BI DÎMEN

'Divê Newroza îsal bibe raperîna li dijî mêtîngeriya qirker'

Mûstafa Karasû: Divê Newroza 2017'an bibe Newroza xwedîderketina li hebûna xwe û raperîna li dijî mêtîngeriya qirker. Berdêla xwe çi dibe bila bibe, dijmin çiqasî zalim dibe bila bibe, pêwîste em dakevin qada Newrozê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, li ser Newrozê ji ajansa me re axivî. Karasû di destpêka axaftina xwe de şehîdên Newrozê bibîr anî û got, "Bi nêzîkbûna Newrozê re hevrê Mazlûm Dogan û hemû şehîdên Newrozê bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînim. Şehîdên Newrozê ji bo Kurdistanê gelekî hêja ne, gelekî girîng in. Eger em îro dikarin qala hebûna Kurdan bikin, dikarin qala rastiya Kurdan bikin, ked, têkoşîn û canê şehîdên Newrozê yên di vê oxirê de feda kirine, gelekî girîng e."

Karasû diyar kir, rastiya Newrozê ji bo Kurdan xwedî wateyeke gelekî cuda ye û wiha dewam kir: "Hebûna Kurdan û hebûna Newrozê di zikhev de ne. Newrozê Kurd afirandiye, Kurdan jî Newroz afirandine. Di nava Newrozê de çanda berxwedanê û rastiya hebûnê ya Kurdan heye. Newroz nîşaneya şênber a hebûna Kurdan e. Kurdan Newroz gihandine vê serdemê û bi vî rengî hebûna xwe parastine. Eger Newroz tine bûya, wê Kurd jî tine bibûya. Ji xwe gava rastiya Newrozê li Kurdistanê qels dibû, Kurd jî diketin nava zext û zordariya qirkirinê. Her ku hewl hat dayîn Kurd bên qirkirin, rastiya Newrozê jî hat jibîrkirin. Rastiya sereke ku qirkeran hewl dan bidin jibîrkirin, rastiya Newrozê ye. Bi taybetî, dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li Kurdistanê re hewl da hemû nirxên Kurdan bide jibîrkirin. Qirkirin ne tenê weke qirkirineke fîzîkî meşandiye, yan jî ne tenê ziman qedexe kiriye. Hewl daye çand, cejn û roja berxwedanê Newrozê bidin jibîrkirin, ku yek ji nirxên bingehîn ên Kurdan e."

Karasû da zanîn, ku di encama zext û zordariya giran de welê li gelê Kurd hatibû kirin ku ji bilî herêma Botanê Newroz li ti devera Kurdistanê nedihat pîrozkirin û destnîşan kir, ku koma destpêkê ya tevgera Apoyî ev rastî dît û ji bo Newrozê zindî bike dest bi têkoşînê kir.

Karasû anî ziman, ji sala 1976'an û pê ve êdî Newroz li her derê hat pîrozkirin, li her derê agirê Newrozê hat dadan û got, "Bi vê yekê re li Kurdistanê Kurdîtî, welatparêzî, vegera li rastiya xwe, ji nû ve zindî bû. Koma Apoyî jî, komên din jî êdî agirê Newrozê li bajar û bajarokên Kurdistanê, li her deverê dadan û dest bi pîrozkirinê kirin. Ji ber vê yekê, lazim e rastiya Newrozê û pîrozkirina wê ji bo Kurdan gelekî girîng bê dîtin. Pîrozkirina Newrozê tê wateya, îspatkirina hebûna xwe, destnîşankirina jiyana azad û demokratîk û eşkerekirina vîna azadiyê ya Kurdan e. Ji ber vê yekê, pîrozkirina Newrozê girîng e."

