Dr. Erdal: Şerê me şerê azadî û rûmetê ye, em ji vî şerî nawestin

Ji fermandarên NPG'ê Dr. Bahoz Erdal diyar kir, AKP şer weke yekane rêya desthilatdariya xwe dibîne, lewma li her deverê li dijî Kurdan şer dike. Erdal got, berxwedan û şerê wan şerê rûmet û azadiyê ye, lewma ew ji vî şerî nawestin.

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Dr. Bahoz Erdal beşdarî bernameyeke taybet a Radyoya Dengê Welat bû û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nirxand.

'DI HILBIJARTINÊN DAWÎ DE JÎ EŞKERE BÛ KU KURD DESTEKÊ BIDE KÊ EW Ê BIBE DESTHILATDAR'

Hûn rewşa siyasî û pêşketinên dawî yên li Tirkiye çawa dinirxînin?

Niha Tirkiye bi taybetî deshilata AKP-MHP di nav krîzekî kûr de derbas dibin. Pir lewaz dibin. Li derve siyaseta wan lewaz dibe, têk diçe. Mînak vê tevlîheviya Rojhilata Navîn Erdogan ji xwe re wekî firsendekî dît ku destê xwe direjî her welatê bike. Bi vê xewnê Osmaniyan xwest pêk bîne. Lê ew siyaseta wan ew mudexaleya wan hemû lewaz bûn û faşil bûn. Li Iraqê, li Lîbyayê, li Sudanê, li Misrê, li dewletên Kendavê, herî dawî li Suriyê yanî di vî alî de ew polîtîkaya wan hemû vala derketin, bêencam man. Herî dawî li Suriyê jî, yanî guhê xwe nedin zirt û pirtê wan, siyaseta Erdogan a Suriyê jî fiyasko ye. Niha li Suriyê bûye pêkenikên wan hêzên navnetewî û di vî alî de însiyatîf ji destê wan çûye. Di milê din de di aliyê hûndir de jî siyaseta wan bi serneket. Aborî krîz e, herî dawî li hilbijartinên herêmî de darbeyeke mezin xwarin, êdî di nava civaka Tirkiyê de paşeroja AKP ketiye nîqaşê. AKP di pêvajoyeke parçebûnê de ye, qutbûn çedibe. Hem di siyaseta derve de hem jî di siyaseta hundir de biserneketin. Sebebê vê yekê şoreşa Kurdistan e. Bi rastî jî tekoşîna dîrokî ya şoreşa Kurdistanê hişt ku siyaseta AKP a hundir û derve mahkumê têkçûnê bibe. Ev sebebê wan zeîfiyên xwe, wan têkçûnên xwe Kurdan dibînin. Şoreşa Kurdistanê dibînin û PKK dibînin. Ji bo vê yekê niha bi awayekî tolê ji Kurdan bigirin êrîşê ser gelê me dikin, êrîşê li ser tevgera me dikin. Îsal ev hîn baş zelal bû. AKP niha dixwaze çawa emrê xwe dirêj bike. Niha li Tirkiyê heqîqetekî bi vî rengî heye. Kurd li pişt kîjan hêza siyasî, li pişt kîjan partiyê bibin ew dibe desthilat. Kurd kî berdin, destek nekin ew nikare li Tirkiyê bibe desthilat. Desthilat be jî ji desthilatdariyê dikeve. Niha AKP demekî hate li ser desthilatê. Hinekî hêvî da gelê Tirkiye û gelê Kurd ku hîn gavên demokratîk biavêje. Ji bo vê yekê di nav Kurdan de jî hinekî bandorên xwe çêbû. Lê niha nuxteya dawî ku em gihiştine êdî gelê Kurd hemû rûyê Erdogan yê rast dîtin, însanekî xwinmijê Kurd e, însanekî dijminê Kurd e, faşîst e, însanekî dijminê demokrasiya Tirkiye ye. Ji bo vê yekê niha îtîbarê AKP jî Erdogan jî di nav Kurdan de nemaye. Di vê hilbijartinên herêmî ya dawî de jî diyar bû ku Kurd kî destek nekin ew ê winda bikin. Niha çawa dixwaze emrê xwe dirêj bike. Bi 2 tiştan dixwaze emrê xwe dirêj bike. Yek; întîqam ji gelê Kurd û şoreşa Kurdistan bigire. Ango bi her awayî êrîş dikin. Û dixwaze bi vê awayî şovenîzma  Tirk gûr bike û li ser dijminatiya Kurd emrê xwe dirêj bike. Yek ev e. Dido; dixwaze di nav civaka Kurd de hinekî însanên me yên ku wisa dîndar in, yan jî dîndariyê tenê di çarçoveya teng digirin dest, dixwaze ji wan re vê mesajê bike “binêrin ez desthilat bibim li Tirkiyê ji bo dîndaran azadî heye, ez desthilat bibim dîndar dikarin nefes bistînin, eger ez ji desthilatê biçim wê di nav Kurdan de jî, di Tirkiyê giştî jî li ser dîndaran, li ser kesimên muxafazakar zextekî mezin çêbibe û ne ez bim rewşa wan ne baş bibe, bîr û bawarî bikevin bin zextê”. Dixwaze hewayekî wilo, hîsekî wilo di nav derdorên muxafazakar ku ji civaka Kurd û Tirkiyê ava bike.

'ERDOGAN Û AKP'Ê LI TIRKIYEYÊ ÎSLAM LEWITAND'

