'Em ê bi çalakiyên xurt bersivê bidin tecrîdê'

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin ku wê bi çalakiyên xurt bersivê bidin tecrîdê û gotin, heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, wê têkoşîna xwe bidomînin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gerîla ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlayê HPG'ê Şahan Botan bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî gerîla dike û got, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku dibîne dawî lê tê, heta jê tê êrîşî gelê Kurd dike. Botan diyar kir ku artêşa Tirk tevî teknîka xwe nekarî li pêşberî gerîla encamekê bi dest bixe û çalakiyên li herêma Xakurkê yên li dijî leşkeran bi bîr xist. Gerîlayê HPG'ê Botan anî ziman, dewleta Tirk bi propaganda qirêj dixwaze civakê bixapîne û got, "Çiqas êrîş bikin bila bikin, em jî li dijî teknîka dijmin tedbîrên xwe digirin. Bila gelê me baş zanibe ku em ji her demê xurtir in. Fedayiyên Rêber Apo wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin."

'EM Ê BI ÇALAKIYÊN BI BANDOR BERSIVÊ BIDIN DIJMIN'

Gerîlayê HPG'ê Welat Dilken jî diyar kir, wê bi çalakiyên xurt bersivê bidin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Şert û mercên me çi dibin bila bibin, em ê nîşan bidin ku dijmin çiqasî tirsonek e. Gerîla di nava zivistanê de çalakî li dar xistin. Ji niha û pê ve em ê bi çalakiyên xurtir bersivê bidin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê." 

Gerîlaya YJA Starê Edesa Efrîn jî anî ziman, dewleta Tirk tevî hemû êrîşên xwe nekarî berxwedana gerîla bişikîne û destnîşan kir, gerîla wê bi vê sekna xwe ya bi biryar, bersivê bidin tecrîdê.

Gerîlayê HPG'ê Ferhad Pawe ragihand, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi rengekî cuda didome û got, "Êrîş dewam dikin. Bêguman berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî bê navber didome. Bi navê gerîlayên azadiyê, em Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan silav dikin."

BERXWEDANA BI PÊŞENGIYA LEYLA GUVEN DEST PÊ KIR LI CÎHANÊ BELAV BÛ

Gerîlayê HPG'ê Întîkam Çiyayî bal kişand ser destketiyên heyî yên gelê Kurd û anî ziman, destketî hemû bi saya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd afirîn. Çiyayî ji bo berxwedana grevên birçîbûnê jî got, "Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, li tevahiya cîhanê belav bû. Bi van çalakiyan re em dibînin ku ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê hîn didome. Gelê Kurd wê serê xwe ti carî li ber dijmin xwar neke."

Gerîlayê HPG'ê Serhed Qelelî jî anî ziman, ku berxwedana Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê gelekî bi wate ye.

Gerîlayê HPG'ê Harîn Oramar jî diyar kir, heta ku Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe wê têkoşîna xwe bidomînin û bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin refên gerîla.