LI DIJÎ QIRKIRIN Û ZILMÊ, MIROV BI RUHÊ NEWROZÊ LI BER XWE DIDIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku berxwedana herî mezin a li dijî qirkirin û zilmê bi ruhê Newrozê dikare bê meşandin û ev tespît kir: "Eger Kurd Newrozê pîroz neke, hebûna xwe nîşan nede, wê bê ber radeya tinebûnê. Mêtîngeriya qirker wê ji bo tinekirina Kurdan gavê bavêje. Lewma yek ji mezintirîn berxwedana li dijî mêtîngeriya qirker, parastina Newrozê, geşkirina agirê Newrozê ye. Tevgera Apoyî, Rêbe Apo û PKK'ê ev rastî dîtin, ji bo pêşvebirina Newrozê ket nava hewldanên mezin. Di sala 1982'an de, di nava şert û mercên îşkenceyê yên zîndanê de, pêxistina sê derbikên niftikê ji aliyê Mazlûm Dogan ve, protestokirina îşkence û zilmê, nîşandana hebûna xwe li nava wê zilma giran, zindîkirina ruhê Newrozê bû."

Karasû anî ziman, ev peyama ji aliyê Mazlûm Dogan ve hat dayîn, di 14'ê Tîrmehê de hat geşkirin û ragihand, divê ruh, berxwedan, şehîd û rastiya Newrozê baş were fêhmkirin, cihê an di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurdistanê de bê dîtin."

YA KU KURD JI NÛ VE ZINDÎ KIR, RUHÊ NEWROZÊ YE

Mûstafa Karasû da xuyakirin, di Newrozê de daketan qatan tê wateya nîşandana vîna jiyana azad û got, "Serhildanan jî bi Newrozê dest pê kirin. Ya ku serhildanên salên 1990'î afirand, ruhê Newrozê ye. Di Newrozê de gelê Cizîr û Nisêbînê rabû ser piyan û ji tevahiya cîhanê re ragihand, ku Kurd êdî di nava vê sîstema qirker de najîn. Gel û berxwedêrên Newrozê yên li Nisêbîn û Cizîrê, di destpêka salên 90'î de li qada Newrozê îlan kirin ku wê li dijî sîstema qirker li ber xwe bidin û vê sîstemê hilweşînin. Ji vî alî ve cihê Newrozê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de mezin e. Newrozên 1990-91-92 bûn Newrozên ji nû ve zindîkirina Kurdan. Ji ber vê yekê Rêber Apo piştî Newrozên salên 90-91-92'an got, 'Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê'. Yanî di Newrozan de rabûna ser piyan, Kurd ji nû ve zindî kir. Ya ku Kurd rakir ser piyan, zindî kir ruhê Newrozê ye, karaktera berxwedanê ya nava Newrozê ye."

QADA NEWROZÊ QADA KONGREYA GEL A KURDAN E

Di dewama axaftina xwe de Karasû diyar kir, ku daketina qadên Newrozê tê wateya nîşanana vîna jiyana azad û bi berdewamî got, "Ya rast, qada Newrozê ji bo Kurdan qada kongreya gel e. Civaka li qada Newrozê dicive, civaka kongreya gel e. Ji ber vê yekê, axaftin û dirûşmên ji qada Newrozê berz dibin, di heman demê de hesret, daxwaza gel nîşan didin. Di Newrozê de gel bernameya xwe ya jiyana azad û demokratîk radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê her Newroz ji bo Kurdan gelekî girîng e. Nebûna Newrozê ji bo Kurdan tê wateya nebûna Kurdan."

NEWROZ VÎNA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku Newroz di heman demê de nîşaneya biratiya gelan e û işaret bi van xusûsan kir: "Ya rast, Newroz ruhê dîrokî yê teoriya neteweya demokratîk e ku Rêber Apo di roja îro de destnîşan kiriye. Newroz vîna neteweya demokratîk e ku di nava dîrokê de afiriye. Ji ber vê yekê, em Newrozê weke îradeya jiyana bi hev re ya hemû gelên cîran dibînin. Em Newrozê weke vîna jiyana bi hev re ya Êzidî, Sûnî, Elewî, weke vîna hemû Kurdan dibînin. Weke vîna jiyana bi hev re ya Êzidî, Elewî, Sûnî, Xiristiyan, Misilman a her kesî dibînin. Lewma Newroz di nava Kurdan de gelekî xurt e, vîna hebûnê ya Kurdan e, çanda hebûna Kurdan e. Tevî taybetmendiyên xwe yên xweser ên ji aliyê Kurdan ve hene jî, ji ber ku ji aliyê hemû gelên Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin, çandek ji biratiya gelan e. Lewma xwedîderketina li çanda Newrozê tê wateya rabûna li ber şovenîzm, neteweperestiyê, tê wateya parastina biratiya gelan bi feraseta neteweya demokratîk. Ji ber vê yekê, yên ku Newrozê pîroz dikin, nepêkan e ku neteweperest bin."