Derveyî xwe herkesî li dijî dîn, li dijî Îslamê nîşan dide. Bi taybetî tevgera şoreşa Kurdistan, saziyên Kurdan yên legal, bloka demokrasiyê li dijî Îslam nîşan dide, li dijî dîndarî nîşan dide, li dijî muxafazakarî nîşan dide. Tenê bi vê şeklê dixwaze kesîmên dîndar bitirsîne ji bo ku AKP re bimînin. Niha polîtîkaya ku dimeşîne polîtîkayekî bi vê awayî ye. Lê a rast ne wilo ye. AKP bi navê dîndariyê li Kurdistanê qetlîam çêkir. Bi navê dîndariyê zarok kuştin, jin kuştin, bajar xirab kirin. Li Tirkiyê jî bi navê dîndariyê her tiştên xirab kir. Hedîsa Şerîf dibêje “Minxeşhene feliyse mînhe”. Ando yên ku em xapandin û hîle kirin ne ji me ne, ne misliman in. Di Tirkiyê de yê herî zêde xapandin kir, derew kir, hîle kir, talan kir û aboriya Tirkiyê anî vê halê Erdogan e, zawayê wî ye, kurê wî ye û AKP ye. Çi alaqayê wan bi Îslamê heye û bi navê Îslamê wan tiştan kirin. Bi rastî AKP û Erdogan di Tirkiyê de navê Îslamê jî, heqîqatê Îslamê jî lewitandin. Heta di cîhanê de, zirara herî mezin a da Îslamê,  Erdogan bi xwe ye. Çawa? Erdogan alikariya DAÎŞ ê kir, DAÎŞ xurt kir, alîkariya Nusra kir, Nusra xurt kir, alîkariya Exwan Mislimîn kir, Exwan Mislimîn xurt kir. Wan her sê jî di cewherê de bi navê dînê Îslamê kuştinê, serjêkirinê, komkujiyê her tiştê helal dikin û fetva derdixin. Erdogan di rêka wan her sê hêzên çete re xwest xwe di Rojhilata Navîn de bixe hêz, xwest Ewropayê pê tehdît bike. Ji ber vê yekê Erdogan bû sebep ku eger îro di Ewropa de, di Emerîka de, di gelekî cîhên cîhanê de Îslamofobî xurt bûye, pêş ketiye sebebê esasî Erdogan bi xwe ye. Çima? Ji ber ku Erdogan di bin navê dînê Îslamê Nusra, DAÎŞ, Exwan Mislimîn xurt kir, ku wan her sê jî teror in. Wana tenê însanan bi hovîtî dikujin. Ev jî bû sebep întîbayekî nebaş li ser Îslamê di alema Xiristiyan de, di Ewrupa de, di cîhanê de çe bibe. Rengê Îslamê reş kir di cîhanê de. Yanî di vê alî de ne tenê li Kurdistanê û li Tirkiye, di cîhanê de bi navê dîn, bi navê Îslamê zarar da. Bu sebep ku dînê Îslamê teşhîr bibe. Li dijî dînê Îslamê antîpatî çê bibe. Îslamofobî çe bibe. Ev polîtîkayên Erdogan yên ku li pişt DAÎŞ, Nusra û Exwan Mislimîn disekine ye. Niha ew rewş di cîhanê de êdî eşkere bûye. Ji bo vê yekê di hemû milan de Erdogan di nav tengaviyê de ye. Aliyê cîhana derve de jî hamû heqîqeta wî, xirabiya wî, gemara wî eşkere bûye. Di Tirkiyê de jî eşkere bûye. Lê kêmasiya çi heye? Bloka demokrasî yê Tirkiyê eger ku vê heqîqeta AKP eşkere bike, bi Civakê baş bide naskirin, bi kesîmên muxafazakar xwe dîndan dihesibînin bide naskirin û bloka demokrasî herî baş ew dikare bibe temsîla wan. Li bloka demokrasiyê ji hemû baweriyan re, ji hemû dînan re, ji hemû mezheban re, ji hemû kesan re rê û îmkanên jiyana azad heye. Eger bloka demokrasî xwe bi vê awayî bi Civaka Tirkiyê re baş bide naskirin êdî emrê Erdogan û AKP ne dirêj e. Êdî dinya alem behsa vê dike.

AKP di milekî de qeyûman tîne li ser şaredariyan, di aliyekî de jî hinekî dayikan tînin li ber avahiya HDP ya Amedê. Wan dayikan wekî amurekî propagandayên xwe bi kar tînin, pir dixin rojevê. Hûn wan çawa dinirxînin?

'CIHÊ MALBATÊN ME YÊN GERÎLA LI SER SERÊ ME YE; DIVÊ KES NEHÊLE KU AKP WAN BI KAR BÎNE'

