Doza Alokmen û Ceylan jê dihate darezandin hate taloqkirin

Rûniştina doza Hevserokên HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan jê dihate darezandin, pêk hat.

Darezandina Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen ên bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê dom kir. Alokmen ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Ceylan jî tevlî rûniştinê nebû. Di rûniştinê de parêzerên Alokmen û Ceylan Şehmûs Bayhan û Bedran Acûn jî amade bûn.

Dosyaên dozê yên cuda yên têkildarî Ceylan û Alokmen hebûn, şandeya dadgehê ji bo daxwaza yekkirina dosyayan û daxistina hinek dosyayan jî, ji bo dosya bê lêkolînkirin û derbarê mijarê bigihêje biryarekê rûniştin taloqî 20’ê Çileyê kir.