DEWLETA TIRK HEM DIJMINÊ KURDAN E HEM JÎ DIJMINÊ NEWROZÊ YE

Karasû bal kişand ser dijminatiya dewleta Tirk a li nirxên gelê Kurd û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk hem dijminê Kurdan e, hem jî dijminê Newrozê ye. Ji xwe, ji ber ku dijminê Kurdan e di heman demê de dijminê Newrozê ye. Rakirina ser piyan û parastina Newrozê tê wateya rabûna li ber feraseta faşîst a yek milet, yek dewlet, yek al, yek netewe ya Erdogan e. Newroz rabûna li ber vê tekparêziya dewleta Tirk e. Newroz ji bo hebûna Kurdan û gelan gelekî girîng e. Newroza sala 2017'an hê girîngtir e. Ji ber ku dewleta Tirk hebûna Kurdan jinedîtî ve tê. Dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake, hemû nirxên Kurdan binpê dike. Karê destpêkê yê qeyûman, rakirina tabelayên bi Kurdî, girtina saziyên çanda Kurd e. Bi navê Kurdîtiyê çi hebe yekser bûn hedefa qeyûman. Desthilatdariya AKP'ê îro bi MHP'ê re tifaq kiriye. Ev tifaq tifaqa dijminatiya li Kurdan e. Ji xwe sedema tifaqa MHPD'ê bi AKP'ê re, dijminatiya li Kurdan e. Desthilatdariya AKP'ê îro dijminatiyê li şoreşa Rojava dike, dijminatiyê li jiyana demokratîk û azad a Êzidiyan dike. Ji ber vê yekê, di vê Newrozê de rabûna ser piyan gelekî girîng e. Pêwîste helwestek li dijî vê sîstema qirker bê nîşandan. Desthilatdariya AKP-MHP'ê desthilatdariyeke qirker e. Referandûma 16'ê Nîsanê hewldana ji bo rewakirin, qanûnîkirin, fermîkirina vê rêveberiya qirker e. Rabûna Kurdan di Newroza îsal de tê wateya berxwedana li dijî vê sîstema qirker."

Mûstafa Karasû da xuyakirin, ku Newroza 2017'an wê bibe roja xwedîderketina li bajarên serhildan û vejînê Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê.

DIVÊ BI SED HEZARAN KES DAKEVIN QADÊN NEWROZÊ

Karasû anî ziman, pîrozbahiyên Newroza 2017'an divê li wateya xwe ya dîrokî bê û got, "Pêwîste bibe Newroza xwedîderketina li hebûna Kurdan, bibe raperîna li dijî mêtîngeriya qirker. Di wê rojê de lazim e were nîşandan, ku hebûna Kurdan nayê tinekirin, mêtîngeriya qirker nikare têkoşîna azadiyê ya Kurdan tine bike, nikare daxwaza azadiyê ji holê rake. Ji ber vê yekê, di Newroza îsal de lazim e gelê Kurd li her cihî; li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Colemêrg, Agirî, Dersîm, Çewlik, Bedlîs, Mûş, Serhed, Botan, li metropolan rabin ser piyan. Her bajar, bajarok û tax divê bibin qadên serhildana Newrozê. Mîna serdemên berê, divê bi sed hezaran mirov qadên Newrozê dagirin. Eger dijmin destûr neda, divê her tax, kolan bibin qadên Newrozê."

Karasû bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd weke 'gelê Newrozê' bi nav dike û got, "Gelê Newrozê tê wateya gelê berxwedanê, gelê jiyana azad û demokratîk, vîn û hêza raperîna li dijî zilmê. li ser vê bingehê Newroza 2017an li gelê Kurd pîroz dikim û hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bibîr tînim."