Niha ev demeke ew meseleyên çend dayik û malbatên li pêşiya avahiya HDP a Amedê tê nîqaşkirin. Bi taybet hikumeta AKP û medya Tirk a derewker ev dike rojev. Esas dixwazin bi vê polîtîkaya xwe komkujiya Kurdistanê binixumîne. Wan êrîşên li ser şaredariyên Kurdan dixwazin bi vê awayî wilo bidin ji bîrkirin. Lê ji bo vê meselê bi rastî em baş nizanin yanî yên niha li ber deriyên avahiyê çend ji wan rastî jî malbatên gerîlla ne? Bi rastî çend ji wan malbatên gerîlla ne, çend jî malbatên cuda ne em nizanin. Malbatên me yên gerîlla, dayikên gerîlla cîhên wan li ser serê me, li ser çavên me heye. Dikarin serî li saziyên, cîhên gerîlla bidin, rewşa zarokên xwe fem bikin. Lê wan malbatan kesî serî li me nedaye. Em nikarin bêjin wana malbatên gerîlla ne jî. Em vê nizanin. AKP dixwaze vê yekê wekî amurekî bikar bîne. “ Wa dayik li diji şoreşa Kurdistanê radibin, derdê dayikan e û êşê dayikan e” bi vê awayî wilo dixwaze bi hestên Civakê bi kar bîne, pê bilîze. Difikire ku belkî Kurdan hinekî bixapîne. Lê Kurd AKP baş nas dikin. Civaka Kurdistanê nêzikbûnên AKP û Erdogan ji dayikên Kurdan re çi ye baş nas dikin. Gelê Kurdistanê dayika Taybet ji bîr nekirine. Li bajarê Botanê Silopiyayê di nava kolanê de dayika Taybet dayikekî bû. Kirine hedefê, kirine nîşana sîlahên xwe û lêdan, zedeyî hefteyekî cenazeyê vê nîvê kolanê ma. Malbata wê xwest biçin lêdan, însanên din xwestin biçin lêdan. Ew cenazeya vê dayikê zedeyê hefteyekî li vê kolanê ma heta ku kurma girt, bêhn pê ket. Polîtîkaya Erdogan, nêzîkbûnê wî ji dayikên Kurd re ev e. Ev hovîtî, ew wahşeta ku anîn li ser dayika Taybet ev nêzîkbûna Erdogan a ji hemû dayikên Kurdan e. Kurdan vê ji bîr nekiriye. Cardin vê biharê, pêvajoya berxwedanê a rojiyê, dayikên girtiyên azadiyê demekî deng derxistin, wan polîsên hov ê AKP wan dayikên me yên 60 salî, 70 salî çawa li wan didan, çawa bêhurmetî li wan dikirin, çawa zorekî hovîtî li hemberî wan dimeşandin dinya alem dîtin, xelkê Kurdsitanê wa hemû dît. Ji bo vê yekê êşên dayikên Kurd, hesirên dayikên Kurd, derdê dilê dayikê Kurd AKP fem nake, nas nake. Ew niha tenê çend malbat anîne vê derê dixwazin vê jî bikin parçeyekî siyaseta şerê taybet. Lê wana hêsabên şaş dikin. Kurd rastiya AKP û nêzîkbûna vê ya ji dayikan re baş dizane. Dayikekî li Şirnexê bi panzêran hat şehîd xistin. Sîcîlê dayik û zarokên ku di desthilatiyê AKP de gelê Kurd baş dizane. Mijarekî din em dayikên gerîlla baş dizanin. Dayikên gerîlla em dibînin, dema ku gerîlla şehîd dikeve dayikên wan bi tilîliyan cenazeya wan pêşwazî dikin, destê wan hine dikin. Îro gelê me ji ber hovîtî û terora AKP belkî nikarin bi vê şeklê cenazeyên gerîlla pêşwazî bikin lê em dizanin ku dayikên gerîlla bi vê awayî nêzikê zorokên xwe dibin, bi zarokên xwe, bi gerîllatiya wan jî serbilind in, bi şehadetê wan jî serbilind in. Em dayikên xwe wilo dizanin. Bêguman dilşewatiya dayikan em baş fem dikin ji ber ku em jî xwedî dayik in. Ji xwe ev zarok, ew gerîlla ji bo ji şewata dilên dayikan re bibin derman derketine serê çiya. Ji bo layiqê wan dayikan bibin. Ji bo ku dayikên wan di nav Civakê de serbilind bibin derketine serê çiyan. Ji bo dayikên wan bi wan serbilind bibin derketine serê çiya. Ji bo ku bibin zorokên baş, bibin keç û xortên baş, yên jêhatî, yên binamus û şeref, dayikên wan, malbatên wan bi wan serbilind bibin derketine serê çiya û bûne gerîllayê Kurdistanê. Ji bo vê yekê derketine. Ji bo vê yekê dagirkeriya AKP ew fem nakin. Têkiliya di navberê wan û malbatê wan de, têkiliyên di navberê gerîlla û dayikan de. Ew niha di vê alî de dixwazin êrîşekî psîkolojîk bimeşînin. Lê ev êrîşa wan berovajî zivirî. Demekî dirêj neçû sextekariya wan eşkere bû, herkesî nas kir, însanên nîv demokrat jî gotin “ka ewqas derdê we dayik in, ewqas ji êşên dayikan re rêzdar in, çima li hemberê Dayikên Şemiyê ewqas bi hovîtî nêzî wan bûn, we rê neda ku li ber keviya kolanekî dengê xwe bilind bikin, rahijên wêneyên zarokên xwe. Ev bi salan e li bendê hestiyên zarokên xwe ne.” Ji bo vê lîstoka wan eşkere bû, heta berovajî qulubî. Em bawer nakin malbetên gerîlla, dayikên gerîlla bi wan lîstokên AKP re bimeşin. Lê êşê dayikên xwe jî em dizanin. Derdê wan em dizanin. Sebebê êşê dayikên me, sebebê derdê wan jî ne zarokê wan in, ev dagirkeriya dewleta Tirk e, ev zilma wan e, ev hovitiya wan e. Hebûna gelê em qebul nakin, mafên wî qebul nakin, zimanê wî jî qebul nakin. Sebebê hemû êşên dayikan, hemû êşên gelê em ev dagirkerî ye. Ne zarokên wan e. Ev zarokên wan ji bo ku dawî li vê êşê bînin, ji bo ji wan derdan re bibin derman derketine serê çiyan û bûne gerîllayên Kurdistanê. Em bawer in her dayikekî Kurd, her çiqas hestiyar e jî lê bi keç û xortên xwe yên gerîlla yên serê çiyayên Kurdistanê serbilind e. Em jî wekî gerîllayên Kurdistan, em hemû keç û xortên Kurdistan li serê wan çiyan, hemû dayikên gerîlla dayikên me hemûyan e. Em her layiqê wan bibin û em bi hemû hêza xwe hewl bidin ku dayikên me bi me serbilind bibin. Rojekî zilm û terora polîsên AKP, yê dewleta Tirk xilas bû, wan rojan heta mumkun be nêz bikin.

'TIŞTA KU LI EFRÎNÊ KIRIN, DIXWAZIN LI KERKÛKÊ JÎ BIKIN'

