BI DÎMEN

Elewî ji ber kampên AFAD'ê ne rehet in!

Li herêma Mereş Terolaran ku Elewî lê dijîn, li ser wargeha AFAD’ê ku AKP dide çêkirin, fikarên gelê herêmê zêdetir dibin. Gelê herêmê dibêjin ku ew bi talokeyeke mezin re hevrû bûne, ji bo vê sedemê jî bi gel re nearamiyek çêbûye.

Li herêma Mereş Terolarê di nav 24 gundên Kurdên Elewî de ji hêla rejîma AKP/Qesrê ve, bi mebesta ku Elewî bi awayekî sîstematîk ji şûn û warê xwe werin kirin, wargeha AFAD’ê ku komên cîhadîst-selefî ên ji Sûriyê têne bicihkirin, bi nifûsa xwe avaniya demografîk a herêmê diguherîne, ziyanê dide ekolojiyê. Li herêma Terolar a ku Elewî lê dijîn, nifûsa 24 gundan 3-4 hezar bûn, bi wargeha AFAD’ê ya ku hatiye çêkirin, 27 hezarên ku ji komên cîhadîst û selefî pêk hatî, hatin bicihkirin. Ev guherîna ku avaniya demografîk a herêmê diguherîne li hêlêkê, ji ber sedema ku wargeh li naverasta herêmê ku di zeviyeke biber a çandiniyê ye û ji ber sedema ku kêzîn jî tevlî nav ava avdanê ya zeviyan dibe, li herêmê qirkirineke ekolojîk bi xwe re aniye.

KÊZÎNA GEL BERDIDIN SER ÇEMÊ GUND

Elewiyên ku li gundê Terolara Jêrê (Sîvrîcehoyuk) dijîn, ku ev der li jêra wargehê dimîne, hatine rewşeke wiha ku êdî bêyî ku maskeyê bi kar bînin nema dikarin bigerin. Ava kêzînê ya ku ji wargehê diçe ser çemê gund û tevlî nav ava avdanê ya zeviyan dibe, bêhneke genî dide derdorê û nexweşiyê bi xwe re tîne. Gundiyên ku li ser wargehê nerazîbûnên xwe nîşan dan ji ANF’ê re axivîn. Mehmet Delîter ku li gundê Terolara Jêrîn dijî û di heman demê de endamê Platforma Jiyanê ya Mereşê ye û Serokê Komeleya Çanda Elewî ya Terolaran e, diyar kir ku bi avakirina wargehê re, siberojê pirsgirêkên ku ew ê pê re hevrû bibin ji niha de dijîn. Delîter diyar dike ku ji ber ava kêzînê ya ku bi ser çêm de berdidin ji niha ve bi xwe re nexweşiyan tîne û got: “Em pirsgirêkên ewlekariyê û tendiristiyê dijîn. Ji hêla tenduristiyê ve ava kêzînê bi ser çemê gund de diherike. Bêhneke gelek giran jê tê. Ev jî gefa li tendiristiya gelê herêmê dike. Ji bo bersiva daxwaznameyên me yên ku me dayin, gotin ew ê boriyan ji bo çêm deynin. Çem di gelek gundan re derbas dibe. Li wargehê divê zelalkirin çêbibe. Divê bînin rewşeke wiha ku ziyanê negihîne sirûştê û ekolojiyê.”

‘LI WARGEHÊ YEK ELEWÎ JÎ NÎN E’

Delîter diyar kir, kesên ku li wargehê hatine bicihkirin, carcaran ji wargehê derdikevin û têne gundên wan, komkujiyên ku berê ji ber baweriya wan bi serê wan hatiye bi bîr dixe û dibêje ji ber vê sedemê jî ew di nav fikaran de ne. Delîter diyar dike ku ji ber sedema fikarên wan ti pêşgiriyên ewlehiyê nehatine standin û wiha diyar dike, “Li wargehê niha 27 hezar kes hatine bicihkirin. Ev ne tenê ew penaber in ku ji şerê navxweyî yên Sûriyê reviyane. Fikara me ew e ku di nav van de komên cîhasîst û selefÎ hene. Gelê ku li vir dijî, Kurdên Elewî ne. Em hîn bûn ku di nav Sûriyeyiyan de, yên ku hatin vir, yek Kurd jî nîn e. Ev jî yek ji wan hêlan e ku em bikevin nav fikaran.”

KOÇBERIYÊ DEST PÊ KIR

Delîter diyar kir, “li gundê me piştî avakirina wargeha AFAD’ê gelek malbat ji ber metirsiyan koç kirin” û wiha domand, “Li vir hevalekî me ku hal û wextê wî xweş bû, got, ‘êdî ti siberoja min û zarokên min li vir nîn e. Li qadeke ku 27-30 hezar kes anîne, ti siberoj ji me re nehiştine. Em ê çawa bikaribin di nav van de bijîn?’ Û ji gund çûn derveyî welat. Ev ê li ser serê me hemûyan digere. Bi vê wargehê bi awayekî sîstematîk dixwazin ku me bê cih û war bikin.”

‘GELÊ HERÊMÊ DI NAV BÊARAMIYEKE MEZIN DE YE’

Ji gundê Terolar a Jêrîn ciwane bi navê Huseyîn Kocamer jî got, “Ava kêzîna AFAD’ê diherike ser çemê hema li binya gundê me ye. Vê jî rê li ber pirsgirêka mezin a sirûştê û hawîrdorê vekiriye. Ji ber sedema ku bandorê li tenduristiyê dike, gundî ne aram in. Lê di destê wan de tiştek nîn e. Dîsa ji ber sedema ku AFAD li vir hate danîn, rêya gundê me û wargehê kirine yek. Êdî em nema dikarin çûnûhatine xwe ji vir pêk bînin. Gundê li ser rêya me ye, lê ji hêla wan kesan ve ku li wargehê hatine bicihkirin, dagir bûye. Beriya ku wargeh were çêkirin, gundê me jî di nav de, gelê ku ji gundên din jî dihatin, li vê qada daristanê pîknîka xwe dikirin. Lê piştî avakirina wargehê û kesên ku ji Sûriyê hatin, li vir hatin bicihkirin, bi ti awayî êdî em nema dikarin van deran bi kar bînin. Qada daristanê ji hêla Sûriyeyên wargehê ve tê bikaranîn û hatiye dagirkirin.”

‘TALOKEYEKE MEZIN LI SER ME HEYE’

Kocamaer dibêje, “li ser qadên me yên jiyanê talokeyên mezin hene” û bi berdewamî, “Nifûsa gundê me 150 kes e lê li wargehê 27 hezar kes hatin bicihkirin. Nifûsa hemû gundên derdorê ne çarîka nifûsa wargehê ye jî. Nifûsa giştî ya hemû gundên derdorê qey 3 hezar be, lê 27 hezar kes li tam li navendan herêmê hatin bicihkirin. Bi van kesên ku li vir hatine bicihkirin, dixwazin avaniya demokgrafîk a herêmê biguherînin. Em bi van metirsiyan li siberojê dinerin.”