ê Tebaxa 1984’an de cih girtiye û li Botanê gerîlatî kiriye. Di Çileya 1984’an de bi birîndarî dîl hatiye girtin. Li girtîgehê jî xeta xwe ya berxwedanê domandiye. Piştî ku ji girtîgehê derketiye, dîsa berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û li gelek qadên Kurdistanê xebitiye.

Rêheval Xelîl jî di sala 1979’an de partî nas kiriye û di sala 1986’an de tevlî nav Tevgera Azadiyê bûye. Rêheval Xelîl him li çiyayan û him jî li her qadên têkoşîna me wekî hevalekî fedakar tê naskirin. Li ser xeta partiyê bi helwesteke cîddî tevlî xebatan bûye. Di têkoşîna xwe de her dem girêdayî xeta Rêber Apo maye û bawerî bi jiyana azadû demokratîk aniye.

Rêheval Mûrat jî di sala 1999’an de tevlî nav refên partiyê bûye û ji Ewropayê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Bi moral û coşa ku gihiştiye çiyayan, tevlî nav xebatan bûye.

Şehadeta van sê rêhevalên me ji bo têkoşîna me windahiyeke mezin e.  Ew ê ked û têkoşîna van rêhevalên me her dem hêzeke mezin bide têkoşîna me.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistana Azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin a ku hesreta rêhevalên me Rûbar, Xelîl û Mûrat û hemû şehîdên me ye.”