Di vê demên dawî de di rojevê de hilbijartinên herêmî ji bo hinekî vîlayetên Iraqê hene. Yek ji wan vilayetan jî Kerkûk e. Hûn vê rewşa Kerkûk û Başûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Niha rewşa Rojhilata Navîn hemû bi hev re girêdayî ye. Hemû jî li ser hev tesîr dike. Ango rewşa Iraqê li ser Başûrê Kurdistan tesîr dike, li ser Suriyê tesîr dike, li ser Kendavê tesîr dike, li ser Îranê tesîr dike, li ser Tirkiyê tesîr dike. Rewşê Bakûrê Kurdistanê, şoreşa Kurdistanê, rewşa Tirkiyê jî li ser Suriyê bandor dike, li ser Iraqê, li ser Başûr bandor dike. Ango eqlekî siyasî yê Kurd ku vê yekê nebîne ew eqlekî ku tê de noksanî heye ye. Di vê çarçovê de mirov binirxîne Iraq jî niha sahayekî şer e. Di navbera hêzên herêmî û navnetewî de. Û ev bandora xwe bêguman li Kurdistana Başûr jî dike. Îro li Kerkûkê alozî hene. Xeterî li ser Kerkûkê hene. Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye. Lê di vê bajarê de ne tenê Kurd jiyan dikin. Kurd jî, Tirkmen jî, Ereb jî jiyan dikin. Civaka Kerkûk bixwe bi şeklekî mozaîk e, dikare xwe birêve  bibe. Lê Kerkûk bajarekî di hundirê erdnîgariya Kurdistan de ye. Ev heqîqetekî dîrokî ye. Lê îro li ser Kerkûk xeterî hene. Xeteriyê li ser Kerkûkê eger dagirkerî firsend bibînin dixwazin weke Efrînê bikin. Ango çi li Efrînê kirin, dixwazin li Kerkûkê jî bikin. Demografya wê biguherînin. Xeteriyê herî mezin jî a li ser Kerkûkê jî dagirkeriya Tirk e, ji Erdogan e. Ango pêkhateya Tirkmen yê Kerkûkê de, heta bi hezaran însanên Tirk di bin navê Tirkmen de anîne wir. Wir rêxistinekî çeteyan bi salan e ava dikin. Dixwazin demografya wir biguherin. Dixwazin hinekî hêzên şofenî yê Ereb re tevlîhevî çêbikin. Kurdan ji wir bidin revandin. Dest deynin li ser erdên Kurdan. Heta dixwazin Kurd û Ereb berdin hev, şerekî Kurd û Ereb derxin. Şerekî derxin ji bo bibe bahane ku demografya bê guhertin. Kurdan bidin revandin. Xetereyekî wilo li ser Kerkûkê heye. Em vê dizanin. Lîstokê AKP-MHP ne, bi destê MİT ê û îstîxbaratê hinekî wan çeteyên Tirkmen yê Kerkûkê dikin. Xelkê Başûrê Kurdistan bi taybet hêzên siyasî divê vê rastiyê bibînin. Meseleya Kerkûkê wekî meseleyekî ser hizbî re bigirin. Ne ewqas ji min re ewqas ji te re. Ne wilo. Meseleyekî li ser hizbê re ye. Siyasetekî wilo çê bibe, hevkariyekî wilo çêbibe Kerkûk dikare nasnameya xwe biparêze, dikare li hemberî xetereyan li berxwe bide. Lê meseleya Kerkûkê ji meseleya Iraqê gişti, ji meseleya Başûrê Kurdistanê heta ji rewşa Kurdistanê giştî ne cuda ye. Jixwe hinekî siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê li gorî me xeletiyê ku dikin çi ye? Ando rewşê ji hev dikin. Rewşê Kerkûk ji rewşa giştî Iraqê qut digirin dest. Rewşê Başûrê Kurdistanê ji giştî Kurdistanê û giştî Rojhilata Navîn qut digirin dest. Ji bo vê naçin encamekî objektîr. Hemû bi hev re girêdayî ye. Ji bo vê hinekî îhtiyaç heye ku hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistan hîn bêhtir siyasetekî Kurdistanî pêş bixin. Ango niyetê kûr yê dagirkeriya Tirk, yê Erdogan rast fem bikin. Wan têkiliyên biguman dev jê berdin. Erdogan dibêje, wezîrê wî hê hundir dibêje, dibêje “em di Başûr de me filan partiyê re li hev kiriye, filan partiyê re me îttîfaq kiriye ku li dijî PKK em şer bikin”. Ji wan partiyan yek dernakeve nabêje “nexêr tiştekî wilo nîn e, peymanekî me yê wilo nîn e”. Wilo rewşekî biguman heye. Ev siyaseta wilo biguman zirar dide. Tenê zirar nade berjewendiyên Kurdistanî yên parçeyên din. Rewşa Kerkûkê jî ji vê siyasetê ne cuda ye. Destê dagirkeriya Tirk di Kerkûkê, di tevlîheviya Kerkûkê de heye. Heta ev tevlîheviyê di navberê Bexda û Herêma Başûrê Kurdistanê de ger bê kolandin di vê de jî dewleta Tirk wê derbikeve. Ji bo vê em dibêjin hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vê