Doza Nisêbînê: Emniyet delîlan ji holê radike

Di roja çaran a rûniştina Doza Nisêbînê de parêzeran işaret bi hiqûqa dijminatiyê ya dadgeriya Tirk kirin û gotin, emniyet jî delîlan ji holê radike.

Rûniştina çaremîn a doza li 53 kesên ku di dema êrîşên qirker de li Nisêbînê hatin girtin hatiye vekirin, dewam dike.  Beşek ji girtiyan û parêzerên wan tevlî rûniştina dozê bûn ku li salona konferansê ya avahiya Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) pêk tê.

Dozger xwest kesên hatine girtin girtî bimînin. Parêzerên girtiyan jî parastina xwe kirin.

PARÊZER DAGHAN JI DADGEHÊ RE GOT: HÛN Ê WERIN DARIZANDIN

Parêzer Gulbîn Şahîn Daghan got, "Ev ne dosyayeke ku li vir bê girtin. Wê biçe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Wê biçe ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û wê li wir bê darizandin. Li wê derê wê helwesta we bê darizandin."

Daghan bal kişand ser êşkenceya di dema destgîrkirinê de li girtiyan hate kirin û got, "Dema birin nexweşxaneyê êşkence li wan kirin. Xuya ye di nîv saetê de îfadeya muwekîlên me girtine. Nepêkan e ku ev îfade di nîv saetê de were girtin."

'BILA ÎFADEYÊN BI ÊŞKENCEYÊ HATINE GIRTIN BÊN DERXISTIN'

Parêzer Rengîn Ergul jî got, "Em dixwazin îfadeyên ku li emniyetê bi êşkenceyê hatine girtin ji dosyayê werin derxistin. Muwekîlên me ji ber parastina xwe li girtîgehê cezayê hucreyê dixwin. Em nikarin wan bibînin."

'DADGERÎ Û EMNIYET DELÎLAN JI HOLÊ RADIKIN'

Ergul diyar kir ku wan xwestine dîmenê kamerayên nezaretxaneyên ku 12 zarokên êşkence lê dîtine, ji wan re bê dayin, lê belê ji wan re hatiye gotin ku qeyda kamera hatiye jêbirin. Ergul got, emniyet û dadgerî delîlan ji holê radikin.

'POLÎSÊ KU DI QEZAYA TRAFÎKÊ DE MIRIYE ÇIMA LI NAVA DOSYAYÊ HATIYE BICIHKIRIN?'

Parêzer Zûhat Bîlgen jî got, "Eger bi rastî jî dosya ji aliyê hiqûqnasekî ve hatibûya amadekirin, muwekîlên me wê ji mirina polîsekî ku di qezaya trafîkê de mir, berpirsyar nehatibû nîşandan. Her wiha giliyê polîsekî ku digot 'min pê li bizmar kir, gilî dikim' wê nehatibûya qebûlkirin."

'HIQÛQA DIJMIN'

Bîlen bi dewamî got, "Muwekîlên me her yekî jiw an ji girtîgehekî li bajarekî re hatine şandin. Yek li Bandirma, yek li Tokatê, yek li Erzîromê, yek jî li Xarpêtê ye. Sedema vê yekê çi ye? Ez ê karibim bi kîjanî re hevdîtinê bikim? Malbat wê çawa wan bibîne? Ev yek beşek ji hiqûqa dijmin e."

Navber ji rûniştinê re hate dayin.