Du xwişk, du Amara û du şehîd…

Ew, ew bûn ku hê nehatî dinê bûbûn rêwiyê vê rêya bi salan. Ew jî bûbûn mirûd û hezkiriyên vê dozê. Tevî ku bi êş, jan jî bû ew bi hezkirin meşiyan û serbilind jiyan.

Ew jî  bûbûn evîndarê Amara ku ji nava xwe vejîn û hilatinek welidandibû. Ew jî bûbûn heskirî û qasidên vê doza ku ji bo hebûnê ketibûn ser rê. Ax Amara tu çi bûye nav û semboleke welê ku qîzên por xelek, esmer, zer, bejin kin bilind, çav reş, belek navê te hildane û sond, ehd û qesem xwarine bibin layîqî te. Ne yek ne du ne deh ne jî sed, hemû bûn Amara û navê te didin jiyîn. Çawa te ji nava xwe roj hilat, wan jî bi navê te, ji bo ew roj bijî û hebe, yek da dû yekê, yek ket ser şopa ya din. Yek çû yek din hat. Bê sekin û bê rawestandin. Carek bû Amara Roj, carek bû Amara Cûdî, carek bû Amara Goyî û … Amara û Amara…

Vê carê jî du xwişkên ji eşîra Goyan ên bi navê Amara Rûbar (Ayşe Kapar) û Cîhan Kapar (Amara Şerîf) li dû hev ketin ser vê rêyê bi navê Amara cihê xwe li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dan. Malbata xwişkên Amara ji ber zext û zordariya dewleta Tirk a dagiker û hevkarên wê çeteyên herêmê salên 90’î di encama polîtîkaya şewitandin û valakirina gundan de koçberî Başûrê Kurdistanê dibe. Ev dibe yekem rêwîtiya malbatê ku bê ku bifikire ku wê ji warê xwe qut bibin. Bi gotina ku ‘ha îro sibe’ vegere tim meşiya û meşiya. Meşa wan û rawestgeha wan a dawî Mexmûr bû. 

Her çendî Amara Rûbar (Ayşe Kapar) xwişka malê ya herî biçûk be, ji ber helwest û nêzîkatiyên malbatî û xurtbûna hestên welatparêziyê ya nava malê û derdor, zûtir biryara tevlîbûna nava Tevgera Azadiya Kurd dide. Amara Rûbar a yek wan zarokên di nava şert û mercên herî giran ên dorpêç û ambargoya penaberiyê de mezin bûbû, kê dizanî wê rojek bê, hesabê ji van bixwaze. Ji bo zarokên Kurt taybet penaberê azadiyê ev gotin zêde cihê xwe nagire. Ji ber ku hemû bi wê hest û sozê hê di rehma dayika xwe de fêr dibe û dibe yek ji şopdarê vê rêyê. Amara jî yek ji wan bû. Sala 2012’an biryara tevlîbûnê dide û cihê xwe di nava refên gerîla de digire. 

Amara Rûbar piştî perwerdehiya destpêkê ya gerîla bi coşek mezin tevlî xebatê dibe. Li herêma Zapê dest bi gerîlatiyê kir û bi meyla xwe ya li ser qada leşkerî, tatkîkên gerîlatiyê pejirand û derbasî nava jiyanê kir. Li Zagrosa di gelek çalakiyên sala 2012’an de cihê xwe girt û derbên giran li dagirkeran da. Tevî ku birîndar jî dibe, xwe ji herêmê dûr nagire û ji şer qût nabe. Li Zapê cihê cengê dibe xwedî ezmûn û piştre li ser vê derbasî Garê û Metîna dibe. 

Amara xwe li ser felsefeya Rêbertiyê kûr kir û bû yek ji milîtana PKK û PAJK’ê. Bi kûrbûn ezmûna li ser taktîkên şer ên demê bû yek ji gerîlaya pispor. Li ser vî bingehî xwest berê xwe bide warê ku bi salan dê-bav jê hatî qutkirin û bi hesreta wê dijî Botanê. Amara sala 2019'an weke milîtaneke fedayî, weke fermandareke pêşeng a YJA Starê li xaka Botanê herêma Cûdî ya qedîm vegeriya ku bi zorê jê hatibû qutkirin û bi vê vegerê serbilind bû. Amara ku bû fermandar û li xaka Botanê vegeriya, xeta têkoşînê timî bilind kir û di şexsê xalê xwe Şehîd Şerîf Tallî de bi têkoşîna xwe xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên me derket. 

Cûdî tu meskenê bi hezaran egîd û cihê mirûdanî. Tu ew xaka pîroz û muqedes ku sedan mêrxwaz û egîd ji nava xwe welidand. Ma tu ne ew cihê heybet ku lawikê xerîb ji bo bigihêje te, ketibû ser rê û negihayî te canê xwe da. Ma tu ne ew hêlîn û sitargeha bi hezaran leheng û sitiyanî ku te di himbêza xwe de ew mezin kir û di himbêza xwe de ebedî nemir kir. Tu ew xaka pîrozî ku ji her derê rê tê ba te û te vê carê jî ewladek din kir mêhvan û di himbêza xwe de sitirand.

