Dogû: Dem hatiye ku kedkar li dijî AKP-MHP'ê bibin yek

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku bi yekbûna hêzên demokratîk re wê faşîzma AKP-MHP'ê têk biçe.

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû li ser 1'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî û got, "Bi yekbûna hêzên demokratîk re wê faşîzma AKP-MHP'ê têk biçe."

Dogû di destpêka axaftina xwe de 1'ê Gulanê li hemû kedkar, karker, gundî û bindestan pîroz kir û işaret bi girîngiya 1'ê Gulana îsal kir.

Dogû işaret bi mêtingerî û talana li ser kedkar, karker û jinan kir û destnîşan kir ku bi rêya bêkarhiştinê civak tê talankirin.

Dogû bal kişand ser krîz û kaosa li herêmê û diyar kir ku AKP xala bingehîn a vê kaosê ye. Dogû got, "Li dijî Kurdan şer ragihandiye. Şerê li Efrînê ne tenê li dijî Kurdan e, her wiha şerê li dijî karker û kedkarên li Tirkiyeyê ye."

Çîgdem Dogû anî ziman ku rewşa aboriyê ya li Tirkiyeyê îflas kiriye û got, li axa berhemdar a Mezopotamya û Anatoliyê hilberîn nema tê kirin û aborî bi temamî bi derve ve hatiye girêdan.

Endama Koordînasyona KJK'ê Dogû da xuyakirin ku AKP û MHP'ê her tişt kiriye amûreke bazar û rantê û wiha dewam kir: "Her tişt ji xwe re kirine amûreke şer. Her tiştî li dijî civakê weke amûreke şer bi kar tîne. Li dijî jinan şerekî giran heye, lewma di vê 1'ê Gulanê de dem hatiye ku kedkar li dijî AKP û MHP'ê bibin yek û dawî li vê sîstemê bînin."

Dogû bi bîr xist ku 1'ê Gulanê Roja Berxwedan, Têkoşîn û Yekîtiyê ye û got, "Her kesên ku vî şerê sîstem û faşîzmê bandor li wan kiriye divê bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Girîng e têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê geş bikin. Bi taybetî dem hatiye ku jin di eniya şoreşgerî de bibin yek. Divê 1'ê Gulanê bibe wesîleya vê yekê. Ji ber ku ev sîstem jiyanê diherimîne, dike ku bêhnê li mirovan diçikîne. Hewl dide jiyaneke ku li mirovahiyê, li demokratbûn û kedkariyê nayê biafirîne. Wê çaxê divê em dengê xwe li dijî vê bilindtir bikin."

Dogû bang kir ku 1'ê Gulanê li her derê bi xurtî were pîrozkirin û got, "Pîrozkirin têrê nake. Divê em bikin hêzeke timî û rêxistinbûyî. Divê em veguherînin eniyeke şoreşger, eniyeke demokratîk û kedkaran."