Ebdurrahman: PDK û Erdogan şer gur dikin

Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Hoşyar Ebdurrehman got, “Hemû kêşeyên li herêmê ji ber polîtîkayên nijadperest ên Erdogan e. PDK jî bi nijadperestiya Kurdan zemînê ji vî tiştî re amade dike.”

Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Hoşyar Ebdurrehman têkildarî tehdîd û daxuyaniyên Erdogan û Bahçelî ji ANF’ê re axivî.

‘OCALAN, TALEBANÎ, QASIMLO SIYASETA PARÇEYÎ DERBAS KIRIN’

Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Hoşyar Ebdurrehman diyar kir ku wefata Mam Celal ji bo gelê Kurd windahiyeke gelekî mezin e û got, “Ocalan, Talabanî û Qasimlo rêberên wisa ne ku, siyaseta parçeyî derbas kirine.”

Ebdurrehman diyar kir ku referandûma li Başûrê Kurdistanê bi biryara partiyekê pêk hat lê piştî referandûmê bû biryara gel û got, “Gelên Başûrê Kurdistanê rexneyên giran li rêveberiya Başûrê Kurdistanê dike. Gel ne bi tenê parçeyekî, her çar parçeyan difikire. Vê siyaseta me ya ne li gorî vî tiştî rexne dikin.”

‘DESTÊN ME NE GIRÊDAYÎ NE’

Ebdurrehman têkildarî axaftinên Erdogan û Bahçelî yên ku Kurdan tehdîd dike jî got ku, “Erdogan siyaseteke mezhebî dike lê Kurd li hemberî tehdîdên Erdogan û Bahçelî destên wan ne girêdayî ne. Ne heddê wan e ku ew Kerkûk tehdît bikin. Li Kerkûkê gelek netewe dijîn û Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, gelo kê Kerkûk parast? Erdogan dijminatiya Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Her dem ev kir. Tu carî nebû dost. Erdogan û Bahçelî ketine pêşbaziya nîjadperestiyê lê dinya wan cîddî nagire.”

PROJEYA ME YA JIYANA BI HEV RE HATE QUTKIRIN

Ebdurrehman got ku YNK her dem dixwaze bi gelên din re bi hev re bijî û ji ber polîtîkayên yên hêzên derve ev projeya wan hatiye qutkirin û got, “Hêzên Haşdî Şabî ne hêzên fermî ne. Beriya referandûmê bi van hêzan re tu kêşeya me tune bû, lê piştre tehdîdên wan hatin destpêkirin.  Hin kes vana koordîne dikin. Ji ber polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê yên li ser Kerkûkê dibe ku hin şer derkevin. Ji ber ku Erdogan û Bahçelî li pey provokasyonan in. Heke li hin cihên Tirkmenan êrîş çêbibin, em ê şaş nebin. Ew ê MÎT vî tiştî bike û ew ê têxe stûyê Kurdan. Ji ber vê jî em bi baldarî tevdigerin.

‘PDK BI PÊŞVEBIRINA NIJADPERESTIYÊ ZEMÎN AVA DIKE’

Berpirsyarê Têkiliyên Karên Derve yê YNK’ê yê Kerkûkê Hoşyar Ebdurrehman diyar kir ku PDK jî nijadperestiya Kurdan dike û pêşengiya vî tiştî dike û got, “Ev kes zemînê ji şerê li hemberî gelan re ava dikin.”