Du gerîlayên HPG'ê li Berlînê hatin bîranîn

Gerîlayên HPG'ê Ronî Pinar (Bulent Efeogûllari) û Serhat Xwîn (Sedat Yalçinkaya) ku di meha Îlonê de li Heftanînê û Xakurkê ji ber bomberdûmana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li paytexta Elmanya Berlînê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Berlînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û malbatên gerîla û nûnerên saziyên Kurdan tevlî bûn.

Hevseroka NCDK'ê Nûjiyan Gunay di destpêka civîna bîranînê de axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got, "Ev hevrê ne şehîdên me yên destpêkê ne jî yên dawî ne. Em baş zanin ku Erdogan, AKP-MHP vê barbariyê bi tena serê xwe nakin. Eger ne ji hêzên li pişt wan bin nikarin bikin. Lê belê bila her kes zanibe ku êdî yek ji aktorên sereke yên li Rojhilata Navîn gelê Kurd e û wê ti carî xwe nekin qurban."

Bi navê malbatên şehîdan jî Goze Çalkan axivî û got, "Ciwanên me ne evîndarê birçîbûnê, serma û mirinê ne. Wan ji bo azadiyê canê xwe feda kirin. Divê em li wan û mîrateya wan bibin xwedî."

Apê şehîd Kûtbettîn Guler jî got, "Şehîd şehîdê gelê Kurd ê bi rûmet e."

Siyasetmedarê Kurd Mûharrem Kadîr piştre axivî û got, "Di destketiyan hemûyan de ked û xwîna şehîdên Kurdistanê yên leheng hene." Kadîr got, "Ji ber vê yekê dijmin herî zêde êrîşî gerîla dike."

Her wiha ji bo meşa 12'ê Cotmehê ya ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî banga tevlîbûnê hate kirin.