'Divê mekanîzmayeke siyasî ya hevpar a Kurdan hebe'

Nivîskar, çavdêrên siyasî û siyasetmedarên tevlî şêwra yekîtiya neteweyî bûn, destnîşan kirin ku divê mekanîzmayeke siyasî ya hevpar a Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê hebe.

Ji beşdarên Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê rojnamevan-nivîskar Kamûran Gulpî, çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxaliq û Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Dr. Abîdîn Îsko li ser mijara mekanîzmayê ji ANF'ê re axivîn.

Rojnamevan-nivîskarê Hewremî Kamûran Gulpî diyar kir, bi şêwra KNK'ê re pêşî li kombûna Kurdan a li hev hatiye vekirin û got, "KNK'ê piştî hewldaneke berfireh, zêdeyî 60 partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li hev civand. Ev bi tena serê xwe jî serketineke mezin e. KNK niha rê vedike. Partî û hêzên tevlî şêwra du rojan bûn, nîşanî me didin ku gavên girîng hatine avêtin."

'DIVÊ DI SER PARTIYAN RE BE'

Gulpî destnîşan kir, ku KNK'ê projeyeke di ser partiyan re daniye pêşiya xwe û wiha dewam kir: "Ev wezîfeya di ser partiyan re, yekîtiya neteweyî û kongreya neteweyî ye. Em bi navê platforma Hewramî, ji bo civakeke demokratîk li vir in û dixwazin cihê xwe di nava yekîtiyê de bigirin. Ji ber ku, tevî tecrûbeya 26 salan a rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, em Hewramî hê di nava partiyên siyasî de parçe bûne û di bin zextan de ne. Ji bo em li ser vê baxivin, em Hewramî li vir in."

'PÊWÎSTÎ BI SIYASETEKE HEVPAR HEYE'

Çavdêrê siyasî Mesûd Ebdulxaniq jî anî ziman, ku sînorên bi Peymana Sykes-Pîcot re li Kurdistanê hatin danîn, gelê Kurd gelekî êşandine û da zanîn, ku pêwîstî bi sîstemeke hevpar a ku koordînasyona çar parçeyên Kurdistanê dike, heye. Ebdulxaliq got, "Li çar parçeyan, tevgerên Kurd bi xurtî li ber xwe dan. Lê belê pêwîste di navbera van de koordînasyonek bê avakirin. Bêguman her parçe xwedî taybetmendiyeke xweser e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku sîstema me ya hevpar tine be. Çawa ku li Latîn Amerîkayê, ya jî Germen xwedî sîstemeke yekîtiyê ne, divê sîstemeke Kurdan jî li çar parçeyan hebe. Ev sîstem wê hem pirsgirêkan çareser bike, hem jî di organîzekirina planan de rolê bilîze."

'KONGREYA NETEWEYÎ DIKARE BIBE MEKANÎZMAYA HEVPAR'

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê Dr. Abîdîn Îsko jî diyar kir, divê kongreya neteweyî derhal bicive û bibe mekanîzmayeke hevpar. Îsko got, "Hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên li çar parçeyên Kurdistanê, hem jî ji bo dawîanîna li nakokiyên nava me, girîng e yekîtiya neteweyî pêk were û piştre kongreya neteweyî bê civandin. Kongreya ku weke mekanîzmayeke biryarê tevbigere, wê karibe ji aliyê leşkerî, dîplomatîk û siyasî ve yekîtiyê pêk bîne. Pêvajoya em tê de ne nîşan dide ku nabe yekîtî bê taloqkirin. Ji bo em bibin yê xwe, ji bo em biryarên xwe bi xwe bidin, pêwîstî bi kongreya neteweyî heye. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn nexşeyên nû tên destnîşankirin, nabe ku em vê firsendê ji dest berdin."