heqîqetê Erdogan bibînin, li gorî vê heqîqetê helwestên xwe li ber çav re derbas bikin. Erdogan aliyê Kurdên Bakur de êdî heqîqeta wî, niyeta wî eşkere bûye, îtîbarê wî nemaye. Kurdên Rojava wilo, Kurdên Rojhilat wilo. Kurdên Başûr jî heqîqeta Erdogan nas kirine. Lê mixabin hê jî eqlekî siyasî li Başûr heye dibêje “ Erdogan belkî ji bo Bakûr xirab e, belkî ji bo Kurdên Rojava xirab e, lê ji bo me baş e”. Yê bixwaze Erdogan nas bike, yê bixwaze hestê Erdogan, siyaseta wî, zîhiyeta wî li hemberî Kurd fem bike bila li Efrînê binihêre. Di wir de derewekî mezin e. Dibêje “Erdogan bi PKK re şer dike”. Li Efrînê jî wilo gotin. Gotin “em tenê ji bo YPG diçin”. Heta hinekî yên ENKS ku ji MİT ê re dixebitin kefa destên xwe firikandin gotin “belkî em li wir bibin tiştekî”. Lê ew bixwe jî şoq bûn. Ji ber ku Erdogan ket Efrînê dagir kir, demografyaya Efrîn guhert. Li ber çavên cîhanê hemû bê kû şer bike îro komkujiyekî, jenosîtekî mezin li Efrînê tê meşandin. Vê heqîqeta Efrîn bibîne Erdogan ev e. Ji bo vê yekê yek siyasetmedarê Kurd, yek partiyekî Kurd li kîjan parçeya Kurdistanê be ew bêje “Erdogan baş e”, ew bi Erdogan re dostaniyê bike ew siyasetmedar, ew hêza siyasî eleqayê xwe bi berjewendiyên Kurd û Kurdistanê re nîn e. Ji bo vê yekê niha em dixwazin xurtbûna pêşeroja Başurê Kurdistanê, mîsogerkirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê jî bi mîsogerkirina mafên Kurd giştî re girêdayî ye. Ango ew tiştekî ne maqul e, ev tiştekî ne mumkun e ku wê li hinekî cîhên din Kurd bin bikevin li Başûr jî mafên Kurdan mîsoger bibe. Tiştekî wilo nîn e. Ew dagirker nadin vê tiştê. Dagirker eger li cîhên din dijminê Kurd in, li vir hîn bêhtir dijminê Kurd in. Çima niha wekhev êrîş nakin. Ew bixwe vê yekê dibêjin. Dibêjin “ gerek em nehêlin Kurd bibin yek, gerek em bihêlin Kurd parçe bibin”. Ev parçeyekî siyaseta wan e. Eger îro ji hinekî hêzên siyasî ya Başûr re nêzikbûnekî Erdogan heye, eger hinekî tîcaret heye ev parçeyekî siyaseta wan a ku Kurdan parçe bike, Kurdan berde hev e. Nexwe ne ku maqufekî wan îca bûye ji bo Başûrê Kurdistanê, an jî dostaniyekî, an jî qebulkirinekî hebûna Kurd e, an jî statuya Kurd e. Em bawer in xelkê Kurdistanê Başûr vê rastiyê êdî dîtiye. Lê di medyaya Başûr de, di rewşenbîrên Başur di vê de lewaz in. Wekî ku Erdogan dijminê hinekî Kurdan e. Wekî ku dijminê hinekî Kurdan e lê dostê wan e. Ev xwe xapandinek e, xapandina millet e jî. Erdogan eger rastî jî dostaniyekî xwe ya Kurdan hebe wê ewil dostaniya xwe bi Kurdên gel xwe re biba. Eger ji Kurdan hez bikira, Kurdên gel xwe hez bikira. Eger tehammula wî ji bo azadiya Kurd û statuya Kurd heba wê ev tehammul ji Kurdên gel xwe re bikira. Heqîqat ber çav e. Ji bo vê em dibêjin xelkê me yê Başûr, hemû hêzên siyasî yên Başûrên Kurdistanê êdî heqîqeta dagirkeriya Tirk, heqîqeta desthilata Erdogan bibînin. Êdî helwestekî hîn xurt, hîn zelal, hîn bicesaret pêş bixin. Dagirkerî zeîf dibe. Erdogan niha di hemû cîhanê de teşhîr bûye. Di hemu cîhanê de êdî Erdogan wekî însanekî xirab  tê naskirin. Yên herî zêde Erdogan teşhîr bikin gerek Kurd bin. Ji ber ku Erdogan herî zêde dijminatiya Kurdan kiriye, dijminê Kurdan e. Yê ku herî zêde alîkariya DAÎŞ kiriye Erdogan e. Ji bo vê yekê em dibêjin pêşeroja Kerkûkê jî, pêşeroja herêmê Başûrê Kurdistanê giştî jî mirov nikare ji vê heqîqetê cuda bigire dest. Ji ber ku lîstokên Tirkiyê di Iraqê de jî heye, di Başûrê Kurdistanê de jî hene, li Musilê jî hene. Ne tenê di aliyê eskerî de destwerdanê wan heye. Destwerdanê wan di aliyê siyasî jî heye. Hem cehba Kurdan de, hem cebha Sunniyan de heta di cebha Şîa de jî dixwazin destwerdanê çêbikin, tevlîhevî çebikin. Ev heqîqet bê dîtin wê çaxê meseleya Kerkûk wekî meseleyekî netewî dikare bê destgirtin. Ew metirsiyê ser Kerkûkê rabike.

