Egîd Garzan ji çiyayên azad qet dûr neket

Ji Garzanê heta bi Zagrosan, ji Botanê heta bi Xakurkê 27 salan li her herêma Kurdistanê şer kir. Gelek caran birîndar bû, lê belê bi kêliyekê jî ji çiyayên azad dûr neket. Xetere li k bûya, ew li wir bû.

Li nava PKK'ê bi hezaran leheng rabûn, di nava şert û mercên herî giran de bi rê ketin û serketin afirandin. Bêdudilî canê xwe feda kirin û ev têkoşîna pîroz dewam kirin. Yek ji wan lehengan jî Egîd Garzan bû.

Egîd Garzan sala 1975'an li navçeya Qaxizman a Qersê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû. Malbata wî ji ber zext û zilma dijmin a li ser gelê Kurd neçar ma ku koçî Enqereyê bike. Egîd Garzan li metropolên Tirkiyeyê mabe jî ti carî dest ji çanda xwe berneda. Çanda welatparêziyê û berxwedêriya Serhedê di kesayetiya xwe de ava kir. Jiyana koletiyê ya ku lê dihate ferzkirin ti carî qebûl nekir û kete nava lêgerîna li jiyaneke bi rûmet. Piştî ku zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd di salên 1990'î de zêde bû û têkoşîna gelê Kurd mezin bû, PKK nas kir.

JI GARZANÊ HETA BI GARÊ ŞER KIR

Egîd Garzan sala 1993'an li herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji ber vê yekê jî paşnavê xwe kir Garzan. Li Garzanê dest bi gerîlatiyê kir. Hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve li qadê xwe bi pêş xist. Bi salan li Garzanê çalakiyên serketî kir. Piştî Garzanê qada wî ya têkoşînê Zagros bû. Li Zagrosê bênavber 18 salan derbên giran li dijmin xist. Bi serketinan destan nivîsand. Piştre jî Zap, Qendîl û Garê şahidî ji serketinên wî re kir. Di şerê li Zapê de bi roleke girîng rabû; tevî Fermandar Reşîd Serdar berxwedaneke mezin nîşan da. Destpêkê şervanekî Fermandar Reşîd Serdar bû, piştre jî bû fermandarekî bi huner.

TÊKOŞÎNA BÊNAVBER A 27 SALAN

Di nava PKK'ê de rastiya fedakirina canê xwe ya di ber hevrêyên xwe de bi pratîka xwe piştrast kir. Di gelek çalakiyan de ji bo hevalên xwe yên birîndar rizgar bike bêteredût tevlî şer bû. Piştî salên dûr û dirêj ên li Zagrosan derbasî Botanê bû. Ji ber ku xeyala wî ya herî mezin çûyîna Botanê bû, ev yek ji bo xwe weke xelatekê dît. Bi coş û kelecaneke mezin gihîşt Botanê û li vê qadê dest bi kar kir.

Rawestgeha wî ya din a piştî Botanê, herêma Xakurkê bû. Di nava gerîlatiya xwe ya 27 salan de li vê xaka pîroz gav bi gav geriya. Her gava xwe jî bi eşqa azadiyê avêt. Gelek caran birîndar bû, lê belê bi kêliyekê jî ji çiyayên azad neçû. Xetere li ku bûya ew li wir bû.

HER TIM YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI XWE RE KIR ESAS

Dilsoziya wî ya bi Rêbertî, şehîdan û gelê Kurd re mezin bû. Di jiyana xwe de felsefeya Rêber Apo û xeta şehîdan ji xwe kir esas. Ji bo hevrêyên xwe her tim bû çavkaniya hêz û moralê. Ji yekîtiya neteweyî ya Kurd tawîz neda. Yekbûna Kurdistanê ji bo wî mijareke welê bû ne cihê nîqaşê bû. Dema ku bi erka xwe radibû di Tebaxa 2020'î de di êrîşa dewleta Tirk a bi nokerên Kurd ên xayin re, tevlî karwanê şehîdan bû.