DMME’yê serlêdana Amedsporê qebûl kir

DMME’yê serlêdana Amedsporê qebûl kir û dem daye Tirkiyê ku xwe biparêze.

31’ê Çile yê 2016’an Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber parvekirineke lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî ya li ser hesabê xwe yê medya civakî, bi hinceta ku ‘propagandaya îdeolojîk kiriye û daxuyaniyên dijî sportmendiyê kiriye’ ceza dabû Nakî ku di 12 lîstikên fermî de nelîze û her wiha 19 hezar û 500 tl cezayê pereyan lê birîbû.

Lijneya Pihêtkirinê 17’ê Nîsana 2016’an bi îdîaya ku di lîstika Amedspor û Keçîorengucu de alîgiran dirûşmên îdeolojîk berz kirine cezayê birîna 3 puanan dabû Amedsporê.

Parêzerên Amedsporê Soran Haldî Mizrak û Neşet Gîrasûn bi sedema ku Nakî ji ber ramanê xwe hatiye vederkirin û cezayê neheq li Amedsporê vekirine serî li DMME’yê dan.

DMME HETA 1’Ê ADARÊ ÎFADE XWEST

DMME’yê serlêdana parêzeran qebûl kir û xwest ku Tirkiye li ser babetê îfadeya xwe bide. DMME’yê ji Tirkiyê re nivîs şand û pirs kir bê ka xala 6’an a ku mafê darizandina dadmend, xala 10’an a ku qedexeya cihêkariyê pênase dike, xala 14 û 13’an ku serlêdana hîkar û mafên xala 13’ana Peymana Mafê Mirovan hatine binpêkirin an na.

DMME’yê heta 1’ê Adara 2018’an dem daye Tirkiyê ku xwe biparêze.