'JI BILÎ ŞER TIŞTEK DI DESTÊ ERDOGAN DE NEMAYE KU DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE'

Dewleta Tirk biharê li herêma Xakurkê û di vê demê dawî de jî li herema Heftenînê bi navê Pençe 2 operasyonên dagirkirinê kir. Niha rewşa wan operasyonan çi ye, hûn çawa dinirxînin?

Niha tiştekî din di destê Erdogan de ji bo desthilata xwe berdewam bike nemaye xeynî şerê dijî Kurdan. Ji bo ku her çiqas di aliyê din ya Tirkiye hemû berkendal dibe jî lê ew cardin şerê li hemberî Kurdan û şoreşa Kurdistan berdewam dike. Dixwaze bi vê awayî emrê xwe dirêj bike. Êrîşê li ser Xakurkê, li ser Heftenîn di vê çarçevê de mirov dikare binirxîne. Planên wan hene bêguman. Ew dixwazin axa Kurdistanê kîjan parçe bibe, heta ne ya Kurdistan ta heta Bakûrê Efrîkayê ku ji wan were bigirin. Dibêje “ew berê milkê bapîrên me bûn”, nabêje bav û bapîrên me hatin wir îşgal kirin, dibêje milkê wan bû. Niha hesabên wan hebûn ku werin Xakurkê bigirin, Heftenîn bigirin heta agahiyên me hene ku êdî caddeyan bînin, li wan deran petrolê derxin. Petrol heye li vir, maden hene. Hesabên wan yê wilo hene.

'ARTÊŞA TIRK LI XAKURKÊ Û HEFTANÎNÊ TEVIZIYE'

Lê li her du deveran derbên xurt xwarin. Ev ne cara ewil e dewleta Tirk tê Başûr. Ji 1992 yê heta 1999 ê bi dehan caran êrîşê Heftenînê kirin, êrîşê Xakurkê kirin, êrîşê Zapê kirin, êrîşê Garê kirin, heta tankên Tirkan heta Çomanê, heta Qesrê çûn. Bi salan şer berdewam kir li Başûr. Encam çi bû? Encax ew pîs pîs paş de vegeriyan, PKK û şoreşa Kurdistanê hîn xurttir bû. Ji bo vê yekê herî dawî ev êrîşa li ser Heftenîn jî ewqasî werimandin, nav lê kirin, toz û dumanekî çekirin, lê di roja duyemîn ya êrîşê de gerîllayên Kurdistanê dersekî baş dan wan. Ew hingavtin. Ji hêngî ve tevizîne li wir. Gerîlla bi wan da naskirinê ku wilo werin wan deran, wir ne cîhê seyranê ye ji wan re. Çi li Xakurkê be, çi li Heftenîn be. Ez bawer im demê pêş de ewê poşman bibin ku hatine wan deran. Zeman û tarîx vê yekê bi herkesî bide nîşandan.

'GERÎLA LI BAKURÊ KURDISTANÊ DERBÊN DÎROKÎ LI ARTÊŞA TIRK DIXIN'

Li Bakûr şer, çalakî, operasyon di nav hev de berdewam dikin. Hikumeta Tirk dibêje ku “me bi navê operasyonê Kiran de darbeyên giran li gerîlla daye û di Bakûr de hêjmara wan di binê 600 de maye”. Hûn ji bo vê çi dibêjin?

Niha balkêş e. Siyaseta Erdogan li Lîbyayê, li Bakûrê Efrîka, li Îdlîbê têkçûn, hêzên wan ya Îdlîbê hinekî ketin çembera hêzên rejîmê. Ango siyaseta wan hemû îflas kirin. Di hundir de krîza aborî kûr dibe. Tam di vê demê de wilo di milekî êrîşa Heftenînê kirin, di milekî jî li Bakûr got “me operasyona Kiran 1 pêş xist, Kiran 2 pêş xist, Kiran 3 pêş xist” û wilo wekî êrîşên mezin nîşan dan, wekî derbeyên mezin li me dane. Ev yek pir dûrî heqîqetê ye. Ew fermandarê yê jenderme yê giştî herhalde yekî derewkerekî şovkare. Çend esker anîbû nava siwara xelê, li wir noxteyekî 7-8 sal berê hevalan şixulandiye. Hatin sergoyê hevalan yê ji wê çaxê maye şewitandin. Ka li ku derê bû jî kes nizane. Waliyê Colemergê jî got me çiya ji gerîlla paqij kir. Gerîlla bi wan nehesiya ku hatine wir jî. Di rojekî de bidizî hatin û çûn. Li Cudî cardin ew general -dilxwe de- ragihandina derewkara Tirk bi xwe re aniye biniya Girê Çolê, li wir jî daxuyanî bide. Wê bêje “ wa me çiyayên Şirnexê paqij kir”. Tam di vê seetê de heval li Cudî lêxistin, êrîş birin li ser wan. Qederekî esker kuştin, sîlah li ser wan rakirin. Ew fermandarê giştî yê jenderme tevî medya Tirk hemû reviyan, nekarî daxuyanî bidin. Vê yekê veşartin. Hemû hatibûn li wir daxuyanî bidin, şovekî li wir bikin, tam di wê seetê de hevalan lêdan wana reviyan. Çû Silopî de derketin. Ji bo vê yekê li wir nekarîn şovê bikin. Li Mêrdînê jî wilo. Li Bagokê, Mêrdînê hevalan pir çalakiyên bibandor kirin, darbeyên baş li wan dan. Ew qetîlekî, ew faşîstekî berpirsê Ozel Harekatê yê ku destê xwe di komkujiya Nisêbînê de heye, ew ceza kirin. Ew kuştin. Darbeyekî girîng bû, li faşîstan dan. Ji bo vê yekê ev pêvajoya operasyonên wan vê havînê û payizê ew dixwazin vê nîşan bidin ku her dewleta Tirk xurt e, her ew di êrîşê de ye. Dixwazin hewayekî wilo çê bikin. Dixwazin her wilo nîşan bidin. Halbûkî heqîqet ne wilo ye. Gerîlla li Bakûrê Kurdistanê jî, wekî li Herêma Parastina Medya berxwedanekî dîrokî dimeşîne. Meselê hejmarê jî, wa hikumetê Tirkan emrê xwe bi mijulbûna hêjmarê me re derbas kir. Tê bîra min dawiya 1993, 1994 heta 1995 ê ew Tansu Çîllerekî hebû. Her mehekî dihat meclîsê digot “ di vê mehê de me ewqas gerîlla tune kiriye, hêjmarê wan ewqas bû niha maye ewqas”. Dibû dawiya salê digot “ me vê salê wiha kiriye, neman, ha îro  ha sibe” û ragihandina Tirk jî wekî mesela qazê hemûyan dikir “waq waq” pê re. Kîjan generalê wan derdiket, herin manşetên rojnameyên Tirkan binêrin ji 1984 an heta niha her tim me xilas dikin. Her tim dibêjin “ hindik mane, 100 maye, 200 maye, 500 maye 600 maye”. Ev dewama wê propagandayê kevin niha jî hikumeta AKP tengav bûye, tiştekê pê pesnê xwe bide nemaye, tiştekî pê xwe serkeftî nîşan bide nemaye. Hemû mecal de îflas e, dixwaze vê mecalê de xwe serkeftî nîşan bide. Dibêje “erê rast e aborî îflas e, krîz e, erê rast e polîtîkaya min yê derve îflas e, lê di hundir de hinekî serkeftî me”. Dixwaze bi vê awayî Civakê bixapîne. Nexwe heqîqet ne wilo ye. Di derheqê hêjmarê de li kîjan çiyayê, li kîjan herêmê, kengî pêwîst e çiqas gerîlla hebe ewqas gerîlla hebin ewqas gerîlla wê li wir bin.

