Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Şengalê, komploya navneteweyî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, di salvegera 18. de ji ajansa me re nirxandin.
'WÊ NIKARIBIN GELÊ KURD TESLÎM BIGIRIN'
VIYAN APOCÛ BAWAN: Di salvegera 18. de em weke gerîlayên HPG û YJA Starê, komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin. Komploya navneteweyî, di encama tifaqa qirêj a gelek dewletan de, bi rengekî bê exlaqî û bê pîvan, bi dîlgirtina Rêber Apo bi dawî bû. Bi dîlgirtina Rêbertî re hesab kirin ku wê têkoşîna azadiyê ya Kurdan tesfiye bikin. Lê belê dema Rêbertî dîl hat girtin, li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek welatan bi serhildanên mezin xwedî li Rêbertî hat derketin. Çalakiyên fedayî, ku li ti devera cîhanê mînakên wan nîne, hatin lidarxistin. Bêguman vê rewşê her kes xist nava şoqê. Nehatibû hesabkirin ku di vê astê de wê xwedî li Rêbertî bê derketin. Em jî ji bo bibin layiqê ked û hewldanên Rêbertî, divê xwe bikin şervanên serketî yên felsefeya wî û hesab ji komplokeran bipirsin. Ciwanên ku li Cizîrê di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin, zarokên li nava kolanên Nisêbînê hatin kuştin, nîşan dan bê çawa xwedî li têkoşîna Rêbertî tê derketin û ev gel teslîm nayê girtin.
'RÊBERTÎ PÊŞENGÊ VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK E'
DENÎZ ARARAT: Em hemû komplokeran û hêzên di nava komployê de cih girtiye, yên bingeh jê re amade kirine, şermezar dikin. Şehîdên me yên ku bedena xwe dan ber agir û bûn xeleke ji agir li dora Rêbertî, bi rêzdarî bibîr tînim. Em ê heta dawiyê li ser şopa wan hevalan bin û ji bo pêkanîna armancên wan em ê heta dawiyê şer bikin. Hêzên emperyalîst, ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, dema ku destwerdan kirin di destpêkê de êrîşî Rêbertî kirin. Ji ber ku Rêbertî û PKK li pêşiya hesabên mêtîngerî û lîstikên qirêj ên li Rojhilata Navîn dihatin lîstin, astengiya herî mezin bûn. Berxwedana gel a ji 7 heta 70 salî, berxwedana li çiyê û zîndana nehişt ku komplo bi ser bikeve. Lê belê bi tecrîdê û êrîşên giran ên li ser gel re tê xwestin komplo were dewamkirin. Bi taybetî berxwedana mezin a di sala 2016'an de hat kirin, nehişt ku dewleta Tirk û hemû hêzên komploker li çar parçeyên Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn bi ser bikevin. Di vir de berxwedana Îmraliyê diyarker e. Ji gel û milîtanan re vedigot, ku divê bi çi rengî bijîn û şer bikin. Rêbertî hem bi felsefeya xwe, hem jî bi berxwedana li zîndanê, pêşengiyê ji veguherîna demokratîk û berxwedana gel a li Rojhilata Navîn re dike.
'DI SALA 2017'AN DE EM Ê ZINCÎRÊN ESARETÊ PARÇE BIKIN'
BERXWEDAN QERECDAX: Ez, komploya navneteweyî ya ku bi 9'ê Cotmehê re dest pê kir û di 15'ê Sibatê de bi dîlgirtinê qediya, bi tundî şermezar dikim û hemû hevrêyên me yên şehîd bibîr tînim. Rêber Apo wekhevî, edalet û azadiya hemû gelan diparêze. Ji bo pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelan a bi pêşengiya Rêber Apo were girtin û bê sekinandin, komplo hat kirin. Rêbertî bi hewldan û kedeke mezin re, ya dihat xwestin bê kirin dît û pêşî li lîstikên emperyalîst girt. Pêşî li gelan vekir ku bi rengekî biratî û wekhevî bijîn û bi vî rengî nehişt komplo bi ser bikeve. Di sala 2017'an de em ê Rêberê xwe azad bikin û zincîrên dîlgirtinê parçe bikin. Em ê siberoja demokratîk a gelan li ser bingeha azadiya Rêbertî pêk bînin. Em ê aştiyê garantî bikin."