Doza Kemal Kurkut: Dest li dosyayê hate werdan

Rûniştina darizandina polîsê ku Kemal Kurkut qetil kir, pêk hat. Parêzer Reyhan Yalçindag got, "Dest li dosyayê hatiye werdan."

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut di sala 2017'an de dema ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê bû ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Der heqê polîsê kujer Y.Ş. de ji ber sûcê "kuştina bi zanebûn" doz hate vekirin. Rûniştina 8'emîn a dozê pêk hat. Di rûniştinê de ya li Dadgeha Ceza ya Giran a 7'emîn a Amedê, polîsê bersûc Y.Ş. û parêzerê wî amade bû. Dayika Kurkut Secan û kekê wî Ferhat Kurkut û parêzer Reyhan Yanlçindag jî beşdarî rûniştinê bûn.

DORPÊÇIYA POLÎSAN

Balkêş bû ku pêşiya edliyeyê û korîdora ku rûniştin lê bê kirin ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Nêzî 15 polîs jî ketin salona rûniştinê û rûniştin şopandin.

Di rûniştinê de ji bo çareserkirina nakokiyên navbera raporên pisporan, rapora pisporên Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate xwendin ku tê de dihate îdîakirin "fîşek li zemîneke hişk ket û li bedenê ket." Dadgehê ragihand ku polîsê bersûc Y.Ş. di navbera rûniştinan de li ser raporê daxwaznameya parastinê bi nivîskî şand.

Polîsê bersûc Y.Ş. der barê rapora saziya tipa edlî ya Stenbolê de axivî û parastina xwe ya di navbera rûniştinan de kir dubare kir. Dayik Secan Kurkut jî got, "Ez wan hewaleyî xwedê dikim. Kemal bêsûc bû. Dibe ku westiya bû, wê rojê bêxew bû. Bêguneh bû."

PARÊZER YALÇINDAG: DEST LI DOSYAYÊ HATE WERDAN

Parêzera malbata Kurkut Reyhan Yalçindag jî nerazîbûn nîşanî rapora pispor da û anî ziman, ku cihê fikaran û gumanan e ku heman sazî raporên li dijî hev amade bikin.

Parêzer Yalçindag got, "Em di wê baweriyê de ne ku dest li dosyayê hatiye werdan."

Dozgeriyê jî diyar kir ku ji bo rapora pispor ew tiştekî nabêjin, ji bo amadekirina nêrîna xwe ya li ser esasê xwest ku dosya ji wan re bê şandin.

HATE TALOQKIRIN

Heyeta dadgehê biryar da ku muwekîlên beşdarî rûniştinê bûne parastina xwe li dijî rapora saziya tipa edlî bikin amade bikin û dosya ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin ku nêrîna xwe ya li ser esasê amade bike. Bi vê armancê rûniştina dozê ji bo 24'ê Adarê taloq kir.