'ŞERÊ ME ŞERÊ AZADÎ Û RÛMETÊ YE, EM JI VÎ ŞERÎ NAWESTIN'

Gerîlla stratejî û taktîkên xwe hene, planên xwe hene. Herdem stratejî û taktîkên gerîlla ne wekî hev in, cuda ne. Vê demê gerîlla stratejî û taktîkên xwe heye. Li gorî vê gerîlla xwe bicîh kiriye, xwe belav kiriye. Nîha şer dikeve rengekî nû. Bi pêşketina teknolojiyê ve artêşa Tirkan jî xwe kiriye tîm tîm. Wan jî xwe kirine hêzên biçuk. Berê bi 20000, 30000 digeriyan. Niha ew jî wilo ye. Artêşên dinyayê hemû wilo ne. Şer dikeve rengekî nû. Yê herî zû xwe li gorî rengê şer xwe berçav derbas bike gerîlla ye. Gerîllayên Kurdistanê ji bo vê yekê naçe xwe naxe ber bayrak, ber artêşa Tirk. Na gerîlla tarzê xwe yê esasî veşartin e. Divê veşartî bibe. Hewce nake gel jî bibîne. Her demekî stratejiya gerîlla cuda ye. Dem heye gerîlla xwe nîşanî gel dike, xwe dide hîs kirin, xwe kom dike, dem heye gerîlla gere veşartî bibe. Ew jî li gorî plan û taktîkên gerîlla ye. Ji bo vê yekê niha gerîlla li Bakûr li gorî pêwîstiyên xwe, li gorî pêwîstiyên taktîk û planên xwe hereket dike. Cîha ku lazim be gerîlla hêjmar lê zêde bike, lê zêde bike. Cîhekî lazim be kêm bike, wê kêm bike. Ew bi stratejî û taktîkê gerîlla ve girêdayî ye. Ew eleqayê xwe bi propaganda wî vezîrê hundirê derevker ve nîn e. Madem ku wisa dibêjin “me PKK zeîf kiriye û lewaz bûye û çendekî mane” madem ku wilo PKK zeîf bûye hûn çima her roj bi dehan balafiran radikin wê çaxê. Ewqas aboriya wan di krîzê de ye. Vê çaxê pere bi aboriyê xerc bikin. Çima her roj bi dehan balafiran radikin? Ewqas balafir niha li ku derê dinyayê her roj radibin. Yek welatekî dinyayê heye ku her roj ewqas balafir radibin û bombebaran dikin. Madem ku PKK zeîf bûye çima ewqas balafir radibin? Madem PKK zeîf bûye pekî ew çima 200000-300000 asker, 150000 polîs û ewqas korîcî hene li Kurdistanê çima? Madem ku PKK zeîf bûye çima hevdîtinê we bi Emerikayê ve rojeva yekemîn PKK ye? Di hevdîtina we ya Rusya rojeva yekemîn PKK ye? Hevdîtinê we Ewrupa re rojeva yekemîn PKK ye. Hevdîtinê we ya Iraqê re, Îranê re rojeva yekemîn PKK ye. Diçin bi Efrîka re hevdîtin dikin, rojeva yekemîn PKK ye. Madem ku PKK zeîf bûye çima ewqas rojeva we ya yekemîn e li hemû cîhanê? Di dîplomasiya wan de rojeva yekemîn e. Madem ku PKK zeîf bûye çima şev û roj ragihandina we hemû rudinin radibin dibêjin PKK. Ew çi derew e? Zarok jî bi vê derewê bawer nakin. Kurd bi pêşengtiya PKK û Rêber Apo êdî ne tenê pêşeroja Kurdistanê, êdî pêşeroja Tirkiye jî diyar dikin. Ew vê yekê dibînin ji vê ditirsin. Dixwazin vê heqîqetê veşêrin. Nexwe şer e, bêguman ev şer şerekî hêsan nîn e, şerekî zor e. 36 sal e bi vê dagirkeriyê ve, bi wan hovan re em şer dikin. Bi hezaran şehîdên qehreman me dane, emê bidin jî. Hinekî dibêjin “ bila PKK şer bisekinîne”, hinekî dibêjin “ PKK çima cardin dest bi şer kir”, hinekî dibêjin “ çima PKK şer dike”, hinekî dibêjin “çima PKK ciwanan dibe serê çiya”. PKK tercîha xwe ne şer e. Ev dagirkerî, ev zîhniyeta hov li ser gelê me mirinê ferz dike. Li ser me şerekî ferz dike. Em ji bo parastina hebûna xwe, ji bo parastina rumeta xwe, ji bo parastina însaniyeta xwe, ji bo parastina nirxên xwe, ji bo parastina zimanê xwe, ji bo parastina welatê xwe ev şerê li ser me hatiye ferz kirin, em nikarin jê birevin. Em mecbur in rumeta xwe, haysiyeta xwe, însaniyeta xwe biparêzin. Bedelê vê çi dibe bila bibe. Em ji vê tu carî nakevin dudiliyê. Ev şerê niha dimeşe sebebê vê ne PKK ye, sebebê vê ne Kurd in jî. Dagirker ji Kurdan re dibêjin “yan hûn tunebûnê qebul bikin, yan hûn eslê xwe înkar bikin, hûn hemû bibin Tirk, yan jî ez ê we hemûyan bikujim, qir bikim”. Kurd êdî vê yekî qebul nakin. Di sedsala 21 emîn de Kurd êdî vê koletiyê qebul nakin. Eger Erdogan difikira wekî sedsalê 20 an çawa komkujiya Dersîmê, Zîlanê hatin serê Kurdan, îsyan têk birin, eger ew jî wilo difikire ew xewn dibîne. Sedsala 21 emîn di bin ronahiya fikrên Rêber Apo de, di bin pêşengtiya PKK de Kurd êdî hêzekî cuda ne. Ev 36 sal e dewleta Tirk herçiqas êrîşê me kir, çiqas êrîşên dijwar li ser me kirin PKK ewqas xurt bû. Bêguman zehmetî çêdibin, bêguman şehadet çedibin lê ev ji bo me şerekî rumetê ye, şerekî însaniyetê ye. Em bawer in ku di dawiya vê şerê de yê ku bin bikeve dagirkerî ye. Ji bo vê yekê em dixwazin gelê me jî vê heqîqetê bizanibe. Li welatê me şerekî heye, dagirkerî vê şerê li ser me ferz dike. Dixwaze me tune bike. Heywanekî jî qebul nake. Pisikekî tu dengê xwe jê re bikî, neynukên xwe diavêje nav çavên te. Em milletekî ne. Em însan in. Xelkê vê heremê herî kevnar Kurd in. Lê navê Kurd qebul nakin. Bê şerm, bêheya tê Şirnexê, tê Hekkariyê dibêje “ di hundirê sînorê Tirkiyê de Kurdistan nîn e”. Hem jî dipirse dibêje “ ma Kurdistan heye?”, çend çete û çend kontra dîbêjin “na na nîn e”. Di sedsala 21 ê de tu henekê xwe bi xwe dikî. Tu êdî nikarî henekê xwe bi Kurdan bikî. Kurd wê çawa dersê bidin te? Ders dan te. Kurd ne Kurdên berê ne. Ji bo vê yekê em ji vê şerê nawestin. Ev şerê azadiye, şerê rumetê ye û şerê namusê ye. Em ji vê şerê nawestin. Gelê me jî heta niha texsîr nekiriye, gere ji vê şunde jî texsîr neke. Em mecburê vê yekê ne. Yan em koletiyê qebul bikin, yan em bêrumetiyê qebul bikin ku em vê qebul bikin ne dinya ne axîret me qebul nake. Xwedê Teala nabêje “ yên ku li hemberî zilmê bêdeng be, ew jî şîrîkê wê zilmê ye, ew jî gunehkar e”. Ayeta Kuranê vê yekê dibêje. Ji bo vê yekê her Kurdekî, her mislimanekî mecbure li dijî vê zilm derbikeve. Zilmekî mezin li welatê me heye. Yên ku şer dikin, şer despê kirine, şer ferz kirine ew in. Ew gerek dev ji şerê qirêj berdin. Ew gerek hebûna gelê me qebul bikin. Kurd xelkê vê axê ne. Ev 10000 hezar sal in li ser axa xwe jiyan dikin. Ew ji Moxolîstanê hatine vê derê. Gerek heqîqeta vê milletê qebul bikin.'

