'Divê referandûm bi rêkeftina neteweyî bê kirin'

Ji berpirsyarên Tevgera Goran li Kerkûkê Amoza Şêrzad got, pêwendiya referandûmê bi çar parçeyên Kurdistanê heye û destnîşan kir, ku ev yek divê bi rêkeftineke neteweyî bê kirin.

Yek ji berpirsyarên Tevgera Goran li Kerkûkê Amoza Şêrzad, li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û referandûma li Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî. Şêrzad got, pêwendiya referandûmê bi çar parçeyên Kurdistanê heye û destnîşan kir, ku ev yek divê bi rêkeftineke neteweyî bê kirin.

Şêrzad destnîşan kir, biryara referandûmê gelekî girîng e ku nabe tenê ji aliyê partiyekê ya jî çend partiyan bê girtn û got, "Weke Tevgera Goran, bi ya me; referandûm ne meseleyeke ku tenê Başûrê Kurdistanê eleqedar dike. Pêwendiya referandûmê bi çar parçeyên Kurdistanê heye. Hewldana bi aqlekî hevpar wê ji bo referandûmê baştir bûya. Lê belê me çi kir; me deriyê parlamentê girt, wezîr û parlamenter şandin malê û partiyek radibe bi tena serê xwe biryareke bi vî rengî digire."

DIVÊ DI DESTPÊKÊ DE REWŞA ABORIYÊ WERE SERERASTKIRIN

Şêrzad diyar kir, Herêma Kurdistanê di nava krîzeke mezin a aboriyê de ye û got, beriya her tiştî divê binesaziya aboriyê bê avakirin. Şêrzad wiha dewam kir: "Ji aliyekî ve gel birçî ye, nan nabîne ku bixwe. Lê tu radibe mal û hebûna welêt dibe derve û bi şîrketan dide xwarin. Ji bo tu karibe referandûmê bike, lazim e aboriyeke te ya xurt hebe. Hemû gundên te vala bûne, pîşesazî nîne, binesazî nîne, lê tu radibe qala referandûmê dike. Di salên 1990'î de rewşa aboriyê ya gel ji rewşa îro baştir bû."

SÎNORÊ CIHÊN DENGDAN LÊ WERE KIRIN NE DIYAR E

Şêrzad anî ziman, sînorê cihên dengdana referandûmê lê were kirin nediyar e û got, "Em van hemûyan jî bidin aliyekî, ji bo ragihandina dewletekê pêwîstî bi hêzeke hevpar a parastinê, bi asayîşeke hevpar heye. Divê sînorên wê dewletê diyar bin. Lê me biryara referandûmê dane, lê hê nediyar e bê dengdana referandûmê li ku bê kirin, li ku nayê kirin. Li beşeke mezin a Kurdistanê baregehên leşkerî yên Tirk hene. Ev ê çawa bê qebûlkirin? Ji xwe berê jî referandûm hate kirin. Wê demê 98 ji sedî dengê erê ji referandûmê derket. Xayinan, cahşan jî dengê erê dan. Ew ne pirsgirêk e. Lê belê divê ewilî azadî û demokrasî hebe. Mînak; dema rojnamevak axivî, lazim e neyê kuştin."

'REFERANDÛM JI ALIYÊ GEL BI XWE VE TÊ KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Şêrzad destnîşan kir, ku referandûma herî mezin, berdêlên ku gelê Herêma Kurdistanê ji bo azadiya xwe dane ye û got, "Gelê Kurd, ji bo azadî û serxwebûnê bi qasî mîlyonek şehîd da. Eger hûn dest ji dizî û gendeliyê berdin, wê gel referandûma xwe bi xwe bike. Gelo, yên ku mal û milkên Kurdistanê didizin, ji malbatên şehîdan bêhtir serxwebûn û azadiyê dixwazin? Yên ku îro qareqara wan e û referandûm ji ser zimanê wan nayê xwarê, ji bo azadiya Kurdistanê şehîdekî bi tenê jî nedane. Bi dîtina min, vana henekê xwe bi gelê Kurd dikin. Biryareke bi vî rengî nabe ku li mala axayekî were dayin. Cihê ku ev biryar lê bê girtin, parlament e."

RÊKEFTINA NETEWEYÎ DIVÊ

Şêrzad anî ziman, encamên erênî yan jî neyînî yên referandûmê, çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dikin û diyar kir, ev yek divê bi rêkeftineke neteweyî bê kirin. Şêrzad got, "Eger kongreya neteweyî ya bi tevlîbûna çar parçeyên Kurdistanê bihata kirin, me yê pirsgirêkên xwe îro li wir nîqaş bikira. Me yê hemû pirsgirêkên xwe li wê derê bi mejiyekî hevpar çareser bikira. Eger yekîtiya me ya neteweyî hebûya, li çar aliyên cîhanê me yê her kes karekî hevpar bimeşanda. Me yê ji cîhanê re qala derdê xwe bikira."