Amara di êrîşeke dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ku derbên giran li dagirkeran da ku têde helîkopterek hatiye xistin 20’ê Kanûna 2022’an li Cûdî şehîd dibe.

Xwika din Amara Şerîf (Cîhan Kaplan) keça malê ya herî mezin e û ew jî piştî xwişka xwe ya herî biçûk Ayşe sala 2015’an biryara tevlîbûnê dide û cihê xwe di nava têkoşînê de didigre. Sala 2015’an hem salên serketinên mezin bûn û heman demê salên êrîşên herî dijwar ên li ser bajarên Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin bûn. Amara Şerîf jî li ser esasê erka welatparêzî û erkê demê tevlî têkoşînê dibe. 

Amara Şerîf berî tevlî bibe ji ber di ferqa erk û berpirsyariyên xwe yên di nava malê de bûn, bi rola xwe ya hem nava malê ya ji hemûyan mezintir û dîsa xwedîderketina li xwişk û birayên xwe, tim xwe berpirs dît, ji bo debara malê li gelek warên cuda yên jiyanî kar kir. Ji karê çandinî bigire heta karkeriyê qadên cuda yên çandiniyê ked da. 

Dema ku digihêje çiyayên Kurdistanê, li ser esasê jineke azad dikare her tiştî bike û bi vî rengî dest bi têkoşînê kir. Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo kûrkirina xeta azadiyê ya jinê, ji bo xwedîderketina li keda şehîdan, li gelek herêman bi daxwaz, coş û kedkariyeke mezin tevlî bû. Bi dilê xwe yê pak, bi armancên xwe yên mezin û îradeya xwe ya xurt bû Fermandareke YJA Starê ku roj bi roj dibû xwedî tecrûbe û şareza dibû. Ji bo hesab ji kiryarên dijminê qirker bê pirsîn, ji bo tola gel bê hilanîn û serketin bê misogerkirin, li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Herêmên Parastina Medyayê ya sala 2021’ê di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de pêşengî dike. Li tûnelên Berxwedanê yên Aris Faris ên Avaşîn bi fedayî li ber xwe dide. 

Tunelên Berxwedanê ya Aris Faris jî yek ji wan qadên herî girîng ên berxwedanê bû. Dewleta Tirk a dagirker ku bi êrîşê nekarî berxwedanê bişkîne, bi nemerdî serî li çekên kîmyewî û gazên jehrî dabû. Tevî her gazên jehrî û teqînan jî wan li ber xweda, çeper û qadên xwe yên berxwedanê berneda. Tunelên Berxwedanê ya Aris Faris ji ber li nava geliyek teng bû û ji warê parastin û di mijara dorpêçê de cihek saxlem nebû. Fermandariya giştî ya qadê bang dikir ku xwe vekişînin. Di demekê de ku nîqaşa  vekişînê dihate kirin, Amara Şerîf Goyî giran birîndar dibe. Ji ber rewşa Amara giran e, nikare tunelan bihêlin û paşve xwe vekişînin. Fermandarî diyar dike ku çi dibe bibe, rêbazek bibînin û hevala Amara jî bigirin û vekişin. 

Biryar hê ji mêj ve hatibû girtin, ew jî rêya fedayîtî bû. Ji xwe Apocî bi fedayîtiya xwe tê nasîn. Ew ne yên çepar bihêlin û biçin, heta dawî li ber xwe bidin; herî dawî jî xwe feda bikine. Hevrêya wan Diyana gotibû ku ew ê hevrêya xwe Amara nehêle tenê, hemû hevrê vekişin, piştî ku dijmin ketin nava tunelê wê xwe bi wan ve biteqînin. Piştre bi rêzê Jîn, Rûbar, Sarya jî heman biryar girtin. Van ji bo hevrêyên wan vekişin şer kirin. Bi vî rengî 14 hevrêyên wan ji tûnelan derdikevin. Herî dawî hevrê Diyana li ser cîhaza mezin 8’ê Gulana 2021’ê diyar dike ku dijmin gaza jehrî bikar tîne û hew deng ji wan hate bihîstin. Bi vî rengî Amara, Diyana, Jîn, Rûbar û Sarya digihêjin ebediyê, şehîd dibin. 

Wan da dû xeyalê xwe û heta jê hatin ji bo serketin û azadiya wî xeyalî şer kir, têkoşîn da. Ne di jiyanê de û ne jî di şer de kes dû xwe nehişt, tim jiyana wan şer bû û têkoşîn bû. Weke du xwişk, du Amara û herî dawî du şehîd navê xwe li dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê dan.