'QORICITIYÊ ÎFLAS KIRIYE, NIHA BI RÊBAZEKE DIN DIXWAZIN WAN BI KAR BÎNIN, DIVÊ HER KES HIŞYAR BE'

Di dawiyê de hûn dixwazin çi peyaman bidin?

Niha yek du mijar hene em dixwazin bêjin. Yek; dewleta Tirk -ji xwe dibêjin jî-, bi malbatên gerîlla re mijul dibin. Emniyet e, îstîxbarat e, jenderme ye banê malbatê hevalan dikin. Wekî ku muameleyên nerm li wan dikin. Qaşo rêz ji wan digirin. “Ka em çi alikarî ji we re dikarin bikin, ka rewşê we yê maddî çawa ye”. Ando dixwazin wilo malbatên me bandor bikin, qaşo îqna bikin. Çawa zarokên xwe ji nav şoreşê bibin. Yan jî wan malbatan çawa bixin bin bandorên xwe. Mumkun be bixin ajanên xwe. Lîstokekî wilo ya dijmin li ser malbatên gerîlla heye. Malbatên me gerek di vê alî de hîşyar bibin. Ne mecbur in biçin hemû hevditînan. Tu dawa li diji wan nîn in. Tenê dixwazin dibêjin “werin em sohbet bikin”. Ew xapandin e. Eger vê dewletê ji we hez bikira zorakên we nedikuştin. Eger vê dewletê ji we hez bikira her roj bi hezaran esker, polîs, kontra û teyare ranedikir li ser zarokên we. Eger vê dewlet rastî jî xêra we bixasta wê hebûna we, mafên we qebul bikira. Hûn jî milletek in, xwediyê tarîx û xwediyê erd û xwediyê çand û xwediyê ziman in. Ev parçeyekî şer e. Di milekî de li malbatan îşkence dikin, diavêjin hepsê, dayikên 70 salî muebbet didin wan, di milekî de jî ango polîsên xirab û polîsên şîrîn. Di milekî de jî banê malbatan dikin, wilo bi wan re sohbet dikin, dixwazin hinekî sozan ji wan bigirin. Malbatên gerîlla li hemberî vê yekê şiyar bibin baş e. Mijarekî din; ew siyaseta koricitiya dewleta Tirk îflas kir. Haya me jê heye gelekî korici jî niha fem kirin ku ev dewlet çi ye. Fem kirin ku ew jî Kurd in, zarokên wan jî Kurd in. Ev dewlet dijminê Kurd e, dijminê wan e jî. Lê niha êdî dewlet çi dike? Hinekî di gunde koriciyan de bi qismê ciwanan re dixwaze mijul bibe. Xelkê Kurdistanê birçî dihêlin. Di Kurdistanê diqet bikin tenê bînayetên herî mezin çi ne? Tu herî bajarekî Kurdistanê, here çiyayê Cudî, Şirnexê çi xuya dike? Bînayetê herî mezin yek yê tumenê ye, yê tugayê ye. Bînayetên herî mezin yên ku li Kurdistan çê dikin heps in, qereqol in û mektebên asîmîlasyonê ne. Wekî din li Kurdistanê ji bo jiyana aborî tiştekî nîn e. Însanên me birçî dihêlin. Dixwazin bi rêka koricitiyê, despêkê bixin korici, duv re bixin uzman çavuş. Ji cîwanekî Kurd re bêjin “were bibe xayin, brê xwe bikuje” nayê. Dixwazin wilo merhale merhale wan bînin vê noxtê, wan bixin kontra. Banga me ji wan ciwanan re, bi taybet wan derdorê gundê koriciyan re hîşyar bibin. Cîwanên xwe hîşyar bikin. Mintikayê Botanê bigire, Sêgirkê bigire, Şêxan bigire, Osyan bigire, Şirnexê bigire, Dêrgulê bigire heta gundê Pinyanişê Colemêrgê, heta Wanê di nav eşîrên yên ku berê korici bûn, yan jî niha jî korici ne lê fem kirine heqîqet, heta derdorê Bîngolê. Ew lîstokekî nû ya dijmin e. Polîtîkaya koriciti îflas kir. Dixwazin niha hinekî wilo cîwanên cahîl, yên nezan, bê îş in jî, dixwazin hinekî bi hêstên wan bilîzin bi vê awayî wan têxin nav îşê kontra. Em bawer in gelê me hemû ev cîhên me navê wan gotiye, haya me ji wan heye. Em rewşê wan dizanin. Em taqîp dikin. Hêviyên me jî hene. Banga me ji bo wan ev e. Cardin heman tişt ji bo xeta Jîrka jî em dibêjin, heman tişt ji bo xeta Çatakê jî ango giştî Kurdistanê em dibêjin. Milê Garzanê, heman xet e. Bi taybet eşîrê Xiya bi rastî jî berê hinekî tevlîhevî çêbû di navberê wan û hevalan de hev du nenaskirinekî çêbû di salên 90 î de. Buyerekî bi eş jî çêbû li wir. Hin heval şehîd ketin, duv re hinekî buyerên din çêbûn. Bi salan em duv ketin ji bo mesele fem bikin. Duv re em gihiştin heqîqetê. Bi ruspiyên wan re nîqaş çêbû. Ango ev buyera dawî jî çêbû. Bangê me ji bo eşîrên wê xetê giştî ne jî. Xeta Sasonê, a Kulpê heta Muşê, wê xetê giştî jî. Heqîqeta dijmin bibînin. Eger carna aliyê hevalan de xeletî çêbibin, dikarin serî lê bixin, dikarin heta wir werin. Dizanin. Adresan nas dikin. Dibe ku carna eger hinekî xeletî çêbibe însan in. Lê divê li hemberî dijmin hîşyar bibin. Bes e, dijmin êdi Kurd bi Kurd bide kuştin. Di sedsala 21 an de divê ev tişt jiyan nebe. Daxwaza me, hêviya me, banga me ji bo gelê me ev e. Mijara din, li Tirkiyê wan demên bihurî hinekî daristanan dişewitandin. Xistin stuyê PKK de. Niha em wekî gerîllayên Kurdistan, wekî gerîllayên PKK, di bernameya çalakiyên me de şewitandina daristanan nîn e. Çalakiyên me yên bi vê awayî nîn in. Nêzikbûna tevgera me bi giştî di aliyê ekolojî de herkes dizane. Qetîlê xwezayê, dijminê xwezayê jî ev dagirkerî ye. Di vê alî de ew tiştên li ser gerîlla hatine gotin ne rast in. Bi qasî ku di ragihandinê de me şopand hin grubên ciwan girtin serxwe herhalde. Şewata daristanan û şewata Kurdistanê a ku artêşa Tirk dimeşîne, ew ciwan wekî bertek li Tirkiye şewat çêkirine. Ew wekî gerîllayên Kurdistanê me eleqadar nake. Di vê alî de em dixwazin vê sererast bikin. Lê di vir de heqîqetekî din derdikeve holê. Gelên me, bi taybet gelê Kurd divê vê yekê bibîne. Sextekariya dewleta Tirk, durutiya wê derdikeve holê. Li xeta Behra Spî, li Ege şewatekî derdikeve herî kêm 30 helîkopterên îtfaye, di erdê de jî herî kêm 50-100 îtfaye diçe ji bo vê şewatê bitefîne. Lê li Cudî, li Dersîmê daristan bi hefteyan dişewitin, pekî çend îtfaye tên? Yek jî nayê. Dev ji îtfaye berde, millet dixwaze agir bitefîne, nahêlin millet biçe agirê daristanên Dersîmê bitefînin. Ev agir kî pêxistiye? Artêşa Tirk pêxistiye. Ango du hundirê sînorê Tirkiyê de du herêm hene. Yek Tirkiye, yek jî Kurdistan e. Ev dewlet bi artêşa xwe, bi polîsên xwe, bi kontrayên xwe daristanê welatê me dişewitînin. Bi hezaran heywan û tiştên zindî yên tê de hemûyan dikujin. Ango tenê ne însanên me dikujin, tenê ne zarokan ne dayikan. Xwezayê Kurdistanê jî dişewitînin. Lê binêrin li milê Tirkiyê hînekî daristan dişewite qiyametê radikin. Di vir de tenê însanên Kurd yên ku bêje “ez Kurd im”, Kurdî diaxive, tenê vê bifikire wê bizanibe ku mesele çi ye. Lê hinekî însanên me yên nezan hene, bi teşwîa dijmin diçin daran dibirin. Xeta Botanê Sêgirkê wilo ye. Xetê derdorê  Çewlîkê wilo ye. Bangê me ji gelê me re ew darê we jî namusa we ye, rumeta we ye, tarîxa we ye, çima hûn destdirêjî li namusa xwe bikin? Ew daristan namusê wan e. Bifikirin Tirkên Antalya diçin daristanên xwe dişewitînin, wilo dibirin ku hûn diçin piştê gundê xwe, li çiyayên pişta gundê xwe ewqas daristanan dibirin, qetlîaman çêdikin. Hûn di destê dijmin de dibin alet. Hûn suc dikin. Banga me ji însanên me re ew e ku neyên wan lîstokên dijmin. Du kuruş pere ji wan deran digirin, ew lîstoka dijmin e. Di vê alî de em dixwazin bi vê wesîleyê gelê me heqîqeta dagirkeriya dewleta Tirk, hovitiya wê bibîne. Em dixwazin raya giştî ya Tirkiyê jî heqîqatê bizanibe. Ev derdorên demokratîk bi qasî ku li hemberî şewatên Tirkiye hîşyar in, ewqas şewatên ku li Kurdistanê çê dibe li hemberî wan jî heman hîşyariyê nîşan bidin. Hêviya me ji wan jî ev e. Em cardin hemû gelê me, gerîllayên Kurdistanê slav dikin.