Doza Nisêbînê: Li 4 kesan cezayê muebbeta girankirî hate birîn

Îro rûniştina doza li ser qedexekirina derketina kolanan a li Nisêbînê hat. Dadgehê li 3 kesan cezaye muebbeta girankirî û 15 sal û li kesekî ji muebbeta girankirî û 25 sal ceza birî.

Li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve de, 17 jê zarok 70 kes di 26’ê Gulana 2016’an de hatibûn destgîrkirin. Îro doza 4 kesan pêk hat. Di dadgehê de Omer Karataş, Ozgur Sevîm, Îlyas Dogan û Zehra Kayaalp hatin darizandin.

Di dadgehê de Omer Karataş diyar kir ku ji bo ew li rex gel bin ê ku xwedî li modela xweseriya demokratîk derketiye ew çûne Nisêbînê û divê hurmet ji xwerêveberina gel hebe.

Dadgehê bi îddîaya ku ‘Xisar daye pergala dewletê’ 15 sal cezayê girtîgehê li Karataş birî.

Piştre Îlyas Dogan û Zehra Kayaalp hatin darizandin. Li Wan jî bi îddîaya ku ‘Xisar dane pergala dewletê’ 15 sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Piştre Ozgur Sevîm hate darizandin. Sevîm di parastina xwe de got ku “Hewl tê dayîn ku rûmeta gelekî were eciqandin lê gel li hemberî vî tiştî derdikeve. Gelo di dema Şêx Seîd de PKK hebû? Di dema qetlîamên Dêrsim û Qoçgiriyê de ma PKK hebû. Ez ne alîgirê şer im lê dewletê berê me da şer. Dewletê tu carî xwe nêzî çareseriya demokratîk nekir. Ez ê tu carî poşman nebim. Cezayê ku hûn ê bidin min ne li xema min e.”

Dadgehê bi îddîaya ku ‘Xisar daye pergala dewletê’ bî ‘îddîaya ku endamê rêxistinê ye’ cezayê muebetê yê girankirî û 15 sal cezayê girtîgehê li Sevîm birî.

Di doza Nisêbînê li Yasemîn Erkol 10 sal, li Hêja Algan, Emre Topçûglû, Baran Eman, Çeçen Kîlkaya, Dîlan Aslan ên ku di dema bûyerê de di biniya 18 salî de bûn jî 35 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. Li Osman Bozkûrt, Hamît Acûr û Akar Îkbal jî cezayê muebeta girankirî û 15 sal ceza birîbû.